Ne PDK û Tirkmen, Kurd û Tirkmen!
Di nirxandin û şîrovekirina pirsa Kerkûkê de, divê em vê yekê li ber çav bigirin ku pirsgirêkeke din a vê mijarê neberamberî û nehevsengiya hêza Kurdan a li hemberî aliyên din ên doza Kerkûkê ye.
Ya ku di vê hevkêşeyê de ji bo Kurdan bûye xaleke xurt û çavkaniya enerjiya berdewamkirina hevrikiyê, rewabûna vê dozê ye. Ev bi xwe jî sedema tenê ye ku karîbûn heya niha hewldanên vegerandina wê bidomînin. Heke na, di warê çavkaniyên hêz û desthilatê de, Kurd ji aliyên din ku beşek ji pirsgirêka Kerkûkê ne, gelekî qelstir in.
Her çend aliyên din ên vê pirsê her tim hewl daye ku vê mijarê fena pirsgirêkeke navxweyî ya di navbera pêkhateyên Kerkûkê de nîşan bidin, di vî warî de jî hin siyasetvanok û rolsitênên Kurd ên nezan di 20 salên borî de li Kerkûkê av xistiye aşê dijberên Kurdan û xizmeteke mezin ji dijminên Kurdan re kirine ku pirsgirêk û nakokiyên xwe ji paytextan anîne nav pêkhateyên Kerkûkê lê di koka xwe de meseleya Kerkûkê pirsgirêka Kurdan bi dewletên Îraq û Tirkiyeyê re ye û vêga Îran jî li wan zêde bûye.
Loma divê em vê rastiya tal wekî ku heye bibînin ku em Kurd di vê mijarê de bi tenê ne. Em bi tenê ne, bê dewlet û bê çavkaniyên hêz û kartêkirina li ser hevkêşeyên girêdayî vê mijarê, li hemberî sê dewletên ku her yek bi awayekî xwedî bandoreke rasterast û ne rasterast li ser pirsgirêkê û hevkêşeyên wê ye.
Dema tu ne dewlet bî û hevrikî û rûbirûbûna te bi çend dewletan re hebe, pirsgirêk e. Wekî Kurd jî ku hûn ne yekdil û yekhelwest in, pirsgirêkeke hê mezintir e. Di nav pêkhateyên Kerkûkê de jî tenêbûna me pirsgirêkeke din e û em hê bîtir qels kirine.
Tevî ku ji destpêka vê pirsgirêkê ve, Kurd bê sekin ji bo parastina nasnameya Kerkûkê di nav xebat û têkoşînê de bûn lê xwenenaskirin û nenaskirina pêgeha dijberên xwe yan fêmnekirina celebê hevrikiyan, ziyaneke mezin gihand dîtina rêya çareseriyê.
Her çend di hin qonaxan de pêkan bû çareseriyeke navendî ji Kerkûkê re bê dîtin lê ji ber meşandina siyaseta çewt a (yan her tişt an hîç) herwisa negihîştina bi baweriya ku di meseleya rewatiya daxwazkirina Kerkûkê de pêdiviya Kurdan bi dîtina şirîkekî heye, Kurdan derfeta dîtina çareseriyan ji dest da.
Di hûrdema rûxandina Sedam Husên û destpêkirina qonaxa nû ya tijî derfet ji bo Kerkûkê de, ez û hin kesên din jî hebûn ku em wisa difikirîn ku pêdiviya Kurdan bi hevkarekî rastîn heye. Me pir hewl da ku em wê baweriyê di nav xeyaldanka xelkê û serkirdatiya siyasî ya Kurd de çêbikin ku divê Kurd Tirkmenan bikin şirîkên xwe lê serok û serkirdeyên hêzên siyasî yên Kurdistanê mîna ku biryareke pêşwext di vî warî de dabin, li ser redkirina hevkariya Kurd û Tirkmenan rijd bûn.
Li şûna wê çûn bi Erebên Şîe re li hev kirin û encama wê jî piştî 20 salan ne tenê alîkariya dîtin û nêzîkbûna çareseriyê nekir, li dewsê, dewleta Îranê jî anî nav pirsgirêkên Kerkûkê.
Vêga di mijar û pirsgirêkeke nesereke ya birêvebirina xwecihî ya Kerkûkê de, wekî di daxuyaniyeke serokê berê yê Eniya Tirkmenî Erşed Salihî de hat weşandin ku qaşo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Eniya Tirkmenî li hev kiriye ku bi hev re bin û xwedî heman helwestê bin.
Di germiya piştî belavbûna vê daxuyaniyê de, Berdevkê YNKyê Seidî Pîre ew rêkeftin wekî karesat û mezadkirina Kerkûkê bi nav kir.
Di rastiyê de, PDK û YNK her du jî di vê yekê de şaş in. PDK şaş e ku wisa bifikire ku peymana wê ya tenê bi Eniya Tirkmenî re dê bi kêrî wê bê. YNK şaş e ku wisa bifikire ku nêzîkbûna ji Tirkmenan tê wateya mezadkirina Kerkûkê lê rewa bibîne ku bi Ereban re li hev bike û rewatiyê bide Erebekî ku bibe parêzgarê Kerkûkê, ne mezadkirina Kerkûkê ye.
Gotineke Kurdan heye ku dibêje, ger tu dereng ji malê derkevî, divê tu di rê de birevî. Ev tê wê wateyê ku her karê ku tu di wextê wî de nekî, divê tu berdêla wî bidî. Tezeke hevpar jî heye ku dibêje ji bo qenciyê dem qet ne dereng e. Her çend dereng be jî lê wergirtina her rêyeke ku Kurd û Tirkmenan nêzîkî hev bike tiştekî baş e.
Tiştê ku PDKyê kiriye tiştekî baş e ger bibe dergehek ji bo rêkeftina di navbera her du neteweyên Kurd û Tirkmen de, eger encama wê tenê rêkeftina PDK û Tirkmenan be, xirab e.
Dabeşbûna Kurdan li ser her du eniyên Ereb û Tirkmenan ji hemû destkeftên partîzanî ku YNK û PDK niha di hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de bi dest bixin, ji bo Kurdan û paşeroja Kerkûkê pir bi ziyantir e.
Rêkeftina ku YNKyê jî bi tenê bi Eniya Erebî re kiriye ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê, karekî metirsîdar e. Divê Kurd qet rewatiyê nedin ku Ereb rêveberiya Kerkûkê bi rê ve bibin. Tewra ger piştî çend salên din bi rêya sepandina artêş û hêzên milîs bajêr bi rê ve bibin jî baştir e ku bi rêkeftin û rewatîdana Kurdan ji bo salekê û du salan rêveberî bi wan bê dayîn.
Ji bo niha û siberoja Kurdan û Kerkûkê jî rêya rast û berjewendiya her du aliyan ew e ku Kurd û Tirkmen bi hev re bin. Ne tenê seba mijara birêvebirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê lê ji bo hevkariyeke rastîn piştî vegerandina Kerkûkê jî.
Divê li derekê xalek li ser şaştiyan bê danîn û domandina siyaseta çewt bê rawestandin. Di dema borî de, gelê Kurd ji ber reftar û biryarên çewt ên partiyên xwe berdêlên giran dan. Tevî ku komkujî û sûcên cuda cuda yên ku ji aliyê desthilatên li pey hev ên Îraqê ve li dijî Kurdan hatine kirin berhema hişmendiya faşîst û şovenîst a desthilatdarên Ereb ên Îraqê ye lê destê reftar û şaştiyên partiyên Kurdî jî di wan de heye.
Divê Kurd her tim di nav vê xelekê de çerx nebin. Bi taybetî di mijar û kêşeya Kerkûkê de divê şêniyên Kerkûkê jî piçekî bi hişyarî û baldariyeke zêdetir li paşeroja xwe, neviyên xwe û bajarê xwe bifikirin, razî nebin bibin mijar û berhema bazirganiya siyasî û neteweyî ku jiyana wan roj bi roj zehmetir û dijwartir dike.
Divê her takekesê Kurd li Kerkûkê vê yekê bibîne ku siyaseta qirkirina nijadî ya gelê Kurd li Kerkûkê bi rûxandina Sedam Husên re kuta nebûye. Hişmendiya serdest a desthilatdariya Îraqê bi plansazî û şiyaneke mezin Erebkirin û Şîekirinê bi rê ve dibe.
Tenê bi gotina em her Kurd bûn û em dê her Kurd bimînin, Kerkûk nagihîje perava aramiyê. Divê Kurd hevkarekî bibînin û pê re rûbirûyî siyaseta Erebkirinê bibin. Ji ber vê sedemê, biryareke xwekujî ye tu rabî û hêviya xwe li ser Erebkirinê ava bikî.
Heke tu mecbûr bî jî divê tu li wan kes û aliyan bigerî ku wekî te di bin gefa Erebkirinê de ne, merema min Tirkmenên Kerkûkê ne. Halê hazir lihevkirina Kurdan bi Tikrmenan re bi şertê ku Kurd vê yekê ne mîna partiyekê yan du partiyan lê mîna miletekî bikin, dibe ku bikaribe hin astengî û keleman derxe pêşiya Erebkirin û Şîekirinê lê bipaşxistina lihevkirineke bi vî rengî wer dike ku ger paşê li hev bikin jî bibe mîna lixwekirina qapûtê piştî rawestana baranê!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)