Xwezî tenê Zinara Erebî ba
Di dîroka Kurdistanê de, gelek deverên kurdan li herdu perçeyên Başûr û Rojava hatine erebkirin û eraban cihê kurdan girtiye, ku ji zevî û samanên wan sûd wergirtine.
Ev diyardeya ku li bal kurdan hestiyar e, helbet ji ber metirsiya wê, li hin deverên Rojavayê Kurdistanê mîna Başûr pê hatibû, ku beriya niha bi Zinara (Kembera) Erebî li Rojavayê Kurdistanê dihate naskirin, lê niha dibe laşekî mezin di nava kurdan de û xwezî tenê zinar ba.
Li Rojavayê Kurdistanê hemû kes dizane ku, Kembera Erebî ji aliyê rejîma Beis di sala 1974an de li devera Cizîrê hate encamdan. Ew proje, ji plana Mihemed Teleb Hilal bû, ku di sala 1962an de daxwaz kiribû, zevî û nasaname ji kurdên parêzgeha Hisiçayê bê standin, siyaseta bierebkirinê pêk hat, ku "Kantonên Ereban" di nava kurdan de hatin çandin.
Naxwazim vê dîroka nexweş vegerînim, lê niha ew erebkirina ku navê Zinara Erebî lê dihate kirin bûye laş, û bi rêjeyeke mezin belav bûye û metirsî ji ya berê bêtir e.
Taxên Kurdî
Diyardeya dîtina rûyên biyan, mebest xelkê biyan (ereb) li taxên kurdan, di nava bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê de, dibe metirsî li ser xelkê ku mal û milkên xwe bi cih nehiştin, tevî rewşa zehmet ya ku têde derbas dibin, li vê de çîroka bierebkirina taxên Kurdan cihê pirs û tirsê ye û ji tewerê zinarê derdikeve û berû çêkirina laşekî nû ve ku rêjeya ereban têde pir e diçe.
Em derbasî nava mijara erebkirina navên gundan nabin, ji ber tiştek ji tiştekî mezintir heye, çimkî nav kengî be tu dikarî biguhêre û xelkê me ji vê yekê re hişyar bûn.
Berê zeviyên kurdan bûn
Tişta herî sereke ji parastina mana miletan re, xak û zevî ye, ji ber vê yekê erd namûs e, man e, heyîn e. Lê mixabin niha li Rojavayê Kurdistanê mal, milk û zeviyên kurdan ereb dikirin. Dikarin bibêjim ku ti carî kesê bê zevî be, bê cih be, nikare maf û mana xwe biparêze û zevî rûmeta miletan e. Bila dengê me biçe wan kesên ku li Rojavayê Kurdistanê xwe dikin rêberê gelê kurd hişyar bin û sînorekî ji vê diyardeyê re deynin.
Tu neçarî erebî jî biaxivî
Berê, ku me li bajarên mezin mîna Şam û Helebê, kurdek bidîtiba ku bi zimanê kurdî diaxivî, em bi aramiyê û kêfxweşiyê hest dibûn, ji ber ku dek û dûlab û pîlanên ku dihatin serê me li wan bajaran dihatin jibîr kirin.
Niha eger tu pêrgî rêbendên ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê desthilata wê ya niha ve hatine danîn bê, wê leşkerê li ser wan rêbendan, bi erebî ji te re bibêje “ez nizanim kurdî”, bi erebî biaxive dilê mirov taswaso dibe, dikeve gumanê, bi nearamiyê hest dibe. Ev yek tê wateya wê yekê ku rêjeya ereban di nava Hêzên Kurdî zêde bûye û ev diyarde hebûna Hêzên Kurdî dixe metirsiyê de, herwiha dema ku kilîtên ewlekariyê dikeve destên kesin wisa de, dê tirsekê libal xelkê me çê bike û berê wan bide deriyê koçberiyê. Divê hişyarî ji vê meseleyê re bête dayîn, da ku rewş aloztir nebe û deverên me bi awayekî baş bête parastin û rewş dûrî sewa teqîn û bombeyên terorîstan biçe.
Ev tiştên ku beriya niha me amaje pê kirin, di paşerojê de encamên nebaş li dûv xwe dê bihêle û bibe sedem û kelem li ber çareserkirina doza kurd li Rojavayê Kurdistanê û bi teybet dema ku referandom derbarê vê pirsê û hin pirsên girêdayê vê mijarê bête encamdan.
Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê xwedan dewlemendiyeke mezin e, di çarçoveya samanên suriştî de û bi taybet Petrol-Genim-Xaz, h.d, ew rastî diyardeya erebkirinê ji aliyê Hikûmeta Beis ve tê, ku kurdên resen der dike û ereban li şûna wan bi cih dike, da ku demografiyê biguhêrin û navçeyên kurdî herdem li bin destê wan be, mînak bajarê Kekûkê li Başûrê Kurdistanê. Heta niha ev diyarde berdewam e, lê heta serê me li kevir nekeve em hişyar nabin.