Rewşa xerab a civaka Xiristiyan
Tiştê ku civaka Xiristiyanan li Îraqê pê re rû bi rû maye, dikare nola kîndariyeke kûr û dijmintiyê were pênasekirin. Ji sala 2003yan û vir ve, Xiristiyanên navîn û başûrê Îraqê rastî kuştin, reftara xerab, revandin, cudakarî, koçberî û derbiderkirinê hatine.
Ji sala 2003yan û vir ve, zêdetirî sedan dêr û kilîse rastî êrîşan hatine û bi dehan oldarên Xiristiyan, di nav wan de keşîş, metran û keşe hatine kuştin, revandin û îşkencekirin. Ji sala 2003yan û vir ve, nêzîkî 1350 welatiyên Xiristiyan li Îraqê hatine kuştin.
Ji tomeriya 2,1 milyon Xiristiyan jî, nêzîkî ji sedî 80yê ji wan ji Îraqê bar kirine û li welatên din hêwirîne. Yên din jî koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Ev yek jî piştî destpêşxeriya dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî di sala 2003yan de sergihayî bû. Armanca vê destpêşxeriyê peydakirina stargeh û cihê vehewînê ji bo tevahiya pêkhateyên olî yên Îraqê bû.
Ne tenê dijî patriyark e
Gergerînoka berdewam ku îro Xiristiyan tê de wer bûne, rewşa ku berê cihû li Îraqê pê re rû bi rû mabûn tîne bîra meriv. Milîs û komên çekdar ku armanca wan ew e ku destên xwe daynin ser mal, milk û erdên Xiristiyanan li navçeyên fena Deşta Neynewa û bajarên din ên Îraqê, di vê hewldana xwe de rastî astengiyeke bingehîn hatine. Ev berbend jî Patriyarkê Kilîseya Katolîk a Keldanî Lwîs Sako bû.
Lwîs Sako rêberê ruhî yê dêra herî mezin a Îraqê ye, ku Keldan nûnertiya nêzîkî ji sedî 80yê Xiristiyanên Îraqê dikin, dijî çêkirina mîlîs û koma çekdar a Xiristiyanan bû. Cenabê Sako hertim nav di hikûmeta Îraqê dide ku kar bike ji bo girtina rê li ber çêbûna komên bi vî rengî, ji ber ku Xiristiyan dijî hikûmeteke qels in û ligel hebûna hikûmeteke aram û saxlem in.
Kesayetên bibandor wekî metranan (Encûmena Metranên Neynewayê) jî dijî çêkirina milîs û komên çekdar û zeftkirin û bidestxistina nûnertiya siyasî ya Xiristiyanan li Parlamentoya Îraqê ne, bi rêya bi deh hezaran dengên derveyî pêkhateya Xiristiyan. Ev deng ji hêla milîs û komên çekdar ve hatine komkirin ji bo piştevanîkirina kes û hêzên nêzîkî xwe ku li ser Xiristiyanan ferz kirine. Armanca vê yekê jî xurtkirina statûya siyasî ya wan milîs û komên çekdar e.
Berxwedana Xiristiyanan milîs û komên çekdar matmayî hiştin û bû sedem ku ew mîlîs serokê dêra herî xurt a Xiristiyanan li Îraqê armanc bigirin. Armanceke wan ji vî karî hebû, ew jî ew bû ku kesên din ji dijberiya siyasetên hegemonîk ên xwesepêner li Deşta Neynewayê sar bikin.
Lê vî karê wan berdewam kir û bi neçarkirina hevpeymanên xwe ji bo ku bandorê li ser biryara saziya serokatiya komarê bikin, gihişt asta herî bilind. Ev jî bi rêya derxistina mersûm (biryarnameyeke) serokatiya komarê ji hêla Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd ve ji bo kişandina mersûmeke serokatiyê ya têkildarî Lwîs Sako ku berî 10 salan hatibû derxistin.
Bêdengkirina Xiristiyanan
Di demekê de ku mersûmên din ên serokayetiya Komara Îraqê yên taybet bi keşîş û rêberên din ên Xiristiyan rastî tu guhertinê nehatine, armanc û peyameke armancgirtina Lwîs Sako heye: Peyam ew e ku divê Xiristiyan bêdeng bibin û tew hevkariya kampanyaya mîlîs û komên çekdar a ji bo guhertina demografiya axa bav û kalên xwe li Deşta Neynewayê jî bikin!
Lwîs Sako ji Tîrmeha sala 2023yan ve berî da Hewlêrê. Li Hewlêrê cenabê wî ji hêla hikûmet û xelkê ve bi germî hat pêşwazîkirin. Bijarteya wî nîşana nerazîbûna ji kir û karên Serokkomatê Îraqê û mîlîs û komên çekdar e. Bi hezaran Xiristiyan li Îraq, Herêma Kurdistanê û deverên din dengê xwe li hember wê biryara nerewa bilind kir.
Tevî van nerazîbûnan, ne hikûmeta Îraqê û ne jî serokatiya Îraqê ji bo bersivdan û nehiştina wê kambaxiyê yan jî bidawîkirina wê guhertina demografî ku li navçeyên meshîhiyan li Deşta Neynewayê heye, gav neavêtine.
Deşta Neynewayê di destê milîsan de dîl e
Roja 4ê Tebaxa 2023yan, Encûmena Metranên Neynewayê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza pêngavên demildest ji hêla Hikûmeta Îraqê ve kir ji bo rawestandina guhertinên demografî yên berdewam li Deşta Neynewayê.
Ev guhertin gefê li hebûna civaka Xiristiyanên navçeyê dixwe. Wekî din jî, Encûmena Metranên Neynewayê daxwaza derxistina qanûneke taybet bi hilbijatinê kir ku piştrast bike ku dê nûnertiyeke rastîn a Xiristiyanan li Parlamentoya Îraqê were kirin û kursiyên wan dê bi dengên dengderên neXiristiyan nekevin jêr kontrola mîlîs û komên çekdar.
Keşe û bi hezaran kesên beşdarên xwepêşandanê matmayî man dema dîtin ku mîlîs û komên çekdar dest bi girtina xalên kontrolê kirin û rê li ber rojnamevanan jî girtin. Herwisa, nehêlan Xiristiyanên bajar û gundên din beşdarî xwepêşandanê bibin.
Divê Xiristiyan çi bikin?
Pêwîst e Xiristiyan û pêkhateyên din hewldanên xwe bikin yek û tevgera xwe li ser asta navxweyî û navdewletî organîze bikin. Divê aliyên Xiristiyan (Keldan, Aşûrî, Suryanî û Ermenî) tevî Êzidî, Kakeyî û Tirkmenan fêm bikin ku eger bi tenê bin, dê winda bikin lê eger bi hev re bin û yekgirtî bin, derfeteke mezin a serkeftina wan heye. Herwiha bihevrebûna wan mana wan li welatê wan ê kevnar ku cihê bav û kalên wan e, garantî dike.
Man an neman?
Girîng e ku rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Ewlehiyê ji bo parastina civaka Xiristiyan ya li jêr gefê li Îraqê, xasma li Deşta Neynewayê gavan bavêjin. Çareseriya herî bibandor jî ew e ku navçe ji hêla civaka navdewletî ve were parastin û bi hûrbînî were çavdêrîkirin; herwisa Peymana Şingalê jî were bicihanîn.
Gavneavêtin wê metirsiyê çêdike ku cîhan yek ji civakên xwe yên Xiristiyan yên herî kevn ji dest bide. Divê civaka navdewletî têbigihêje ku Xiristiyan li Îraqê bi metirsiyeke mezin û jenosîda berdewam a Heşda Şeibî rû bi rû mane.
*Ano Cewher, kesayetiyekî Xiristiyan û Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê ye
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse