Podkastên Rûdawê gihiştin cîhanê

01-11-2023
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Podkast Cîhan
A+ A-

Dema ku me yekem car dest bi berhemanîna podkastê kir, ji ber ku ji bo guhdarên Kurd, nemaze yên ku tenê bi zimanê Kurdî dizanin tiştekî nû bû, ez piçekî dilgiran bûm.

Min digot qey em tiştekî dikin ku demeke dirêj jê re divê heta cihê xwe bigire lê berevajî vê yekê, podkastên Rûdawê zûzûka bal kişand ser xwe.

Niha gelek kes di otomobîlan de, li malan, li salonên werzişê û li cihên giştî li podkastên Rûdawê guhdarî dikin.

Di heyama sê mehan de, tenê reel û vîdyoyên kurt ên ku me li ser platformên medyaya civakî ya Rûdawê weşandine, nêzîkî 15 milyon temaşevanên wan hebûne, loma jî ez piştrast im ku di demeke nêz de wekî welatên din ên cîhanê, li Kurdistanê jî dê hejmara guhdarên podkastên Rûdawê pir zêdetir bibe.

Podkast wekî awayekî ragihandina peyaman di medyaya nû de, bi milyonan guhdarên wê hene. Niha li çar nikarên cîhanê nêzî 500 milyon guhdarên podkastê hene.

Tê payîn jî ku ev hejmar heya sala 2024an li seranserê cîhanê nêzî milyarek guhdar bibe.

Podkast naveroka dengî/vîdyoyî ya li ser mijareke taybet e. Tu dikarî bibî aboneyê wan û li ku û her dema ku tu bixwazî li wan guhdarî bikî.

Wergirê vê şêwazê ji ber mijûlahî û kêmbûna demê roj bi roj zêdetir dibe, ji ber ku bikaranîna wê û dîtina gotûbêj û podkastên bijare pir hêsan e.

Piraniya bikarhênerên podkastê bi bikaranîna mobaylên xwe yên zîrek guh didêrin naveroka dengî, bi rêya apeke navdar a podkastê mîna Apple yan Spotify an her sepaneke din.

Hin guhdarên podkastê di otomobîlên xwe de li podkastan guhdarî dikin. Li gorî navgînên ragihandinê yên din, ji bo guhdarîkirina podkastan vebijarkên bêtir li ber destê wergiran hene.

Aplîkêşinên ku ji bo guhdarîkirina podkastan herî zêde bikarhênerên wan hene, di serî de Apple Podcast e ku heta meha sibatê ya sala 2023yan, ji sedî 38,7 ji hemî guhdarên podkastê bi rêya wê li podkastan guhdarî kirine û nêzîkî 50 milyon podkast li ser wê sepanê hatine barkirin. Podkastên Rûdawê jî li wir cih digirin.

Paşê, Spotify bi ji sedî 28 ji bikarhênerên podkastê di rêza duyem de tê û zêdetirî 35 milyon podkastan jî li ser vê sepanê hatine barkirin.

Podkastên Rûdawê li wir jî hene. Zêdetirî ji sedî 50 podkastan, dema wan di navbera 20 ta 60 xulekan de ye. Kêmtir ji sedî 10ê podkastan jî ji 10 xulekan kurttir in û nêzî ji sedî ji sedî 17ên wan ji 60 xulekî dirêjtir in.

Li Amerîkayê, mirovên 35-44 salî, ji sedî 22yê guhdarên podkastê li wî welatî pêk tînin, her wiha mirovên 12-34 salî, ji sedî 66 guhdarên podkastê li hundirê Amerîkayê pêk tînin û çiqasî temen mezintir dibe, hejmara guhdarên podkastê jî kêmtir dibe.

Ji sedî 43yê mêrên Amerîkî û ji sedî 48ê jinên Amerîkî li podkastan guhdarî dikin. Di sala 2022yan de, Brezîlya di bikaranîna podkastê de, di rêza yekem de hat û Swêd û Meksîka jî di rêza duyem de hatin.

Li Koreya Başûr jî, hejmareke mezin ji mirovan li podkastan guhdarî dikin, ku ji 58ê temenmezinên Koreya Başûr li podkastan guhdarî dikin.

Di heman demê de, ji sedî 18ê salmezinan li Brîtanyayê her hefte li podkastan guhdarî dikin.

Nêzîkî ji sedî 40 Kanadiyên ji 18 salî mezintir her meh li podkastan guhdarî dikin. Ji sedî 49 Îtaliyên 18 salî û mezintir sala borî li podkastekê guhdarî kiriye.

Piştî podkastên nûçeyan, muzîk û huner celebên pejirandî yên ji sedî 45 guhdarên podkastê yên li Îtalyayê ne.

Amarên ku piştî rapirsiyekê di sala 2023yan de, ji hêla şirketa Edison Researchê ve hatin weşandin, balê dibin ser girîngiya podkastan wekî şêwazeke medyayê ji bo gihandina peyaman ji wergiran re li çar aliyên cîhanê.

Saziyên medyayê yên cîhanî jî li vê yekê digerin ku bi guherîna şêwaza jiyanê û mijûlahiya xelkê, medya bi berdewamî dixwaze rêyeke kêrhatî bibîne da ku wergirên xwe ji dest nede. Ji bo vê qonaxa niha, li seranserê cîhanê podkast şêwaza gihandinê ya herî baş û hêsan e.

Ji ber ku medyaya klasîk bi sedema pêşkeftinên teknolojîk, kêmbûna demê, mijûlbûna zêde ya mirovan bi kar û mayîna dirêj a di nav alavên veguhastinê de ji bo ku bigihin cihên karên xwe, tê ku wergirên xwe ji dest bide.

Tora Medyayî ya Rûdawê di 15ê Tîrmeha 2023yan de, bi awayekî berfireh dest bi berhemanîna podkasta xwe kir û ji 1ê mijdara 2023yan ve jî dest bi sezoneke nû ya podkastê dike û çendîn podkastên nû ji aliyê kesayetiyên navdar û ciwanên jêhatî yên Kurd ve tên pêşkêşkirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê di werzê nû de heftane 24 podkastên cuda di hemî warên nûçe û şopandin, aborî, civakî, tenduristî, hunerî, wêjeyî, olî, werzişî û teknolojiyê de li ber destê wergirên xwe radixe.

Tora Medyayî ya Rûdawê yekem medyaya Kurdistanî û Îraqî ye ku podkastên wisa berfireh çêkirine û li ser platformên cîhanî pêşkêşî guhdarên Kurd dike û dê di siberojê de bi zimanên din jî podkastan çêbike.

Podkastên Rûdawê niha li ser platformên podkastên cîhanî hene û guhdarên podkastên Rûdawê dikarin bi rêya telefonên xwe yên destî wan platforman bi kar bînin û li podkastên xwe yên bijarte bigerin.

Ji bo hêsankariyeke zêdetir û vebijarkên bêtir ji bo wergirên xwe, Rûdawê hewl da ku podkastên wê li ser piraniya platformên podkastê yên cîhanî hebin.

Ji bo guhdarîkirina li podkastên Rûdawê, hûn dikarin bi rêya wan platforman podkastên Rûdawê bibînin. Di beşa lêgerînê de, tenê li navê Rûdawê bigerin, hûn dikarin hemû podkastên Tora Medyayî ya Rûdawê bibînin û podkastên xwe yên bijare hilbijêrin.

Podkastên Rûdawê berhemên dengî/vîdyoyî yên Tora Medyayî ya Rûdawê ne. Ev podcast li ser malpereke taybet a podkastê û her wisa li ser platformên podkastên cîhanî tên weşandin.

Ji aliyê şehreza, pispor û kesên naskirî û navdar ên di warên cuda cuda de tên pêşkêşkirin. Armanca sereke ya Podkasta Rûdawê ew e ku zanyariyan bide wergirên Tora Medyayî ya Rûdawê li seranserê cîhanê.

Ji bilî malpera podcast.rudaw.net, podkastên Rûdawê li ser çend malper û platformên cîhanî yên podkastê yên navdar jî hene.

Hûn dikarin li ser mobaylên xwe sepana Apple Podcastê vekin û di beşa lêgerînê de “Rudaw” an jî “Rudaw Podcast” binivîsin.

Ew podkastên Rûdawê nîşanî we dide, li wir hûn dikarin podkastên xwe yên bijare bişopînin û rojane yan jî kengî bixwazin li wan guhdarî bikin.

Platformeke din a navdar a podkastê podcastindex e ku wergirên Rûdawê dikarin li ser vê platformê jî li podkastên Rûdawê bigerin.

Podkastên Rûdawê li ser platformên Amazon Music û Spotify ku du platformên cîhanî yên naskirî ne hene. Kesên ku pergala telefonên wan Android e jî dikarin li ser van platforman guh bidêrin podkastên Rûdawê: iHeart, Pocket Casts, Castbox, Podcast Addict.

Wergirên Rûdawê hêja ne ku baştirîn berhem û zanyariyên herî nû ji bo wan bên pêşkêşkirin, ji ber wê jî Tora Medyayî ya Rûdawê wergirên xwe ji guhertinên bilez ên medyayê bêpar nahêle û bi berdewamî hemû zanyariyên nû bi we re parve dike. Rûdaw bi pêşketinên teknolojîk re dorfirehtir dibe.

* Ferman Salih, Rêveberê Radyoya Rûdawê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst