Kê kuştin, kê kujer veşartin û şûştin?

02-12-2021
Newaf Mîro
Nîşan Kurdên Êzidî Komkujiya Êzidiyan Dadgeha Almanyayê DAIŞ Newaf Mîro
A+ A-

Di dîrokê de, cara yekeme ku kujerên Êzidiyan têne cezakirin?!

Ev ji aliyê min ve zêde ne zelal e, ez li jêdereke rast nehatime. Dîroka Êzidiyan ya fermana ye. Êzidî qala 72-74 fermanan dikin, lê di rastiyê de tim û daîm li ser serê Êzidiyan ferman bûye. Peyva 72 ferman ji bo min dirustir e. Êzidî û Elewî qala heftê û du miletan dikin, tê wê wateyê ku heftê û du hêz û seferiya ferman rakiriye li ser serê Êzidiyên medenî. Ez dibêjim, medenî, çimkî Êzidî ne xwedî wê bawerî û ferasatê ne ku xelk û olên din bikin bin destê xwe û ola wan veguherin.

Em dê vegerin ser biryara Dadgeha Almanya ya Federal ya Dilind. Dadgehê biryara cezayê hetaheta li endamê Dewleta Îslamê-DAIŞ birî. Ev biryar çawa biryareke dîrokî ye. Ji ber ku di dîrokê de, hêz û aliyên Îslamî, yên komelkujiya Êzidiyan kirine nehatine darizandin û cezakirin. Hebin jî min nedît. Tenê Mîrê Kor yê Rewandizê ji aliyê Dewleta Osmanî ve hatiye cezakirin, ew jî ne ji ber ew bi hovîtî çû ser Êzidiyan û ew qirkirin. Ji ber ku ew kelem bû, ji bo dewleta Osmanî. Ango; ne ji ber wî Êzidî kuştibûn, qirkiribûn û talankiribûn, ne ji ber ku ew Misilman bûn jî, ji ber Kurd bû, û Kurdbûn ne di berjewendiya dewleta wan de bû. Ango Misilmanetiya Kurd, Kurd ji qirkirinê xilas nekirine, di gelek cihan de bûye sedema tunekirin û pûçkirina wan jî. Lê mixabin hizra serwer hê jî ji binemaliya koledarî û koletiyê ye.

Em vegerin ser mijara xwe. Çima li Almanya terorîstên DAIŞê têne darizandin, lê ne li Iraq û Herema Kurdistanê? Ne li Sûriyê yan li Herema Rojava? Çima heta niha kesên hatine girtin ji raya giştî re eşkere nebûne? Ma kuştin tenê bes e? Çawa ew terorîstê bi navê Taha El Cumaîlî di nava Iraqê, yan Sûriyê û Tirkiyê re xwe digihîne Yunan yan Almanya? Çima dozgerên Almanya dikarin xwe bigihînin kesên wiha lê yên din na?

Ma terorîstên Dewleta Îslamê-DAIŞî tenê li Almanya hene? Yan çima li welatekî Misilman nehatine û nayên darizandin? Yan kuştin û qirkirina Êzidiyan nabe tawan ji bo dewletên Misilman?

Helbet hêj gelek pirsên din dikarin lê bêne zêdekirin. Lê ka kî dê bersiva pirsan bide? Berpirsiyar ji pirsê dûr in. Yan jî ne pêwîst e gava Êzidiyek û Êzidî bên kuştin, meriv bike mijar ji bo cinên "bilind"? Yan jî ne di berjewendiyên aborî û siyasî de ne ji bo wan?

Mirov, miletek û welatek tu car, nabe cihê rêzê û qîmetê, eger nebe xwedî normên exlaqî û gerdûnî. Em nikarin gazincên xwe tenê ji "dijminên" xwe bikin. Ne rast e, ew ji reva ji berpirsiyariyê ye.

Biratî ne bi peyvê ye, bi erkên biratiyê, yên hevwelatiyê û nirxên hevbeş re rabûne.

Heta niha ne diyar e, çend DAIŞî di destê Herema Kurdistanê û Rojava de ne. Çend li Iraqê yan li Tirkiyê girtî ne. Yên jinên Êzidiyan kirin koleyên seksê û li bazaran firotin, qet yek nabe mijar di rayagiştî de? Yên hatine berdan, ji xwe kesek nema qala wan dike.

Bi biryara dadgeha Almanya re, di dîrokê de cara yekem e komelkujên Êzidiyan têne cezakirin. Bi hêviya Herema Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî ji xwe re bikin mînak û ew kesên di destê wan de ne bêne eşkerekirin. Herwiha ew kesên sûcê mirovahiyê kirine bêne ber dadgeheke navdewletî. Ya li hemberî Êzidiyan hatiye kirin, qirkirin e û pîvanên qirkirinê berdest in. Bi vê biryarê deriyê darizandina li dadgeha navdewletî, ya tawanên li dij mirovahiyê vebû. Êzidî û dilsozên Êzidî û Êzidayetiyê dest ji vê bernadin heta bi encam nebe.

Cezakirin dê birîna qurbaniyan sax neke, lê wê bide nîşandan ku li vê cîhanê tu sûc bê ceza namînin. Û tiştek kuştin û qirkirina mirov helal nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Diyar Sadî

Qonaxeke metirsîdartir a êrişên elektronîk

Çiqas teknolojî bêtir bi pêş ve here, hêza dijberên wê jî zêdetir dibe. Yek ji wan êrişkarên cîhana dîjîtal in ku li ser du çînan hatine dabeşkirin. Armanca çînekê ji wan çareserkirina pirsgirêkên şirket û welatiyan e seba misogerkirina jiyaneke parastî di qada dîjîtal (siber) de. Armanca çîna din jî wêrankirin û dizîna agahî û daneyên şirketan ji bo meremeke taybet e.