Sibata bê

02-10-2023
Aryan Ferec
Nîşan Sibat Hilbijartin Aryan Ferec
A+ A-

Sibata bê li Kurdistanê hilbijartin e. Ev hilbijartin zêde naşibe yên berê lê belê bêtir mîna hilbijartina destpêkê ya sala 1992yan xuya dibe. Dema ku me cara ewil şensek ji cîhanê xwest û me bi bawerî biland: Em hêjayî wê yekê ne ku hûn derfetekê bidin me!

Wisa dixuye ku hilbijartina sibata bê, dê mîna yên berê nebe meydana hevnikilkirina partiyan. Li şûnê, dê bibe derfeteke dereng a wergirtina şensê û teyisandina wêneyê zerhimî yên demokrasiya ezmûna Herêma Kurdistanê. Her wisa, dê giyan û rewatiyê dîsa li saziyên me yên ku rewatiya xwe ji dest daye vegerîne û dê hêjatiya me careke din teqez bike.

Sibata bê pir kêm derfeta serketina filan an bêvan partiyê ye lê sibata bê herî zêde derfeta serketin û cardin rabûna ser lingan a Kurdistanê ye. Bi heman rengî, çavê navxwe û cîhanê jî pir kêm li ser hevrikî û pêşbaziya ajendayên partiyan e û hêvî bêtir li ser vegera me hemûyan li prensîbên bingehîn ên destpêkê û serrastkirina jirêderketin û xeletiyan in.

Di sibata bê de, wer dixuye ku pêwîst e em hemû careke din bidin ser rêya teqezkirina vê rastiyê ku: Em miletekî demokrasîxwaz in û dixwazin di ezmûna demokrasiyê de bi ser bikevin. Tevî her şikestinekê jî, lê belê em dîsa jî li ser hêjatî û serketinê rijd in. Çawa ku berê ji me dihat hêvîkirin ku em di jiyana demokratîk û hilbijartinên wê demê de, ji Iraqê re bibin mînak û em şewqê bidin ser wê derê jî.

Divê em her û her wisa bin, ne ku em hilbijartinan nekin û bixwazin nola demokrat jî bên wesifkirin. An jî em hincetan bidin destê dadgeha wê derê ku li ser bafika paşxistina hilbijartinan û jidestdana rewatiyê, karê saziyên me bide rawestandin!

Sibata bê, em ê pabendbûna xwe ya bi prensîbên bingehîn bihêztir bikin. Em ê kelem, kil û kêmasiyên xwe ber bi çareseriyê ve bibin lê di heman demê de, em ê wê rastiyê jî bi tundî biparêzin ku çavkaniya hebûn, man, desthilat û rewatiya vê herêmê ne serketin û hêjatiya elîta wê ya siyasî, li şûnê gelê wê ye û her wisa doza rewa ya gelê wê ye.

Ev herêm milkê Kurdistaniyan e ku her yek ji wan seba avabûna wê rastî çîrokeke pir trajîk û kambax hatiye. Loma jî, ev herêm dê her bimîne, hilneweşe û ji holê neyê rakirin. Qad û elîta wê ya siyasî jî ji bilî amûr û alavên xizmetkirina gel û berjewendiyên wî yên niştimanî yên bilind û neguhêr, ne tiştekî din in.

Sibata bê derfet e ku em dîsa her kesî piştrast bikin ku: Me sed salî seba azadî û mafên merivan xebat kir û em azadî û mafên merivan û prensîbên ku bi dehan sal in cîhan kirine dost û piştgira me, wekî prensîbên xwe yên neguhêr û baweriyên xwe yên xurt û mafên bidestxistî yên gelê xwe dibînin û em xwe ji wan nadin paş, em ne gelê xwe yê azadîxwaz û ne jî cîhanê ji xwe bêhêvî nakin.

Em dost û xemxweran piştrast dikin ku em ê navê pîroz ê Pêşmergeyan, ne li ser hêzeke perçebûyî û girêdayî partiyan lê belê li ser artêşeke niştimanî ya yekgirtî û pabendî ax û welatê xwe bineqşînin. Her wiha, em ê dezgeh û saziyên xwe yên niştimanî ku bi xwîn û xebatê hatine avakirin, bilind û bi rûmet û ji her destwerdanê dûr bihêlin.

Em ê wekî sîwan, sîber û lêvger li qanûn û serweriya qanûnê binêrin. Hêzên me yên siyasî tevî newekhevî û cudahiyê, ne tenê pişta hev bernadin û pişta miletê me naşikînin lê belê di qada parastina maf û nan û heqên gelê me de, dê hemû bibin yek û yek dest û yek dil bin.

Me heyamekê rêya bihevreyî û yekdestiyê nîşanî pêkhateyên din ên Îraqê dida, me bi yekrêziyê maf û destkeft ji gelê xwe re bi dest anîn, êdî çawa li Bexdaya ku niha ji bilî dengê zelal ê yekdengiyê, tu dengekî din nayê bihîstin, em ji hev tertûbelav bibin û her yek li sazekê bixe!

Kurt û kurmancî: Heke çavê me li rabûn û xurtbûnê ye, divê em wan hêviyên li jor qalkirî wekî xewnên binefşî û helbestwerî nebînin lê divê em sibata bê bikin sibata xurtkirina baweriyên neguhêr, xurtkirina hîmên demokrarîk, vegerandina hêz û rewatî û baweriya bi dezgeh û saziyan û coşandina jiyana siyasî û bilindragirtina berjewendiyên bilind ên gel û terxankirina tevan ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyana gelê xweragir û li jêr kirîzê yê Kurdistanê.

Her ji vê nêrînê bû jî ku Serok Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya di kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, tu erkek li pêş hêzên siyasî, nexasim PDK û YNKyê ji erkê biserxistina hilbijartina sibata bê girîngtir û çarenivîssaztir nedît, ji ber ku bi baweriya wî, hilbijartin ku bingeha sereke ya rewatiya desthilat û hukimdariyê ye, dê bibe sedema xurtbûna Herêma Kurdistanê û her bi saya wê jî dê pêkan be ku rol, hebûn û bandora pêwîst li Bexdayê ji bo bergiriya li maf, nan û destkeftên gelê me, bê misogerkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst