Ji Fidel Castro heya Mihemed Hacî Mehmud

Castro bi şermezarkirinê û bi pîrozahîdayînê çû. Ezê pesnê wî bidin, lê xweska ew wêne nebûna! Wêneyan ez birim 1984ê, leşkergeha PDKê ya li ser Ava Zê.

 

Li aliyêkî çem, girtîgeh hebû. Girtiyên ewropî jî hebûn. Ew endezyar û pisporên leşkerî bûn û di xizmeta Bexdayê de bûn.

 

Ên ji Ewropaya kapîtalîst, dilgeş û bixeberdan bûn, dixwendin, wêne çêdikirin... Lê yên ji welatên sosyalîst, rûtirş bûn. Gotin ji wan dernediket. Dixwarin û tam jî dema danê nîvro, li ber çavê me gû dikirin...

 

Navê sosyalîst li wan bû, lê ew qewraşên dîktatorê nîjadperest bûn. Çêkên Iraqê ji dewletên sosyalîst dihatin. Sîstema berevaniya leşkergehên wê, berhema wan bû.

 

Sosyalîzm ji bo xatirê berjewendiyên jeopolîtîk ên emperyalîst, kirêj bûbû. Qurbanê mezin jî, Kurd bûn. Ma xema kî bû?

 

Castroyê hêja, ma mirov qet bi Seddam û Ahmedinecad re wênê dikşîne?

 

Tahir Elçî

 

Gava kuştin bû, min bêdudilî dewlet/desthilat nîşan da. Salek di ser de borî. Ka ne kujer? Ka ye lêpirsina dadî? Encam, ma ne pesendkirina gotinên min e?

 

Em zanin, kê Elçî bi ferman kire hedef. Em zanin ku dadmendiya tirk, fermanberê kujeran e. Çima em xwe dixapînin? Çima em navê kujer qîr nadin, naçin ser?

 

Ahmet Turk

 

1978ê ez li Enqerê hatim girtin. Li taxa Bahçelîevler li qereqola ez binçavkirî, du kes hatin serdana min. Di destê de kartonek cixareya parlamentê, parlamenter Ahmet Turk û kurmamê wî Beşîr bûn ew.

 

Careke din ez rastî Ahmet Turk nehatim, lê min ew dilnizmî û gotinxweşiya wî ji bîr nekir. Min xwe deyndarî wî dît, lê keys neket destê min.

 

Li ba me Beşîr, Sileyman bû. Rêhevaliya me dirêj bû; Libnan, Sûriye, Kurdistana Rojava û Rojhilatê... Fidakarî û nefsbiçûkiya wî, sînor nas nedikir. Berî her kesî dibazî kar, wisa jî çû mirina bêbext.

 

Min li Qesra Qenco mêvandariya wan û li gundên derdorê mêraniya wan dît û gellek leheng û şehîdên wan nas kirin.

 

Ahmet Turk bêkêmasî bû? Ji bo sersaxiya kurê Salih Mislim ew derbasî binê xetê bûbû. Çendêk Kurdên sivîl jî bi berikên YPGê hatibûn kuştin. Serdana malbatên wan ji bîr kiribû.

 

Em çavkaniya kêmasiyê zanin, divê ew ji giraniya Ahmet Turk tiştekî kêm neke.

 

Girtina wî, girtina netewa kurd e. Dewlet eşkere vê dibêje: “Tirk serdest in, Kurd kole ne. Serdest, koleyê xwe digre û dikuje jî!” An ne?

 

 

Dogu Perînçek

 

Jina wî Şule, di serdema girtina merê wê de çima neçûye serdana wê, lê çûye serdana jina Ahmet Turk, berteka xwe ji Denîz Baykal re nîşan da. Ji “Sozcu”yê “Rahmi Turan” jî, “ji ber kurdperweriya Ahmet Turk” tevlî êrîşê bû.

 

Diyar e ku hermet Şule Perînçek, bingeha Ahmet Turk a rûmetdar û bingeha nîjadperest û qirêj ya mêrê xwe Dogu Perînçek tevlîhev dike.

 

Korkut Eken

 

Karesata kanzaya Şêrwanê em êşandin. Lê tişta min zêdetir diêşîne ev e: Di rêvebiriya şîrketa kanzayê de navê “Refik Guray Eken” dibore. Nav bi serê xwe tiştekî nabêje. Lê bi navê bav “Korkut Eken” re gellek tiştan dibêje.

 

Kontrgerîlayê 1985ê li Botayê bi Korkut Eken dest bi kar kiribû. Navdar bûbû ew. MITa Hiram Abbas-Mehmet Eymur û polîsên Mehmet Agar-Unal Erkan, ew ji hev direvandin. Wî, kujer amade dikirin.

 

Wî ne tenê ji kuştina kurdan, ji pereyan jî zêde hez dikir. Bi Mehmet Eymur û kujer Mahmut Yildirim (Kesk) re li Antalyayê karxaneya qeşemê vedikir, dawiyê datanî “Tima Taybet” a Mehmet Agar û dibû “defterdar”.

 

Kujer Abdullah Çatli jê re digot “xurîfiyo”. Ne xem bû, ew di hejmara kuştin û sereya kurdan de bû. Wateya van gotinên wî, vêga eşkere dibe: “Navbera min û serokeşîrên kurd gellek xweş e!”

 

Holdinga desthilatê “Ciner”; şîrketa wê “Park Elektrik” a kujer; bav û kur Ekenên ji her dera wan xwîn û gendelî diherike; talana Kurdistanê; hevkarên kurd; karsaz û rewşenbîrên kurd ên qurbaniyên “Tîma Taybet”; karkerên di binê axê de... Em hêrsa xwe kîjanî derênin? Em ji kîjanî re bigrîn?

 

Mesud Barzanî

 

Wî, rojên dawî di çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê de pêşaniya rêbazên aştîyane, guftûgo û gotûbêjan binxêz kir. Navnîşanên peyamê?

 

Îran, bi kirasê olî dewleteke neteweperest û otokratîk e. Dijminê sekulerîzm û demokrasiyê ye. Ji bo Tehranê pirsa kurd, “dijîtiya Xwedê” ye.

 

Tişta Tirkiye li Kurdan dike, nîjadkujî ye û ew pirsa hemû kurdan e. Derhênerê tawanê, desthilatdar e û dixwazê heya dawiyê here.

 

Sûriyê? Kengê? Çawa? Bi kî re? Kî dikare sibê bixwîne?

 

Îraq? Ma Başûr ne di amadekariya şerekî nû de ye, him jî bi Şîîyan re?

 

Peyam tijî hêvî û xweşbînî ye, lê ku di hişmendiya wan paytextan de hêvî hebe. Mixabin ew, li himberî Kurdan hê di keftûlefta hevbendiya berê de ne.

 

Mihemed Hacî Mehmud

 

Serokê navdar ê “Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê”, rastiyeke qerase bi van gotinên bêhempa anî ziman: “Dema Amerîka me li hev bîne, borîye.”

 

Îlona 1998ê Wezîra Karûbarên Derve ya DYAyê, Madeleine Albright, Mesûd Barzanî û Celal Talabanî li hev anîbûn.

 

Ev gotinên kûrê Muhammed Qazî, Elî Qazî di guhê min de ne: “Tê dit? Jineke amerîkî destê wan bi darê zorê dide hev.”

 

Wêne yekcar li roja îro tê: Em dest nedin hev, dev ji dewletbûnê berdin, destkeftiyên din jî dikevin xeterê.

 

Albright jî êdî tineye...