Min çi li Londonê dît?

Berê Kurdan li deriyên paşin ên koşk û ofîsan serok, serkirde û berpirsên cîhanê didîtin. Niha li deriyên pêşin, bi fermî û bi ala Kurdistanê pêşwaziya fermî li wan tê kirin.

Rast e em bi awayekî fermî wek dewlet nayên temaşekirin, lê li ser asta têkiliyên dîplomatîk, ev demek e wek dewlet li me temaşe dikin!

Tişta ku min di van sê rojan de li Londonê dît û bihîst, wêneyeke zelal da min ku Kurdan kariye di nava van çend salên borî de, bigihin asta ku niha welatên cîhanê yên zilhêz, xasma welatên Rojava li ser asta dîplomatîk wek dewlet bi Kurdan re tevbigerin.

Nêzîkî 9 salan e ku ez li Rûdawê dixebitim û min piraniya serdanên rayedar û berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê rûmal kirine. Ez cudahiyeke mezin dibînim. Sal bi sal pêşwazî fermî û fermîtir dibin, hevdîtin li ser asta bilind dibin. Niha li navçeyê hesab ji Kurdan re tê girtin. Kurd xwedî rol in û guhdarî li wan tê kirin. Kurdan statûya xwe ava kirine û di hevkêşeyên herêmî û cîhanî de jî Kurd wediyên gotina xwe ne.

Min çi dît wexta ku ez li pêşber Parlamentoya Brîtanyayê bûm?

Serokê Herêma Kurdistanê di demekê de serdana Brîtanyayê kir, Brîtanya bi xwe navmala xwe ya siyasî birêk dixist, guhertin di kabîneya Boris Johnson de dihatin kirin û medyaya wî welatî mijûlî germiya nûçeyên guherînan bû. Kirîza korona, pirsgirêka aborî, mijara Efxanistanê û guhertinên kabîneya Johnson rojeva germ a medyayê bûn. Lê zêdebarî van hemî dosyeyên germ ên Brîtanyayê, lê belê pêşwaziyeke germ û bitîn li Nêçîrvan Barzanî kir.

Ji her tiştî girîngtir

Wezareta Derve û Berevaniyê, paşê li girîngtirîn deriyê cîhanê li Downing Street, hejmar 10, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson hevawayê serokên cîhanê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir. Di hevdîtinê de û li balafirgehê jî ala Kurdistanê hatibû danîn û li ba dibû.

Johnson hergav dema ji deriyê Downing Streetê derdikeve silavê li medyayan dike. Carinan jî rojnamevan bi hawar û dengê bilind pirsên xwe dikin. Min jî jê pirs kir. Wî pêşî got, “Tu baş î?” min jî spasiya wî kir û pirsî, “Tu bi dîtina Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweş î?” di besivê de got, “Erê gelekî jî.”

Ev gotûbêjeke kurt di navbera me de bû. Serokê Herêma Kurdistanê gihişt û her duyan silaveke germ a kovîdî, rawestanek ji bo wêneyan û silavek ji bo rojnamevanan kirin û derbasî hundir bûn.

Li pişt deriyê kesk herroj biryarên girîng tên dan û danûstandin û civînên girîng tên lidarxistin. Çiqas xweş bû ew hesta ku min didît pêwendiya dîplomatîk a Kurdan gihiştiye wê astê ku li ber deriyên giring pêşwazî li wan tê kirin.

Gotin têra min nakin, çimkî dema ez li Almanyayê li dibistan û zanîngehê bûm, min digot, “Ez Kurd im û ji Kurdistanê me”, digotin: “Çi? Kurdistan li ku ye li ser vê rûyê erdê.” Xwendekarê Tirk hebû ku nexşeya erdê ji min re anî û digot, “Ala, kerem bike ji me re bêje Kurdistan li ku ye?”, min nedizanî çi bersivê bidim. Heya niha jî, jana wê bêdengî û bêbersiviyê di dilê min de ye.

Ez ne hizbîtî, lê kurdîtiyê dizanim. Lewma ez dibêjim ku ew civînên Serokê Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê kirin balkêş û herebaş in, pir jî têkildarî şêwaza siyaseta kak Nêçîrvan in.

Kurd li ser asta navdewletî gihiştine asteke baş, lê tişta ku nekirine ew e ku ew bi xwe rêza hev bigirin û xwe kêm nebînin, mala xwe bikin yek û dev ji hevrikiyên hizbîtî berdin. Rexnegir bin, lê ne bi rik û kîndarî, lê bi şêwazeke profesyonel.

Ez çima wiha dibêjim? Ez bi saya karê xwe, misêwa bi berpirs û kesayetên siyasî yên Alman û Ewropî re gotûbêjê dikim, tişta ku ji min re dibêjin gelek caran nikarin li pêşber kamerayê bibêjin, lê ez ê niha bibêjim.

Piraniya kesayetên siyasî û serkirdên Ewropayê, xasma Alman, Kurdistan û siyaseta Kurdî û berpirsên Herêma Kurdistanê nas dikin, piraniya wan serdana Kurdistanê kirine. Kesê careke tenê serdana Kurdistanê kiribe, bi Kurdan sersam dibe û dilê wî ji bo Kurdistana min lê dide. Ji min re qala çîrokên bedew û balkêş dikin, lê tişta ku carinan ji min re dibêjin û min pir dilgiran dike, ew e ku piraniya wan dibêjin, divê hûn di nav xwe de yekrêz bin û nabe hûn wiha nakok bin, ji kerema xwe, hûn xwediyên welatekî binirx û kultûreke bedew û xwezayeke herebaş in, hûn çima pê nizanin?

Em çima pê nizanin? Ez li Ewropayê mezin bûme. Lê ez bi zelalî dibînim ku Kurd mubtelayî hevrikiyên hizbî ne û em bi xwe rêza hev nagirin û Kurd hêj siyaseta ezeziyê dikin.

Endamê Encûmena Lordên Brîtanya Ian Austin gote min, “Binihêre, bi baweriya min tekane hokara şikandin û têkbirina DAIŞê, qehremaniya gelê Kurd bû. Pêwîst e ev ji hemî cîhanê re tiştekî îlhamder be. Bi nêrîna min, em li Rojava, bi kûrî deyndarên gelê Kurd in li hember tişta ku ji bo şikandina DAIŞê kir û bakurê Iraqê ji terorîstan rizgar kir. Bi nêrîna min, di encama vê yekê de, em li hember Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd deyndarên nîşandana rêzeke mezin in û divê em her tiştî bikin ji bo ku em vî deynî bidin”.

Austin qala wê yekê jî kir, “ew qerz tenê bi awayekî tê dan, bi wê yekê ku Kurd vê bi aqilmendî bikar bînin û kesên bişiyan ji bo têkiliyan peyda bikin, wek kerteke siyasî bikar bînin, pir ji niha çêtir tiştan bidest dixin.”

Piraniya berpirsên Almanyayê ji min re qala gotûbêjên herebaş û balkêş bi Serok Mesûd Barzanî, herwisa Nêçîrvan Barzanî re dikin. Ji min re qala wan pêngavan dikin ku Kurdan heta niha avêtine zêdebarî şerê DAIŞê û kirîzên ku bi sedema nakokiyên Bexda û Hewlêrê rûbirûyî wan bûne, ji bilî pirsgirêkên welatên cînarên me. Li her cihî proseya demokrasiyê di şev û rojekê de pêk nayê, lê belê pêwîstiya wê bi bêhneke fireh heye, lê belê em Kurd di heman demê de her tiştî û bi lez û bez dixwazin.

Em bi kurtî û pûxtî û bi zimanekî dîplomatîk dibêjin:

- Kurd dixwazin bibin dewlet, lê di nav xwe de nakok in.

- Divê Kurd lobiya xwe bihêz bikin.

–Divê Kurd zêdetir kesên bişiyan û baştir, herwisa jinan bînin nav proseya siyasî (lê ne tenê ji bo rûkara derve be, lê kar bikin).

- Divê Kurd ne mijûlî hevrikiyên xwe bin, lê belê kertên siyasî bikar bînin.