Serkeftina exlaq li ser şerên qirêj de!

02-10-2017
A+ A-

Ti serkeftinek bi hêsanî nakevine dest. Bo serkeftinê di demên kirîzên rastîn de ,divê em biwêr bin û xwedî nihêrîneke erênî li hemebr dahatiya xwe bin.


 Bê guman  giştpirsiya  bo serxwebûnê ku  gelê Kurdistan  bi bawerî encam da û têda serket , bo rayedarên Iraqê  di serî de û  Îran û Tirkiyê, bigre hinek aliyên siyasî yên Kurdistanê, şokek bû . Wan bawer nedikirin ku Kurd careke din dê di dema ku ew bawer nakin û xeyalên xav ji xwe re dihûnin, dê rabin û  hefsarê çarenivîsa xwe ji destê wan derxînin.


Me Kurdan  gelek caran ev çerxa eybdar dîtiye ku çawan welatên derdora me bi salane, di navçê de  ji kirîzên demdirêj sûde werdigrin û bo diziya siyasî ya bê sînora xwe meydana Rojhelata Navîn qurt dane.


Bê guman em di serdemekê de ne ku  kes nikare kirîzekê ji kirîza din cuda bike, hemî kirîzên Rojhelata Navîn  bi hev re girêdayî ne  û têne xurt û kûrkirin, piştre jî  ewqasî mezin dibe  ku êdî bi xwe nikarin çareser bikin û vê carê meydan bo hatina hêzên rojavayî  vedibe.


Bi vî awayî  ye ku rêkxistinek weke DAIŞê û Heşda Şeibî û hêzên tayfegerên din serî hildidin,  ku di rastiyê de dîktatorên tayfegerên Rojhelata Navîn bi xwe sedema derketina wan bûne. Hevgirtina van kirîzan , her tiştekî  kulturî, aborî û siyasî dixe nav xeterê û her tiştî hev dialîne û jinav dibe ku peyda kirina rêka revê ji wê gelekî zehmete.


Lê rojgara kirîzan nayê wê wateyê ku divê mirov xwe radestî  doktorîna şoka  wan aliyên dijber û hêrs û xezeba wan bike. Divê em nehêlin  ev şert û mercên ku em têda derbas dibin, derfetek be bo dijberan ku zêdetir ji her carekê me bixin nav dest û lepên xwe de û me biperçiqînin.


Ev dem di rastiyê de, derfeteke da ku  helwêst û xweragiriyeka herî baş ji xwe nîşan bidin.


Me hemiyan karesata  şerê DAIŞê dît, dema ku diviya  berpirsyar û xwedan çek û artêşên rêkxistî  û  hêzên xurtên navçeyê  li hember DAIŞê rawestin, di sergêjiya xwe de wenda bibûn û ev em kurd bûn  ku em hev civiyan û bi îradeya xwe  me ji xwe û ji cîhana ku îro mafê me ji me re zêde dibîne berevanî kir.


Em bûn ku me bihust bi bihustê welatê xwe ji aware û koçberên Iraqa jihevketî  re kire sitargeheke bê mînak.


Reftar û helwêsta welatên cîran, tenê kiryareke îroyîn nîne, belku dîroka dirêja hukimranên wan a li hemberî Kurdan nîşan dide. Herweha  asta civakiya wan gelan jî diyar dike, ku  çawan şanaziyê bi bindest kirina  gelekî din dikin. Helbet em jî  carekê ji dîroka xwe dizivirin  û tînine bîra xwe ku  di demên pir jî kirîz û xeteriyên mezin da tu carî me gav paşda ne avîtine, bigre  xezeba neyaran çiqasî mezin be, em jî ewqasî  berev pêşva gavan radikin.


Serkeftinên me yên ku bi dû xwe guhertinên mezin çê kirine, tu caran bi hêsanî yan jî bi berxwedaneke  kêm bi dest me ve nehatine. Em, ji rabihoriya xwe ya bindestiyê ji dil bêzarin û bo serkeftinê di demên xeteriyên mezin de  herdem biwêrtir ji her carê bûne û herdem xwedî nihêrandineke erênî bo dahatiya xwe bûne. Niha jî em ew demokrat û biryar bidestên westiyayî yên cihanî wîsa han didin ku bikaribin  cîhaneke baştir  xeyal bikin û ava bikin.


Giştpirsiya Başûre Kurdistanê, nîşan da ku ji bilî bindestkirin û sivikatîkirina bi gelekî  rêkeke din jî heye.


Başûrê Kurdistanê bû zimanê rastî û dadperweriyê û bi îrade û dengê Kurdistaniyan li hemberî sebebkarên karesatên Rojhelata Navîn  serî hilda. Niha jî  bi zimanê gotubêjan û peyama xwe ya aştiyane vê yekê  bo ew guhên ku kerr nînin re dibêje, ev çarenivîsa Rojhelata Navîn nîne, ku her dem bibe meydana şerên qirêj. Di hemî dîroka Rojhelata Navîn de tu welatekî  şerê rastiyê nekiriye û bo rastiyê û dadperweriyê leşkerkêşî nekiriye ser çand û hebûna welatekî din.  Di vê  herêma pir ji alozî, tenê Kurd bûne ku her dem ala rastiyê û dadperweriyê rakiriye, tenê bûna Kurdan jî her ji ber vê yekê ye. Tenê Kurd bûne ku di xebata xwe de hem sitratijiya exlaqî, hem jî sitratijiya serkeftinê şopandiye, giştpirsiya Kurdistaniyan li ser vê bingehê pêk hat û kevirên guherîna Rojhelata Navîn dide ser hev.


Dijberiya welatên cîran, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê jî, ji Kurdan û afirandin û serxwebûna wan, jiber  jinavçûna pîlanên wan yên tayfegerî û regezperestiyê ye. Lê li gel tirsa wan rastiyeke zaf girîng heye, ev jî eve ku pêwîstiya serketina exlaq li meydana  şerên qirêjên Rojhelata Navîn de heye.


Di dawiyê d peyama min bo welatên cîran ev e ku, qet qet sitara xwe nebin bi neteweperestiyê û hewl nedîn bo wergirtina dengê neteweperestên xwe, vê çekê li hember kurdan bikar bigrin. Ji ber ku dîrok şahide, tu gelek bi qasî kurdan neteweperest nîne û tu serok û rêberek jî bi qasî serokê kurdan neteweperest nîne. Ev çek dê berev we bizivire.


Dest ne avêjin bi çeka tayfegeriyê jî, çimkî kurd sembola aştiya tayfeyane û hûnê şermezarî gel û teyfeya xwe bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst