Kurdî: Zimanê Zanistî û Teknolojiyê

 

Gava mirov lê mêze dike, xuya ye ku zimanê Kurdî di civata zanistî û teknolojîk de ne wekî ya siyasî pêşketî û berfireh e. Ji ber ku aliyên nedixwestin ku Kurdî pêşbikeve rê li ber zimanê Kurdî dixitimandin. Lê belê, gava ku siyaset û nêrîna Kurdan di der barê mafê wan de berfireh bû, zimanê Kurdî jî her wiha di wî çarçoveyê de cihê xwe girt. Wekî tê zanîn ku Kurdiya nûjen ji zimanê siyasete pêşiyê ber bi zimanê edebî, hunerî û çandî paşê jî ber bi zimanê zanistî, felsefî, bijişkî, teknolojîk û hwd. ve rê ket.

Li ser Ferhenga Zanistên Civakî ya taybet ku ji aliyê mamoste Ebdullah Kiran ve hatiye amadekirin nêrînê cur bi cur hene. Hêjayê gotinê ye ku ew kar nimûnek berbiçav û bêhempa ye. Lazime ku hemû kesên profesyonel ji bo karê xwe û zanistên civakî wê ferhengê bikarbînin û xebatên zanistî tew bi Kurdî bikin û di binê banê Kurdî de bicivînin û parvebikin.

Gerek hemû pispor, mamoste, zana, bijîşk û hwd. Destpê bikin bi zimanê xwe qala dîsîplînên xwe bikin. Her wiha nazarî, pêşnûma û teoriyên xwe bi zimanê Kurdî çêbikin. Emeliye, praktîs, rê û rêbazên xwe bi zimanê xwe watedar bikin da ku zimanê wan di seranserê cîhanê de bi şaristanî xuya bike ku carek din hin kes û rayedar hin bilêvkirina nekin û hevokê wekî zimanê şaristaniyê ye an na? bikarneynin.

Bi rastî jî cihê bilêvkirinên vala di tevahiya nivîsar û berhemên ku warekî zanistî de hatine nivîsandin de nîne. Her wiha meriv dikare bi hêsayî bêje: bê serwextbûn serwextkirin ne merîfet û ne jî pêkane. Hûn wisa bikin emê jî bi serê xwe wiha bikin ku der barê zanistên mirovî, civakî, jiyanî, bijîşkî û teknîkî de ferhengên taybet û yekrêziya zimanê Kurdî berdewam bikin.

Di vê dema pêşketî û nûjen de, lazime ku hemû kesên ku xwedî nêrîn, ekol û pîşe; kirin, kar û dîsiplînên xwe bi zimanê Kurdî aşkere bikin û şopînerê xwe û civatê bi Kurdî qanî bikin ku bila tu kes nikaribin bi cesaret astengiya bixin pêşiya zimanê wan.

Dîsa di çarçoveya zanistî de ji bo edîb û rewşenbîrê Kurdan hin rêmanên hêja hene. Her wiha di nava pirsgirêkên civakî de jî hêjayên xwedî binbarî hene. Wekî xwe, dîsa mamostê hêja Ebdullah Peşêw jî pêşniyar û diyar dike, gerek em ferhengekî bijîşkî yekî teknolojîk amade bikin. Her wiha balê bikişînin li ser ferhengê zanistî û yên taybet.

Di dema îroyîn de, Kurdî ne tenê di warê zanistî de ji xeynî vê di warê teknolojîk de jî pêşerojeke ronahî ji edîb, zana û rewşenbîrên Kurdan re vedike. Weke mînak: îroj, yên ku di nava gelên Rojhilata Navîn de enternêt û midyayê zêdetir û bi bandor bikardînin dîsa Kurdin. Zêdetirin jî xort û ciwanên Kurdan.

Bi kurtasî, ez jî wekî endamê civata akademiyê û pisporê xebatên civakî wan ferhengên taybet û hêja dişopînim, weke pirtûkên seretayî bikardînim, ji ber ku hewl didim ku der barê hemû beşên civakî (peşariya tendirustî, ya civakî û hwd.) û xebatên civakî de binivîsim.