Gelo Berhem Salih vedikişe?

(1)

 

Gelo Berhem Salih vedikişe?

 

Pêşniyara Serok Barzanî, piştî hevdîtina roja înê li gel berbijêrê yekalî yê Yekîtiya Niştimanî (ya Kurdistanê) Dr. Berhem Salih ê bo posta serokomariya welatê bi navê Iraqê û bo diyarkirina berbijêrê hevbeşê Kurd bi rêya dengdanê di nava fraksyonên Kurdistanî de (ku her zû ji aliyê Berhem Salih û YNKê ve hate redkirin), heman ew pêşniyar e ku du roj berî vê hevdîtinê Qasim Sulêymanî dabû YNKê, tevî vê ciyawaziyê ku Sulêymnaî ew jî gotibû YNKê ku di vê proseyê de nabe ku dilê Barzanî bişkê! Hevdem di demên herî dawî de, Hêro Îbrahîm Ehmed jî heman mekanîzm pêşniyar kir û bi wê yekê hem îtîraf bi vê yekê kir, ku ew post mafê YNKê bi tenê nîne û hem jî qedera Berhem Salih hewaleyî fraksyonên Kurdistanî kir, ku di zirara Berhem Salih de ye.

 

Her çend ku çend caran Dr. Berhem Salih ew yek tekez kiriye, ku ew dê demekê berbijêriya bo posta serokomariyê qebûl bike, ku karîbe piştevaniya PDKê û bi taybet jî ya Barzanî bo wergirtina wê postê misoger bike, lê belê niha bi temamî berovajiyê wê ye, di demekê de ku Barzanî ne tenê razî nîne, heta berbijêrê wî jî heye. Berhem Salih rijd e li ser wê yekê ku ew rikeberî biçe nava parlamentoya Iraqê û ew mijar di nava parlamentoyê de were yekalîkirin.

 

Ya rast, piştî gotinên Bavil Talebanî ku got: Ti hêleke sor a YNKê nîne, bêhna hebûna rêkevtineke nihênî jê tê, lê belê reng e ku herdu alî li benda wê bûbin ku ew rêkevtin bandore li encamên hilbijartinên 30ê Îlonê neke, yan jî bi kêmanî li benda encaman bisekinin. Lewma ji niha ve heta wê dema ku berbijêr diçin nav rikeveriyê, egera vekişîna Dr. Berhem heye, tevî ku ragihandiye ew ji berbijêriyê venakişe. Pêşniyara herî dawîn a PDKê bo Berhem Salih ev bûye, ku li hember vekişîna wî, posteke giring û serwerî ji wî re misoger bikin (wezareta derve), reng e beşek ji hevdîtina roja înê ya navbera Serok Barzanî û Berhem Salih jî pêwnedî bi wê bazarê ve hebûbe, lê nehatibe ragihandin.

 

Hevdem li gel wê yekê, PDKê soz daye malbata Talebanî ku li hember wê yekê, dê çavê xwe li ser hemû wan destkevtên maddî bigire ku bi rêya wê postê ve heta niha ji xwe re bi dest xistine, lewma malbata talebanî bi hukmê wê çendê ku hêj di desthilatdariya Kurdistanê de neçarê PDKê ne, û nikarin wisa bi hêsanî ji gotinên Îranê derkevin, bi liberçavgirtina encamên destpêkê yên hilbiajrtinên 30ê Îlonê, reng e di dawiyê de tenazuleke baş bo PDKê bikin û bêjin, ji ber berjenwndiyên giştî yê Kurdistanê û rêgirtina ji çêbûna du îdareyîyê, ew dest ji vê mijarê berdidin.

 

(2)

 

Serkevî her ewî, sernekevî her ewî!

 

Di 2012ê de ku Celal Talebanî nexweş ket, hêjatirîn kesê ku diviyabû du salên din ên Talebanî di wê postê de berdewam bikiriba, Dr. Berhem bû, wê demê malbata Talebanî bi hemahengî li gel Îranê û Malikî û bi berdewamiya xêr û bêrên wê postê û ragirtina balansa navxweyî ya nava YNK, rê nedan ku ew post were tijîkirin. Piştre jî di pîlaneke navxweyî de Dr. Berhem jî şikandin, gelo niha hikmeta wê di çi de ye, ku beşek ji wan (ji bilî Hêro û Şanaz Îbrahîm Ehmed) bi vî wayî pêdagirin li ser berbijêrkirina Dr. Berhem? Hemû çend heftî berî niha bû ku Hêro û du kurên wê beyeta xwe li gel Barzanî dubare kirin, niha xêr e ku wisa derketine meydanê?

 

Ya ku serkirdatiya YNKê li gel cotên birayan û zirkurmanan birêve dibin, projeya jinavbirina Dr. Berhem e weke kesatiyekî siyasî, çimku bo yekemîn car di dîroka temenê siyasî yê Dr. Berhem de, ew karaktorê YNKê ku herdem hizra wê yekê kiriye ku li derveyî mektebên Celalî û Melayî be, rûbirûyê Serok Barzanî kirine. Bi wateke din bi tîrekê du nîşan lê dan; Dibû ku Dr. Berhem kandîdê hevbeş ê PDKê û YNKê bûya, lê belê ew lez û beza di ragihandina navê Dr Berhem weke berbijêr bo posta serokomariyê di cihê xwe de nebû û nîşana pisyarê li ser e. Hevdem di aliyekê din de jî eger Dr. Berhem serkeve, xêr û bêra wê postê ji wan bixwe re ye, eger jî serneket, hem kesatiya Dr. Berhem şikandine û hem jî Hêro Îbrahîm herdu kurên xwe dê bişîne cem Barzanî û daxwaza lêbihorînê jê bike. Ne Barzanî û ne jî PDKê ti defaktoyekek ne qebûl kirine û ne jî ji niha pê ve dê qebûl bikin, lewma heta eger Berhem Salih serkeve jî, nabe rûyê siyasetê li Silêmaniyê û pitir ji caran pêgeha malbata Talebanî bo dirêjîdan bi wê hikmê niha cêgîr dike û Barzanî jî îtîradê pê nake û tevnagere.

 

(3)

 

Komîsyonê bir

 

Ew gola zêrîn ku bi otubusa PDKê û gol lêdana Goran û aliyên din ên komîsyonê li YNKê xistin, demildest rastî bertekên berfireh ên YNKê hat. Heta weke pîlangêriyek li dijî YNKê hat nixrandin. Hemû kes dizane (xuya ye ku hevpeymaniya Dr. Berhem her ji ber vê sedemê jî boykota hilbijartinan ragihand) ku YNK niyeta encamdana saxtekariyên mezin û berfireh e, û heta Dr. Berhem di pêgeha xwe ya nû de dengê xwe neda û naykota xwe neşikand.

 

PDKê bi awayekê gelek zîrekvegeriya bo piştevanîkirina li aliyên din ên derveyî YNKê, heta ku him rêgiririyê li mezinbûna ne asayî ya YNKê bigire, him jî şiyana wê yekê hebe, di egera cudabûn û parçebûna YNKê de, bêyî YNKê jî hikûmetê pêk bihîne, yan her nebe YNK nebe karaktorê sereke di pêkanîna hikûmetê de.

 

Rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinan de, rêjeyeke asayî ye û derkete holê ku rêjeyên berê xeyalî bûne. Lewma serkevtiyê van hilbijartinan bi pileya yekem komîsyona hilbijartinan e ku karî di yekemîn ezmûna xwe ya hilbijartinan de, rûsor ji proseyê derkeve.