Pêşawa Qadî Mihemed, Qralê Netîtal Yilmaz Guney û Apê Osman Baydemîr

 

Ji ruhê ronîker ber bi ronahiya bi ruh ve…

Ez wekî endamekî malbata Rûdawê pêşî li ser bîranîna koça dawiya Pêşawa Qadî Mihemed û pîrozkirina rojbûna Qralê netîtal Yilmaz Guney pişt re jî li ser serkeftina Apê Osman Baydemîr vedibêjim.

Şehîd Pêşawa, ne ji êrîşkaran ne jî ji darvekirinê ditirsiya, tenê ji xwedayê xwe ditirsiya, ji bilî vê jî mesûliyeta nîştiman û berpisyariya gel de bû. Her tim di bin navê xwedayê mihrîvan û dilovan de bû. Li hember zor û zordariya li ser gelê xwe bû. Ew ne ji Moskow ne jî ji Tehranê ditirsiya, ne birçî bûn ne jî tî bûn diket bîra wî. Pirsgirêk tenê tunebûna kaxizên ji bo nivîsan bû. Şîret û wesyeta wî ji bo gelê Kurd perwerdehiya zarokên Kurd bû. Çimkî bi gotina wî: ‘‘Ji bilî perwerdê tu kêmasiya me ji gelên din tuneye. Li hember dijmin çeka herî bi hêz xwendine.’’ Ew wê baweriyê de bû ku hevgirtin, hêzgirtin û serketina Kurdan dîsa girêdayî xwendinê bû.

Serkeftina wî bi mal û canê wî bû û mirina wî jî bi serkeftina wî bû. Mala wî tenê Kurdistan bû û Kurdistan jî mala hemû Kurdan bû. Ji bo malbata Kurdistanê wiha digot: di her malî de her kesekî re karek dikeve, ne lazime ku hesûdîkirin bikeve nava malbatê. Kurdistan jî maleke wisa ye, kê dixwaze û dikare bila her tim ji wê malê re kar bike.

Armanca Serokkomarê Mahabadê avakirina mala Kurdan bû. Ji bo zimanê Kurdî ji Rûsyayê çapxane û ji Îranê jî kaxiz bi dest xistî bû. Her wiha bi perwerdehiya zarokên di dibistanan de serfiraz bû. Koça wî ya dawî ji aliyên neyaran ve dardekirin bû. Cîhê wî bihuşt be.

Qralê Netîtal, ne ji destbendan ne jî ji cizaretan ditirsiya, tenê sembola merxasiyê bû. Yilmaz bi Kurdî tê wateya berxwedanê. Qral li hemberî zehmetiyan xwar nedibû, nediket bêhêvîtiyê de, nediwestiya û serî neditewand. Ew aktor, derhêner, lîstikvan û nivîskarekî hêjayê Kurd bû.

Ew neçar bû ku ji nasên xwe, malbat û civaka xwe û bi taybetî jî ji welatê xwe yê Kurdistan (ku ji aliye bavê ve ji Riha û ji aliye dayîkê ve jî ji Mûş ê ye) dûr ketibû. Her tim li xerîbiyê di nav zor û zordariyan de li ser trajedî û drama xelkê xwe radiwestiya. Jiyana wî bi hin tiştan hatibû çarçovekirin wek mînak: pirtûk, sînema, girtîgeh, qanûnên jiyanê yên tund, zextên civakî, xayîntî û mêrxasîye. Mamosteyê wî dudu bûn yek ji wan ew bi xwe mamostê xwe bû, yê duyem jî jiyana wî bû.

Bi kurtasî, Yılmazê Başûrî kêşeya Kurd wiha bi nav dikir: ‘‘Em baş dizanin ku stranên xweştir, gotinên rastir di cîhê rast de werin gotin wê gav bandora wanê wekî güle be. Çiyayên me, deştên me û daristanên me li benda me ne. Em naxwazin ku jiyana me bi temamî xerîbiyê û bi stranên xerîbiyê derbas bibe. Em gelekî ku bi egîdiya xwe ve destan nivîsî ne, em xwedî hêz û quweteke ku li hember hemû astengî û dijwariyan bisekine ne. Şoreşger û demokratên Tirk, Faris û Ereb ku wekî parêzvanê serxwebûna Kurda ne, perçek ji vî şerî ne. Çeka me ya herî bi hêz biratiya gelên mezlûm e. Bila hogir û neyar hemû kes bizanibin ku em ê bi serkevin. Mutleqa em ê bi serkevin. Mirina şervanekî azadîxwaz, Jiyana bendekî çêtir e.’’

Ew jî wekî hin Kurdên hêja li tarewgeh û xerîbiyê koça xwe ya dawiyê kir. Cîhê wî bihuşt be. Rojbûna wî pîroz be.

Belê dor hat saxa, Apê Osman, birêz Baydemîr di encamên hilbijartinan de bi xemgînîyek, lê belê serkevtinek mezin bi destxist. Ew bi xwe di warê siyasî û civakî de her tim rast sekiniye û xizmeta gelê xwe bicîhaniye vê gavê jî berdewamiya xizmeta gelê xwe dike. Xizmeta ku wî ji Amedê re kiribû bêhempa bû. Pişt re jî dixwast ku xizmeta xwe dîsa bajarekî Kurdistanê berdewam bike. Dawiyê de bû berendamê şaredariya bajarê mezin Rihayê.

Riha, ku wekî bajarên pêxemberan tê naskirin û bi navkirin, gelo bandora heft pêxemberan çiqas bû û çawa bû li ser gelê Rihayê? Apê Osman şaredarî bi dest nexist, lê belê ji bo sala 2015’ an bi xwe re sê parlementerên din jî qezenç kir. Encamê hilbijartinan nîşan dike ku ji sedî nezî sih û pênc bi dest xistî ye. Ew jî bi rastî serkevtinek mezin û rewşek hêja ye.

Belê Riha bajarekî Kurdistanê ye, lê belê hê jî nebibû Kurdistanî. Birêz Baydemîr ew nêrîna şikand û Riha gav bi gav ber bi Kurdayetiyê ve bir. Ew bi xizmetên xwe yên civakî û kirinên xwe yên Amedê ji bo Rihayê jî amade bû, hema ne bû. Ma qey pir dûr e ku şaredariya Rihayê were bi dest xistin? Na welehî.

Bandora Apê Osman tenê ne li ser Rihayê bû, belam li ser hemû bajarên Bakur bû. Gava dihat mêzekirin bi taybetî Kurdên Bakur lê hemû Kurdistanî hay ji wê bandorê hebûn. Nasekî ku ji bo hilbijartinan kar dikir ji min pirsî: Mamoste tu zanî me gelek bajar û navçe bi dest xist, gelo tu encaman çawa dinerxînî? Min bersivand: daxwaza min serî de ji bo zimanê Kurdî ye ku hûn navê tax, kolan, wîstgeh û hwd. bikin Kurdî. Duyem jî min wekî endamekî malbata Kurdistan got ku ez li ser rê ya Agirî û Wanê çêkirina peykerê Şehîd Pêşawa Qadî Mihemed dixwazim. Ez bawerim ku endamên malbata Kurd wê li hemû bajar û navçê Kurdistanê bi Kurdî û bi hêjayên Kurdistanî bi nav bikin. Mînak: Şehîd, Rêber, Dîroknas, Helbestvan, Zana, Şervan û hwd.

Her çar parçe jî dikelin…

Bijî berxwedana gelê Kurd û berdewamî be serkevtinên Kurdistanز