Çarenivîsa Kurdan li Tirkiyê

Eger em bi kûrahî herin nav dîrokê, bi çavekê hûrtir xwendina asayî ya bûyeran binirxînin, li dûrê aligiriyê şopandina bûyeran bikî û egerên curbicur bînî berçav, digihî wê baweriyê ku gelek caran bûyerên biçûk asaste û berê dîrokê guhertine.

 

Van bûyeran rê û rêçika dîrokê ji aliyekê ve biriye, ku eger ew bûyer nebaya, yan jî şêweyê danûstandin û nêzîkatiya li hember wê bûyerê bi awayeke din baya, dîrokd ê bi awayeke din ba. Yan jî dê bûyer bi aliyeke din ve biçûna.

 

Eger ev yek ji bo dîroka gelên din rast be, ji bo dîroka gelê Kurd zêdetir rast e. Çimku Kured xwedî dewlet û saziyên dewletê nebûne û hertim mîzaca kesayetên nav dîrokê bandor li bûyeran û rêveçûna dîrokê kirine.

 

Lewma dûrbînî û behremendiya xwendina paşerojê ji bo kesên xwedan biryar mercekî giring ê xisletên serkirdetiyê ye. helwest û şêweyê reftara li gel bûyeran di wê kêliyê de, siberojê jî diyar dike. Tişta ku hiştiye her tim serboriyên tehl û biêş ên Kurdan dubare bibin, li berçav negirtina paşerojê û nexwendina encamên biryar û helwestên biryarbidestên Kurd bûye di kêliya bûyeran de.

 

Tişta niha li Tirkiyê rûdide ew guhertina bingehîn a sîstem û şêwazê birêvebirina dewletê ye, ku tê çaverêkirin ku ji bo Kurdan bibe qonaxeke metirsîdar.

 

Zihniyet û hişimendiya biryardestên nav AK Partî û Erdigan bixwe jî li ser vê yekê bû, ku ji bo pêkanîna vê xewna xwe weke stratejî pêngav bi pêngav ji bo vê kar kirin. Lê şêweyê danûstandina Kurdan a li hember bûyer û pêşhateyên nav Tirkiyê, kurtbînî û nexwendina paşerojê ya biryardestên Kurd di kêliyên hestiyar de, bingeha wê yekê xweş kirk u Erdogan hêsantir û zûtir bigihe armanca xwe.  

 

Dibe pêwîst neke di gotareke wiha de em zêde vegerine dîrokê yan jî ji bo selmandina rastya vê têgihiştinê bûyerên dîrokê yek û yek rêz bikin. Tenê em wê demê bînin ber çavê xwe ku dema di hilbijartinên 2015ê de AK Partiyê nekarî ji bo pêkanîna hikûmetê dengên pêwîst bidest bixe û berê xwe da Kurdan daku bi hev re hikûmetê pêk bînin, bi hev re komîsyonekî pêk bînin da ku wan guhertinên destûrî yên Erdogan dixwestin bi hev re bikin, eger Kurdan wê kêliyê berovajiyê biyara xwe biryarek bidana, gelo dê destûra Tirkiyê niha çawa ba?

 

Rol û pêgeha Kurdan di rêvebirina welat de, destê Kurdan di dariştina siberoja Tirkiyê de dê çawa biba? Pirsa Kurd dê bigihişta kudere? Guhertinên destûrê dê çawa biban û Kurdan dê li kudera destûrê cîh bigirtana?

 

Ku ev yek jî nekirin arasta û berê bûyeran ber bi aliyeke din ve çû. Ev yek bû sedem ku bingeha hevpeymaniya AK Partî û MHPê xweştir bû. Vê hevpeymaniyê di pêngava yekemîn de rêya sultanbûna Erdogan xweş kir û rêya qonaxeke tarî ji bo gelên Tirkiyê bi giştî û zêdetir jî ji bo Kurdan, vekir. Ji vir û pêve meseleya Kurd pêngavê davêje nav qonaxeke tarî, ku ne dûr e ew pêşkeftinên di meseleya Kurd de li Tirkiyê pêk hatin, berovajî bibin û bibin yên wek serdena înkarkirinê.

 

Eger guhertina sîstema Tirkiyê di serdema proseya aştî de û bi hevpeymaniya Kurdan û Erdogan baya, pir cudatir dibû ji wê guhertina niha ya di van şert û mercan de. Tişta dibe sedem ku çarenivîsa Kurdan li Tirkiyê bikeve serdemeke tarî de hevbeşiya di navbera partiya Erdogan û MHPê ye, ku nûnertiya hizra şovenîzma Tirkî dikin. Çiqas bandor û pêgeha wê partiya li ser desthilatê zêdetir bibe, azadiyên Kurdan tengtir dibin.

 

Eger Kurdên li Tirkiyê vê rastiyê bibînin, ku biryarekî xelet bû sedem projeya neyarên Kurd serbikeve, dê ev yek alîkar bibe daku Kurd di paşerojê de siyaseteke rasttir daynin pêşiya xwe. Jixwe êdî dem venagere paş ve da ku bikarin bûyerqan biguherin. Lê bi siyaseteke dirûst dikarin xeletiyên xwe rast bikin, qet nebe nehêlin ev xeletî dubare bibin. Eger vê rastiya tehl nebînin û sûd û mifayê jê wernegrin, di xeletiyên xwe de berdewam bin, ev jî dê li gorî daxwaza faşîzma tirk be û rêyên tepisandina Kurdan jî zêdetir bike.

 

Niha Kurdên Tirkiyê li pêşberî Tirkiyeyeke bihêztir in, ku destpêkên serdemeke tarîd iyar dibin. Lê hemû derî jî nehatine girtin û qada lîstok û manevrakirinê ji bo Kurdan hêj maye ku bikarin pirsa Kurd bi germî li rojeva Tirkiyê bihêlin. Ji ber ku bi tevê hemû zulm û astengiyên li hember Kurdan jî dîsa di proseya siyasî de HDP bi hêz ma û Demîrtaş karî di zîndanê de jî îradeya rikberiya li hember Erdogan nîşan bide. Bi vî awayî karî guvaşên xwe tundtir bike û di heman demê de enerjî û şiyanên Kurdan di qada siyasî de li ser piyan bigre.  

 

Lewma, bi tevê hemû metirsiyên li hember Kurdan jî eger Kurd bi rast û dirûst diyasetê bikin derfetê rabûnê jî li hember wan vekirî ye.

 

Di vir de helwesta PKKê jî giring e. Gelo weke qonaxên berî bi taktîk jî be dê bihêle pirsa Kurd ji çiyayan veguheze bajaran? Ku  ev yek ji derfetên demkî yên vê qonaxa Trikiyê ne. Bi taybetî bi têkçûna stratejiya PKKê ya piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê, ku bû sedema wê yekê Tirkiye bi kûrahî bikeve nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê û bibe sedema lawazkirina hêzên Kurd û bihêzkirin û serwerkirina hejmûna Tirkiyê.  

 

Niha hêz û şiyana leşkerî ya PKKê lawaz bûye, eger hêza wê ya veguhertina rewşê hebe di demeke kurt de xwe birêbixe û şer veguheza kûrahiya Tirkiyê, ev tişteke din lê lê eger nebe pêwîst e bi awayeke demkî jî be xebata xwe ya çekdarî bide sekinandin û ji bo demekê pirsgirêka Kurd bidedestê xebata sivîl.

 

CHPê piştî kongreya xwe wek beşek ji bernameya hilbijartinê ragihand, ku dê pirsgirêka Kurd bibin parlamentoyê. Pêwîst e HDP li gel CHPê hevpeymaniyê bibe û projeya çareseriya pirsa Kurd bi riya wan bibin parlamentoyê. Dikarin bi vî awayî îhraciyeke mezin di nava kurdên nav AK Partiyê de çêbikin û ne dûr e, ku encamên vê jî bibin sedema hilweşandina hevpeymaniya AK Partî û MHPê.

 

Rêya sêyemîn jî wek curek xweparastina ji vê qonaxa nû ew e, ku 80 parlamenterên Kurd ên ji partiya Erdogan û zêdetirî 60 parlamenterên HDPê, bi hemahengiya hev hewla guhertina bergeha Erdgan bidin da ku vegere ji bo temamkirina qonaxên pêvajoya aştiyê.