Kodên Efrînê

02-02-2018
Mamend Roje
Nîşan Efrîn Kod Tirkiye Êriş
A+ A-

Operasyona  “Çiqlê Zeytûnê” ya  artêşa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê, berdewam e. Berevajiya texmînên Tirkiyê, heta niha encameke berçav nîne û wiha dixwiye ku heya demeke dirêj berdewam be.

 

 

Gelo çi li krîza Efrînê tê? Pêşbîniya me ev e: Krîza Sûriyê wiha asan derbas nabe û dibe sedema krîzeke mezintir û gelekî mezintir.

 

Tirkiye: Armancên stratejîk

 

Dewleta Tirkiyê di siyaseta xwe ya Sûriyê de xesirî ye. Enqerê di sala 2011ê de ji ber rabûna şepola Exwanî ya navçeyê amadekariya peyrewkirina teza “Osmaniya Nû” dikir. Ev dewlet ji wê demê vex we wek matorê şoreşên Îslamî yên navçeyê dibîne û pêgeha xwe wek “Dewleta Mak” û “Dewleta Mînak” pênase dikir. Loma biserxweveçûneke bê wêne, gef li rejîma Esed dixwarin û piştgiriya hemê grûbên selefî-cîhadî dikir û qet texsîr nedikir.

 

Herwiha serdemekê hêviya Tirkiyê bi DAIŞê hebû, Kobanî birûxîne û ji wir seranserê navçeyên Kurdî û îdareya Bakurê Sûriyê serûbin bike. Tirkiyê çavê xwe berdabû Helebê jî û wek paytexta nû ya Sûriyê ditît, lê dawî di hundirê sê salan de romantîzîm û îdîalîzma siyasî ya vî welatî ber bi realîzmeke trajîk hat guhertin û hino hino wiha lê hat tenê ji bo rêlibergirtina xewnên Kurdan li Sûriyê, realîzmeke biêş hilbijart.

 

Niha Tirkiye bi hinceta têkdana korîdora terorê “Pêşveçûna Kurdan) dixwaze Efrînê dagîr bike. Beşeke girîng a civakê û hêzên civakî jî piştîvaniya vê xewnê dikin. Lê armanca stratejîk a Enqerê jinavbirina Efrîn û yekparçeyiya xeta Cerablûs-Idlibê ye ku dixwaze pispêre Artêşa Azad a Sûriyê û Itîlafê û hikûmeta demkî lê desthilatdar be.

 

Tirkiye: Teqîna qeyranan

 

Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn bibe aktorekî aktîf. Tirkiye wek akterekî serekî Rojhilata Navîn dixwaze hêza nerm ber bi hêza tund veguherîne. Loma nêta wê ew e ji niha û şûnde bi hêza leşkerî destkariya rewşa siyasî ya Sûriyê û piştre jî ya Iraqê bike. Bo vê mebestê jî sala borî li Cerablus-Ezaz û Babê dest pê kir û îsal jî dixwaze li Efrînê temam bike. Lê ev yek wiha bi asanî derbas nabe û baca navxweyî ji berîka Enqerê derdixe.

 

Baca navxweyî çiye? Çîna navîn berdewam difûre. Ji xeynî vêna hêza neteweperest a çep di tevgerê de ye û eger heye ev hêz bibe matorê çîna-tebeqeya navîn bo guhertineke mezin li Tirkiyê. Herwiha dibe di sala dahatû de bendewarê tevgereke Kurdî ya nû li navxweyê Tirkiyê bin. Eger serîhildana Kurdî û serîhildana çîna navîn derkevin holê, pirsgirêkeke mezin bo Tirkiyê çêdikin.

 

Amerîka: Bêzariya ji hevpeymanê bêzarker

 

Amerîka, Tirkiyê wek hevpeymaneke bêzarker dibîne. Heta niha çendîn daxwiyaniyên cor bi cor û dijî hev derbarê Efrînê de dane. Lê daxwiyaniya herî zelal û eşkere ya Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Ryan Dillon bû ku dibêje: “Efrîn ne di bazinê kar me de ye.” Dibe ku Tirk vê wek derfet bibînin bo lêdana Efrînê. Lê Erdogan dibêje: “Ligel operasyoan Efrînê dest bi operasyona Minbicê jî dikin.”

 

Li vê derê tiştek heye ku Amerîkayê li ser sînorên Bab-Minbicê bi bilindkirina ala xwe, gef li Tirkiyê kiriye û êrîşên wê rawestandine. Pirs ev e:  Gelo eger Tirkiye êrîşî Minbicê bike, wê demê helwêsta Amerîkayê dê tenê rexnekirin û lomekirinên şermînane be yan berê xwe dide bijardeyên din?

 

Dibe ku derbarê Minbicê de helwêsteke cuda ya Amerîkayê hebe. Ji ber ew navçe di jêr kontrola Amerîkayê de ye û zehmet e Tirk rîska rûbirûbûna Amerîkiyan bidin ber çavê xwe û xwe bixin nav şerekî nediyar. Ji aliyekî din ve jî eger heye ligel kûrbûna krîza Efrînê, Neteweyên Yekbûyî li ser Efrînê Encûmena Asayîşê bi awayekî neasayê bicivîne.

 

Çi senaryoyek ji rewşê derdikeve?

 

Eger şer ji sê hefteyan zêdetir dirêj bibe, egereke din jî ligel xwe tine: Eger heye HSD bi piştîvaniya Amerîkayê ji Kobanî-Minbicê êrîşî hêzên Artêşa Azad û Tirkiyê bike û eniyeke din a şer li rojhilatê Efrîne veke. Di rewşeke wiha de Tirkiye dikeve xefkê û derçûna wê jî neasan e.

 

Kurdên Rojava bi taybetî li Efrînê zêde bijardeyên stratejîk di destê wan de nînin. Tenê ew heye ku li dijî Hevpeymaniya Navdewletî karta vekişîna ji şerê DAIŞê bikar bînin. Herwiha egereke din jî ew e ku Kurd bikaribin demekê berevaniyê bikin. Wê demê eger heye Amerîka li Encûmena Asayîşê biryareke taybet bo ragirtina şer derbixe.

 

Xaleke din jî ev e: Li Efrînê karesateke mirovî çêbibe, Neteweyên Yekbûyî helwêst nîşan dide û herwiha dosya Efrînê dibe Encûmena Asayîşê û eger veto nebe! Eger heye Efrîn wek navçeya aram an jî navçeya qedexeya asmanî were destnîşan kirin. Di vê rewşê de pêgeha Kurdan li Efrînê tê guhertin û dibe mijareke navdewletî.

 

Xaleke din jî wiha ye: Kantona Efrînê bi fermi daxwazê ji Şamê bike ku bi hewara wê ve biçe û modela hevkariya HSD-Esed a li Qamişlo û Hesekê bo Efrînê jî were kopîkirin. Bi vîna jî rewşa eniyên şer tê guhertin û Sûriye di ware navdewletî de dikare zêdetir sînorên xwe biparêze.

 

Modelek:

 

Piştî serkeftina Erdogan di sala 2002ê de, ji bo çareseriya pirsa Kurd hêviyek li ba Kurdan çêbû. Pirsa Kurd heta çend salan geş bû. Tirkiye ne tenê bo Kurdên Bakur lê bo hemû Kurdên Rojhilata Navîn bû welatekî model ku hemû aliyan wek çavkaniya hêviyê didît û hemû Kurdan Tirkiye wek çavkaniya hêviyê didît. Lê îro heta diçe xwe ji wî wêneyî dûr dixe.

 

Take çareseriya vê rewşê ev yek e: Kurd û Tirkiye ji nû ve dest bi gotûbêjê bikin, ji ber: Tirkiye bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn nikare tiştekî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst