Bobelata serjimêriyê

Heger gotar, daxuyanî û mijarên ku li dijî pêkanîna serjimêriya giştî ya nifûsa Îraqê têne weşandin, ji bo zimanên miletên din bên wergerandin dê mitûmat bibin ka çawa dibe hin kes hebin li dijî pêkanîna serjimêriya giştî ya welatê xwe bin. Di demekê de ku di pênaseya herî xwerû de serjimêrî hîmê nexşe û plana her cure siyaseteke birêvebirinê ye ku bixwaze xizmetguzariyê pêşkêşî miletê xwe bike.

Bêguman, rast e ku serjimêrî ji bo birêvebirina welêt girîng e lê ger welatek bi armanca rastîn a xizmetkirina welatiyên xwe bixwaze serjimariyê pêk bîne.

Li Îraqê, di ti dem û dewranekê de serjimêrî ne ji bo armanca xwe ya rastîn bû, li şûna ji ber nakokî û hevrikiyên neteweyî û mezhebî yên pêkhateyên wê, serjimêriya şêniyan bûye amûrek di destê kesên pê radibin de seba qelskirina pêkhateyên din.

Brîtanyayê dixwest Mûsilê bi Îraqê ve girê bide

Tewra yekem pêvajoya serjimêriyê ku Brîtanyayê li Îraqê pêk anî, ji bo armanca siyaseta dagirker a Brîtanyayê li Îraqê bû ku dixwest Eyaleta Mûsilê bi Îraqê ve girêbide. Ji bo rewakirina vê stratejiyê, li piraniya navçeyên Eyaleta Mûsilê, xasma navçeyên hevsînor ligel navçeyên Erebî yên girêdayî Eyaleta Bexdayê, hejmareke mezin a Ereban li wan deveran tomar kir ku ji bilî Kurd, Xirîstiyan, Cihû û Tirkmenan, ti kes li wir nejiyaye.

Piştî amar û serjimêriya Brîtanyayê jî, hemû serjimêriyên ku dewleta Îraqê ya serdema padîşahî û komarî ku her du jî desthilata Erebên Sunî bûn pêk anîne; bi armanca lêxistina Kurd, Tirkmen û Şîeyan, gelek sextekarî û hejmarên derewîn tomar kirine.

Li Îraqê ti amar û serjimêrî nînin ku îsbat bike ji yên din paqijtir bû. Tewra bi xeletî darazek li ser serjimêriya sala 1957 hatiye dayîn ku loma piştî hilweşîna Sedam bûye bingeh, ji ber ku serjimêriyeke dûrî sextekariyê bû. Lê bi rastî ji ber wê yekê nebûye bingeh ku qaşo bê sextekarî bû li şûna, ya yekem ji ber vê yekê bû ku serjimêriya dawîn a berî hatina Basiyan bû ku hemû alî li ser vê yekê hevdeng bûn ku Basê dest di amar û serjimêriyan de werdaye.

Ne Kurdan ne jî Şîeyan nedixwest li ti amar û daneyên serdema Basê mikur werin loma jî vegeriyan serjimêriya sala 1957an. Her wisa sedemeke din jî ew bû ku ji bo wê dema temenê dewleta Îraqê wisa baş hat dîtin ku ne xwe bispêrin amarên destpêka avabûna dewletê ne jî xwe bispêrin dane û zanyariyên bi dawîbûna wê, li şûna ji (1921-2003) nîvê serdemê wekî pîvan bê wergirtin.

Kurt û Kurmancî, qelem di destê kê de bûye, ji xwe re zêdetir nivîsandiye!

Amar û serjimêriya sala 1957an jî mîna yên berî û piştî xwe, tijî sextekarî ye. Wekî mînak li bajarekî nola Kerkûkê, ji ber ku piraniya karmendên ku ji bo tomarkirina navan di pêvajoya serjimêriyê de hatine diyarkirin ji pêkhateya Tirkmen bûn, piraniya niştecihên Kerkûkê wekî Tirkmen hatine nivîsandin. Di demekê de ku di serdema desthilata Osmaniyan de jî, ti carî Tirkmen li Kerkûkê ne piranî bûn. Kurt û Kurmancî, qelem di destê kê de bûye, ji xwe re zêdetir nivîsandiye.

Piştî ketina Sedam Husên, hêviyek hebû ku ev stemkarî bên rastkirin, berî her tiştî jî rastkirina hejmara şêniyan û hejmara pêkhate û neteweyên cuda yên Îraqê. Di rastiyê de, ji ber ku ketina Sedam ne ketina hişmendiya desthilatdariyê lê ketina karakteran bû loma bi bafik û hincetên cihêreng rêgirî hat kirin ku serjimêriyeke realîst û dûrî armancên siyasî bê kirin.

Dema Amerîkayê Îraq bi rê ve dibir, pir dixwest serjimêriyeke giştî pêk bîne û wekî birêvebirina hemdem a cîhanê bike hîmê danîna siyaseta birêvebirina Îraqê. Ji ber ku cara ewil bû ku Kurd jî bi azadî vedigeriyan ser erdnîgariya xwe li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û tevî ku pêvajoya Erebkirinê nehatibû betalkirin jî lê heta radeyekê rawestiyabû. Armanca wan ew bû ku serjimêriyeke bê hîle û sextekarî bê kirin û dawî li wan hejmarên derewîn û sextekar were ku bûbûn gef li ser nasnameya axê û guhertina demografiya bajar û herêmên Kurdan.

Bi sedhezaran Ereb anîn Herêma Kurdistanê

Aliyên Ereb, Sunî û Şîe, li dijî pêkanîna serjimartinê bûn û karîbûn nehêlin di wê dema ku wekî kevneşopiyekê her 10 salan carek hatibû danîn ji bo pêvajoya serjimartinê û divabû pêvajo sala 2007an de bê kirin, nehiştin û heta sala 2010 bipaş xistin. Ew jî nekirin qaşo dê sala 2017an serjimartina giştî pêk bînin. Ji ber ku wê demê jî pêkanîna pêvajoya serjimêriyê bi xwestekên mezhebî û şovenîst ên ku wekî stratejiyekê jê re kar dikirin, li hev nedikir, sala 2017an jî xwe ji pêkanîna wê vedan.

Ji ber guhertinên ku di dawiya sala 2017ê de li herêmên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê rû dan û her wiha ji ber bûyerên ku heman salê di dawiya şerê DAIŞê de li herêmên Suniyan çêbûn ku her du jî di berjewendiya stratejiyên olî û netewperest ên Şîeyan de bûn, êdî desthilata Şîe dest bi danîna plana serjimartinê kir. Gengeşeya pêkanîna vê pêvajoyê çend salan dom kir û piştî wergirtina hemî prosedurên pêwîst ji bo pêkanîna serjimartinê, Şîeyan biryar da ku di meha 11an a îsal de ango 2024 pêvajoya serjimartinê bê kirin.

Ji bo kêmkirina nerazîbûnê yan jî bidestxistina rizamendiya Sunî û Kurdan, Şîeyan biryar da ku di forma navtomarkirinê de netewe û ol neyên qeydkirin. Ev wekî rengekî çavgirêdan û avêtina tozê li ser çavê Sunî û Kurdan e, çimkî tomarnekirina ol û neteweyê tiştekî ji pêvajoya Şîekirin û Erebkirinê ye ku niha li herêmên Sunî û Kurdan tê meşandin kêm nake.

Bi sedhezaran Erebên Sunî ku ji cihên xwe hatin hilkirin û ji bo Herêma Kurdistanê hatin şandin, dê di siberojê de bibin sedema gef û metirsiyê li ser bajarên Herêma Kurdistanê, ji wê hejmarê zêdetir jî Erebên Şîe anîne herêmên Suniyan. Ji bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî jî bêyî guhdana bi hevrikiya olî bi sedhezaran Erebên Şîî û Sunî anîne navçeyên Kurdistanî. Tiştê ku ji bo desthilata niha ya Bexdayê girîng e, tomarkirina wan kesan li ser vê erdnîgariya nû ye, çi Ereb bin, çi Şîe bin, çi Faris û Efxan bin ne girîng e. Ya girîng tomarkirina navê wan e wekî şêniyên gund, bajar û bajarokên ku li wan têne tomarkirin. Armanc ji bo paşerojê ye ku di miamele û hemû karûbarên fermî de wekî welatiyên wê deverê têne hesibandin.

Armanca wan zêdekirina Ereban e

Plan bi awayekî ye ku piraniya gundên Kurdan ku vala ne yan jî çend malên Kurdan li wan mane, gelek caran li hember hejmara Kurdan, welatiyên Ereb li wan gundan têne tomarkirin. Her wisa ev siyaset li bajar û bajarokan jî tê meşandin. Ji bo siberojê dê hemû bibin welatiyên navçeyên Kurdistanî û ji hêla hejmarê ve dê ji hejmara Kurdan zêdetir bibin. Dê rojek were jî ku wan bikin amûra cîbicîkirina destûrê ji bo yekalîkirina nasnameya wê xakê û di pêvajoyeke dengdanê de dê bikin parçeyek ji Welatê Ereban.

Çawa ku aliyên Ereb çend caran rê li ber pêkanîna serjimariyê girtin û li benda derfetekê li berjewendiya stratejiya erebkirin û şîekirinê bûn, divabû piştî 16ê Oktobirê û guhertina rastiya dîmografî ya navçeyên Kurdistanê, bi ti awayî Kurd razî nebûna serjimêrî were kirin heta piştî cîbicîkirina madeya 140ê nemaze li wan deveran.

Ji bo pêşîgirtina li vê yekê jî, çeka destûrê di destê Kurdan de bû ku bi zelalî di destûrê de Erebên ku di çarçoveya pêvajoya Erebkirinê de anîne ser wê erdnîgariyê, wekî 'xureba=xerîb' hatine binavkirin û li gorî destûrê divê li cihên xwe yên berê bên vegerandin, paşê serjimarî bê kirin. Pêkanîna serjimariyê niha ne tenê wan dike malxwê, li şûnê, Erebên ku niha jî hatine anîn wê bibin welatiyên van herêman.

 

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)