Di komkujiya Osmaniyan de rola kurdan di parastina ermeniyan de (Mela Mistefa Barzanî wek mînak)

Pirsa Ermenî vedigere destpêka hukmdariya Sultan Ebdilhemîdê Duyem (1876-1908), xasma ji destpêka hatina wî ya ser textê hukmdariyê di Dewleta Osmanî de rûbirûyî çend pirsgirêk û arîşeyên navxweyî û derveyî bû, xasma şerê (Osmanî-Rûsî 1877) û paşê jî sepandin û cîbicîkirina xalên Peymana Berlînê, nemaze madeya 61ê ku taybet bû bi reforma ermenî, ev xal bi xwe bû destpêka pirsgirêkeke nû di Dewleta Osmanî de û Pirsa Ermenî bi beloqî berçav bû.

Ermeniyan daxwaza otonomî û avakirina Ermenistaneke mezin dikirin ku beşeke zêde ya axa Bakurê Kurdistanê li xwe digirt, herwiha dewletên zilhêz jî xasma Rûsya û Brîtanya hevkariya wan dikirin, ev jî bi merema cîbicîkirina planên xwe li Rojhilata Navîn û sepandina hegemoniya desthilata xwe li navçeyê.

Bê guman vê pirsgirêkê Dewleta Osmanî û Sultan Ebdilhemîd jî tûşî gelek astengiyan kir û tew hewldana ermeniyan ji bo bicihanîna daxwazên xwe li jêr çavdêriya Brîtanyayê gihişt radeyekê, ku ne tenê kuştin û talankirin û tundûtîjiyan li navçeyên Kurdistanê bikin, belkî gihişt astekê ku hewla terorkirina walî û karbidestên Dewleta Osmanî bidin, tew hewla terorkirina sultên bi xwe jî bidin.

Her ev jî bû sedem ku Sultan Ebdilhemîdê Duyem dest bi tevkujiyeke ermeniyan bike, paşê jî Pirsa Ermenî bi derketina her du partiyên Taşnaq û Hançaq di dawiya temenê hukmdariya Sultan Ebdilhemîdê Duyem de bû sedema bêhtir geşbûna çalakiyên ermeniyan, di eynî demê de jî tevkujiya ermeniyan bêhtir bû, xasma di serdema hukmdariya Îttîhad û Tereqî de bi komkujiya hejmareke zêde ya ermeniyan di dema salên Cenga Yekem a Cîhanî de rabûn.

Tevî vê yekê jî beşek ji hozên kurdî ji ber çend hokaran, di çarçoveya hêza (Alayên Siwarên Hemîdî) de beşdarî van operasyonên Dewleta Osmanî bûn, di eynî demê de jî kurd bi roleke berçav di parastina ermeniyan ji nav lepên Osmaniyên îttêhadî rabûn. Ji bo vê jî çend mînakên me yên berçav hene ku kurdan ermenî parastin, ji bo vê jî bi sûdwergirtina ji lêkolînvanê dîrokî yê tirk (Gokhan Balcî) di kitêba xwe de bi navê (Soykirima Ugrayan Turkler) di rûpelên (152-153-154 û 155) de belgenameyeke Osmanî belav kiriye ku qaşo behsa parastina ermeniyan ji nav lepên Osmaniyan dike, ku ev jî şahidiya rola dilêrî û hevsoziya kurdan bi gelê ermen re nîşan dide û piştevaniya kurdan li gelên mezlûm tekez dike.

Belgenameya Osmanî bi xwe di dîroka 28ê sibata 1915an de derketiye, bi baweriya nivîserê vê kitêbê ev belgename amaje dide hewldaneke rehmetiyê Mela Mistefa Barzanî ku ji axa Îranê çû Tivlîsê, ji wir jî ji aliyê rûsan ve çek û pereyên zêde pê hatin dan, da ku vegere navçeya xwe û li gel xizm û kesên xwe rûbirûyî Osmaniyan bibe, bo vê jî di sala 2007an de çend nûçe derbarê vê mijarê hatin weşandin û tê de kak Mesûd Barzanî û rehmetiyê Mela Mistefa Barzanî wek xayîn bi nav dikirin! Ev jî bi sedema ku Mela Mistefa Barzanî hevkariya ermeniyan kiriye, ji wan ên herî diyar malpera (Hurriyet) ku di manşeta nûçeyeke xwe de di dîroka 22.10.2017an de nivîsiye (Barzani`nin babasi da hainmiş) ango "Bavê Barzanî jî xayîn bû".

Herwiha malpera rojnameya (Sabah) di heman dîrokê de û bi heman navnîşanê ev nûçe belav kir, ev ji xêncî çend malperên din bi tirkî nûçe veguhastin ku tê de Mela Mistefa Barzanî bi wê yekê tawanbar dikin ku hevkariya ermeniyan di hundirê Dewleta Osmanî bi xwe de kiriye.

Naveroka wergerandî ya belgenameyê jî dibêje: "Fermandeyê Artêşa Humayunî ya Osmanî/hejmar: 2763/nameyeke şîfredar e ji Hesen Qela bo fermandeyiya giştî/di dîroka 15.12.1320ê romî/28-sibata 1915ê zayînî de, nameyek ji bo fermandeyiya hêza humayunî ya bajarê Wanê hatiye şandin, ku hûrkariya wê li xwarê hatiye nivîsîn û caba fermandeyiya hêza humayunî ya Wanê jî tê de hatiye nîşandan…rûs her ji serdema Seferberlikê (Şerê Yekem ê Cîhanî) heya niha di hewldana navtêdana eşîrên li ser sînorê Îranê ne, ew jî bi dana pere û çekan, da ku di nav sînorên me de (ango sînorên Dewleta Osmanî de) karên têkder bikin û heya niha çend karên bi vî rengî kirine jî. Her wekî di sînorî Celalî de, Simko serokê eşîra Ebdewî bi hevkariya rûsan çend kar encam dan ku ji bo vê jî li tawanên xwe mikur hat, ku ji xêncî pereyan, çend diyariyên curbicur û mûçe pê hatiye dan, di vî warî de li Wîlayeta Wanê çend belgeyên din têne dîtin, her di serdema berî Seferberlikê de û di qonaxên destpêka Cenga Yekem a Cîhanê de jî kuştin, talankirin û bûyer bêhtir qewimîne. Mistefa Barzanî ku paşê reviyaye Îranê, ji aliyê rûsan ve pereyên zêde pê hatin dan, tevî vê jî çend rênimayî lê hatine kirin da ku vegere sînorê me û karên têkder bike, wî jî bi sedema alîkariya Şêxê Barzan Şêx Ebdilselam, nav di eşîra xwe daye, bo vê jî heya ku navçeyên dorhêla (Bacerge) yê hatine! Bi vê jî di dema derbasbûna ji sînorê Îranê de bi eşîra (Qardar) re di encama ji hev fam nekirina wan bi hev re, êdî navborî ji aliyê eşîra Qardar ve hatiye girtin û teslîmî qereqola (Bacerge) yê hatiye kirin. Her bi vê sedemê jî rûsan hemî mal, milk û samanên eşîra Qardaran ji nav bir. Jin û zarokên wan hatin ji navbirin û şewitandin û hin ji rizgarbûyên vê hozê xwe gihandin sînorên me. Bi vê jî eşîrên Somay, Mergewer û, Terkewer bi sedema tirsa wan ji van destdirêjiyên rûsan, rûbirûyî rûsan bûn û ev herêm hemî hate şewitandin û misilman hatin kuştin. Di hundirê Îranê de jî çu bertekeke wan li hindava van destdirêjiyên li ser van mezlûman nebû. Tew rûs bi dû van mezlûman de hatin nav sînorên me, ji ber vê jî li qereqola Banî li dorhêla Bacerge û qereqola Katuna li dorhêla Şemzînanê bi eskerên me re rûbirûbûn qewimî. Ji xêncî vê bûyerê, her di nîvekên meha îlonê de, li Selmasê 400 çeteyên çekdarkirî daxwaz kirin ji sînorên me derbas bibin û biçin derve. Her ji ber vê jî di vî sînorî de berî ragihandina cengê çend caran şer û alozî derketin. Di sînorên me de bi hezaran misilman kuştin û mal û milkên wan wêran kirin û karên xerab encam dan. Rûsan her wekî eşîrên Somay, Mergewer û, Tergewer êriş kirin ser eşîra (Rehmet) ê û ew wêran kirin û niha jê çavdêrên wan li wan navçeyan hene. Rûs roja ku ji sînorên Oltu û Beyazîdê derketin, êrişî ser qereqolên dorhêla navçeya Dîrê kirin".

Li vir em çend têbîniyan dibînin:

Yekem: Wergêr di wergerandina xwe de ne zêde hûr bû û wergera xwe bi emanet nekiriye, çunkî di nav belgenameyê de guman li navê Mela Mistefa Barzanî tê kirin, ew jî bi berawirdkirina bi wêneya orijînal a belgenameyê û kopiya wergeranî ya belgenameyê ji me re derdikeve ku di nusxeya wergerandî ya belgenameyê de amaje bi navê (Mistefa Barzanî) hatiye kirin, lê di belgenameya orijînal de bi çu awayî navê Mistefa Barzanî nehatiye nivîsîn, belkî ya ku heye tenê (M S Î) heye! Tevî ku gelek caran di nav belgenameyên Osmanî de peyvên kurtkirî û kod û şîfreyên zêde hene, lê heya niha me nezaniye ku peyva (M S Î) bi wateya Mistefa tê! Di demekê de ev dibe şeş sal ku ez di nav belgenameyên Osmanî de karê wergerandinê dikim û min çend kitêb derbarê belgenameyên Osmanî nivîsîne…bêhtir ji wê jî bo piştrastbûna ji vî navî, ez li her sê ferhengên (Osmanlica Sozlukler) û (Lehce-el Osmani) û (Kamus-ûl alam) li wî navî geriyam, lê bi çu awayî cabek bi dest min neket! Ez êdî nizanim (Gokhan Balcî) çawa dikare biryareke weha li ser vê belgenameyê bide, di demekê de navê her kesayetî, bajar, eşîr û cihekî di belgenameyê de hatibe, pir bi zelalî navê wî hatiye, baş e ji ber çi tenê navê Mela Mistefa Barzanî bi şêweyê (M S Î) hatiye?!

Duyem: Wisa naxuye lêkolînvanê dîrokî (Gokhan Balcî) zêde serwextî jiyana Şêx Ebdilselam Barzanî (Şêx Ebdilselamê Duyem) bûbe, çunkî navborî di dîroka (16.12.1914) ji aliyê Osmaniyan ve li Mûsilê hat bidarvekirin. (Binere: Bedir Îsmaîl Şîrokî, Barzan Maykormodela Kiyanekî Serbixwe, R.66), herwiha li gor belgenameyeke Osmanî bi koda (İ__HB___00165_00001_003_001) navborî di dîroka 25.11.1914an de bi awayekî neamade hukmê darvekirinê li ser hate derêxistin. Lê wergêrê belgenameyê Şêx Ebdilselam Barzanî wek zindî nasandiye heya dema derketina belgenameyê. Herwiha belgename jî amaje dide bizava Şêx Ebdilselam Barzanî wek yek ji wan bizavên bi hevkariya rûsan li dijî Dewleta Osmanî hatin encamdan. Bûyer bi xwe jî di kopiya orijînal de bi awayê borî qal dike.

Sêyem: Di mijara Şêx Ebdilselam û Mela Mistefa de, bi çu awayî qala Pirsa Ermenî nehatiye kirin. Tevî van hemûyan jî, Kak Mesûd Barzanî di kitêba xwe de (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd/Bergê Yekem 1931-1958/R. 26) bûyereke sala 1920an ji devê bavê xwe vedibêje ku ermenî ji nav lepên tirkan rizgar kirin û dibêje: "Gava di sala 1920an de ermenî ketin ber tevkujiya bêrehm, Andranîk Paşa nameyek ji Şêx Ehmed re şand, hawar lê kir wan rizgar bike. Şêx Ehmed ferman da Welî Begê bi hêzeke 200 çekdaran here. Ez jî di nav wê hêzê de bûm. Heta em ji navçeyên eşîrên Rêkanî, Boremarî û yên din derketin, me digot em diçin ermeniyan tevkuj bikin. Çunkî di wê rojê de hikûmeta tirk gelek kes xapandibûn qaşo ev şerê navbêna misilman û mesîhiyan e û tirk jî ji bona îslamê şer dikin. Me alîkariya ermeniyan kir û em heta Sûriyê bi wan re çûn. Ji wan malbatên ku me ew rizgar kirin, malbata Andranîk Paşa bû, paşê em bi rêya Zaxo vegeriyan Barzan. Me di wan pevçûnên xwe bi Artêşa Tirk re, 14 şehîd dan".

Li vir ji me re derdikeve ku rola kurdan di parastina ermeniyan de hebû. Ji bo vê çend belgeyên din jî di vî warî de, ango rola kurdan di parastina ermeniyan de, li ber destên me hene û em ê di dema kêrhatî de di hundirê kitêbekê de behsa wan bikin.

 

Bijar Osman Ehmed

Doktora di Dîrok û Şaristaniya Kurd di Dewleta Osmanî de

25.04.2020 – Hewlêr

Bzhar1989ahmed@gmail.com