Zêdebûna hilberîna gazê li Herêma Kurdistanê derfet an jî astengî ye?

02-09-2024
Mehmûd Baban
A+ A-

Roja 19ê Tebaxa 2024an Kompanyaya Dana Gasê bi rengekî fermî û bi daxuyaniyekê ji Bazara Darayî ya Ebû Zebiyê (ADX) dawî li peymana karkirina Kompanyaya Enerflexê ya Kanadayî anî. Kompanyaya Enerflexê li ser temamkirina projeya gaza Kormor KM250 kar dikir. Heta niha nehatiye behskirin ka dê kî projeyê biqedîne û dê kengî kuta bibe?

Projeya zêdekirina asta hilberîna gazê li zeviyên Kormor û Çemçemalê ji aliyê Dana Gas û hevkarên wê ve vedigere sala 2019an, ango vedigere dema îmzekirina "peymana 20 salî ya firotina gazê" bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re lê ji ber korona û berdewamiya êrişên dronan, çendik û çend sal in karên wê hatine rawestandin û proje nayê qedandin. Êrişa dronê ya herî dawî jî ku Nîsana îsal bû, bû sedema vekişîna wê kompanyayê, çimkî ji bilî ziyanên madî, bû sedema canjidestdana çend karkerên wê jî.

Gelo projeyeke di ser 800 milyon dolarî re ku ji çaran sisêyê karên wê kuta bûne, divê were terkandin an îsal bê qedandin! Li vir em ê balê bikişînin ser zêdebûna hilberîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê û em ê li bersiva vê pirsê bigerin 'Gelo zêdebûna vê berhema ku li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê tê xwestin, li vê deverê û di paşerojê de firsend e yan jî pirsgirêk e?'

Projeya KM250 û çîroka Equestrian û Enerflexa Kanadayî

Projeya KM250 li zeviya gaza Kormorê bi tibaba 806 milyon dolarî tê çêkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 250 milyon dolar wek deyn jê re dabîn kir gava di Kanûna Yekem a 2020an de, proje ji aliyê Kompanyaya Equestrianê ya Amerîkayî ve hat destpêkirin. Paşê di 2022yan de ev şirket ji hêla Enerflexê ve hat kirîn û kutakirina projeyê dîsa hat destpêkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji pêşiyê ve her du şirketên Tirkî yên Bilster û Havatekê fena belênderên duyem karên xwe bi Equestrianê re cîbicî dikir.

Vêga ji çaran sê zêdetir ji projeyê qediyaye. Ger karên din ên mayî jî biqedin, rojane hilberîna 250 milyon metrekup gaza din jî dê li zeviyên gazê yên Kormor û Çemçemalê zêdetir bibe. Ev tibabeke mezin e. Tevî ku plana berfirehbûnê di destpêkê de ji bo 500 milyon metrekup gaz di rojekê de bû, ji bo ku asta hilberîna gazê li Herêma Kurdistanê bigihe 1 milyar metrekup di her rojekê de.

Li gorî agahiyan, di dema borî de, karkirina li ser projeyê ji hêla Dana Gasê û hevkarên wê ve berdewam bû lê ne wek wan rojan e ku zêdeyî 1500 karkerên şirketa Enerflexê û belênderên wê li ser avakirina projeyê kar dikir.

Her çend Enerflex dibêje ku wê ji sedî 85ê projeyê qedandiye, lê li gorî agahiyan rêje ji sedî 75 bêtir e û karên wek avahîsazî, danîna amûr û alavên proseya hilberîna gazê û kirîna amûran kuta bûne lê karên pir hûr wek girêdana kablo û têl û elektrîka projeyê hê xelas nebûne. Ev kar hûr in û dem ji wan re pêwîst e her çend zêde nemane jî.

Şirketa Enerflexê di rapora çaryeka yekem a 2024an de balê dikişîne ser kêmbûna dahata kompanyayê ji ber derengmayîn û zêdebûna lêçûnên projeya gaza KM250 a Kurdistanê ku bi navê EH Cryoyê tê naskirin. Enerflex dibêje "Em pêşbîniya zêdebûna lêçûna texmînkirî ya temamkirina projeyê dikin. Ev dê bibe sedem ku em bi 41 milyon dolarî ziyan bikin."

Di vê navberê de behsa hatina şirketa Havatekê ya Tirkî ji bo kutakirina projeyê tê kirin ku berê jî belêndera duyem a cîbicîkirina vê projeyê bû. Ger ev şirketa Tirkî rasterast projeyê ji Dana Gas û hevkarên wê wergire, wê demê divê em paşguh nexin ku şirketa Havatekê di salên borî de avakera her sê santralên elektrîkê yên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bû û nêzîkî salekê ye jî mekanîzmayeke nû ya peredanê ji bo gaza ku ew santral bi kar tînin û şirketa Dana Gas peyda dike, derxistiye holê.

Zêdebûna hilberîna gazê li Herêma Kurdistanê derfet an jî astengî ye?

Zêdekirina hilberîna 250 milyon metrekupên gazê di demeke wiha de ger karên wê biqedin, tê wateya yek li ser şeşê tevahiya projeyên ku Îraqê ji bo hilberîna gazê ligel Total Energy a Fransî, Baker Hughes a Amerîkî, CNPC ya Çînî û kompanyayên navxweyî kiriye ku biryar e ji par ve û heta 4 salên bê bikevin warê cîbicîkirinê.

Ev zêdebarî berdewamiya çîroka şewitandina gazê û lewitandina jîngeha wê bi wê gaza ku bi petrolê re tê berhemanîn ku niha jî rêjeya ji sedî 35ê tevahiya gaza ku li Îraqê tê berhemanîn pêk tîne û rojane tibaba 1.19 milyar metrekupên gazê vala xerc dike ku di vî warî de welatê duyem e li ser asta cîhanê.

Ji 20 salan zêdetir e ku Îraqê nikarîbû û pêşî jî lê dihat girtin ku hilberîna gaza xwe bi pêş bixe, tevî bi dehan îmzeyan bi kompanyayên mezin ên cîhanî re û guherandina teşeya peymanan, hawirdekirina gazê berdewam kiriye û gaza xwe vala xerc kiriye ku ger ev awa berdewam bike û komên çekdar nehêlin proje biqedin, wê demê çîroka li pişt avakirina santralên hilberîna elektrîkê bi gazê berî fikirîna li ser peydakirina çavkaniyên gazê di salên borî de zelal û eşkere xuya dike.

Herêma Kurdistanê qonaxeke nû ya hilberîna gazê û mifawergirtina ji gaza heval derxist holê, loma saziya Capitroyê ku yek ji wan saziyan e ku bala wan li ser kêmkirina karbondîoksîtê ye û alîkariya hikûmet û kompanyayan ji bo kêmkirina şewitandina gaza heval dike, dabaşa mînaka hilberîna gazê li zeviya Hesîreyê ya Germiyanê dike û rapora Neteweyên Yekbûyî li ser "kêmkirina şewitandina gaza heval li welatên Erebî" dide zanîn ku Herêma Kurdistanê bi peymanên parvekirina berhemanînê, şewitandina gaza heval qedexe kiriye.

Li gorî daneyên Saziya Zanyariyên Enerjiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (eia2024), ji hêla gazê ve, pişka mezin ji tomeriya hilberîna gazê li Îraqê ya Herêma Kurdistanê ye û pêk tîne ku niha digihe yek li ser çarê tevahiya gaza heval ku li seranserê Îraqê tê hilberîn. Herwisa ger ev proje biqede û asta hilberîna wê bigihe asta ku şirketê plan kiriye, hingê di demeke diyarkirî de nîvê tomeriya gaza li Îraqê tê berhemanîn dê li Herêma Kurdistanê be.

Ev hemû jî di demekê de ne ku Îraq şewitandina gaza heval berdewam dike û heya vêga nikare bala veberhênerên biyanî ji bo hilberîna di vê sektorê de bikişîne bi qezenca rêjeya di ser ji sedî 32 re ji bo kompanyayan, wek me di gera 5+ û şeşem a peymanên gaz û petrolê de dît û biryara serdana Wezîrê Petrolê yê Îraqê ya Amerîkayê ji bo anîna sermayeya Amerîkî ji bo 10 zeviyên gazê di siberojê de.

Dûmahîk

Biryar bû proje Nîsana 2023yan kuta bibe lê ji bo Nîsana 2024an hate bipaşxistin û paşê jî ji bo nîvê duyem ê îsal hate bipaşxistin. Vêga jî behsa dawiya 2024an tê kirin. Çawa dibe bila bibe, proje berê bi sedema êrişên milîsan dereng ket lê vêga pirs ev in: Gelo li Îraqê kî li dijî temamkirin û zêdekirina hilberîna gazê ji bo Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê ye? Amerîkiyên ku 250 milyon dolar bi deyn dane Dana Gasê, dê dev ji kutakirina wê berdin? Dayîna projeyên hilberîna gaz û petrolê li navîn û başûrê Îraqê bi Crescent Petroleumê dê bandoreke çawa li ser qedandina projeyê û berfirehbûna wê di siberojê de bike? Temamkirina vê projeyê heta çi radeyê têkildarî çaxê nêzîkbûna nûkirina peymana navbera Îran û Tirkiyê li ser gazê ye? Gelo Dana Gas dê ji bo kutakirina projeyê çi bike? Dê bi xwe bi vî rengê sist ê vêga kuta bike yan jî dê hevkarine din bîne da ku karên xwe îsal biqedîne?

Di dawiyê de, Enerflex destnîşan dike ku tevî nirxandina rewşê û hemî vebijarkên ji bo karkirinê, lê cihê projeyê ne ewle ye, ev yek jî encamek e ku ji hêla pisporên ewlehiyê ve tê piştgirîkirin, nexwe çi dikare were kirin da ku wê tirsa ewlehiyê ji holê rake û rewşek were afirandin ku şirket karibin projeyê temam bikin? Bila em li bendê bin…

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Kawe Emîn

Îbrahîm Ehmed çi ji Mela Mistefa Barzanî re gotibû?

Bi rêya çepên di hundirê PDKyê de, Partiya Komunîst a Îraqê bi hêdî gorek ji PDKyê re dikola. Di rewşa herî baş de dixwestin wê bikin şaxeke maqûl û îtaetkar a partiya xwe lê di kongreya pêncem a PDKyê de ku Fûad Baban bi xwe endamê kongreyê bû, dibêje: Mela Mistefa bi rêya bilindkirina Mam Celal û Îbrahîm Ehmed û rakirina Hemza Ebdulla, PDKyê ji mirineke tekez rizgar kir. Fûad Baban dibêje ger ne ji Mela Mistefa bûya, bê guman tiştek bi navê PDKyê nedima û dê di nav Partiya Komunîst de bihata helandin.