Kurdistaneke xurt li ku ye?

Bersiva pirsa "Kurdistaneke xurt li ku ye?" ev e: Hertim hêzdariya Kurdistanê di yekîtî û hevgirtina wê ya siyasî de ye. Lê em dibînin ku danûstandinên li ser samanê gazê yê Herêma Kurdistanê li Tehranê û yên li ser samanê petrolê jî li Enqereyê tên kirin, bêyî çavdêriya hikûmetê û bêyî hebûna yekîtî û hevgirtina siyasî.

Bandorên demdirêj ên vê yekê jî ew in ku, dibe ku partiyên siyasî bi awayekî demkî xurt bibin. Lê karîna avakirina herêmeke Kurdistanê ku di heman demê de bihêz û federal be jî, dê hê bêtir kêm bibe û tew dibe ku bi temamî ji holê rabe jî.

Di vê demê de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî gelek pirsgirêkan bûye. Ya ku herî zêde fişar jî lê kiriye, nebûna mûçeyê karmendên sektora giştî ye.

Şêniyên Herêma Kurdistanê bi rewşeke aborî û civakî ya dijwar re şer dikin. Rewşa bazarê têk çûye. Vê yekê bi taybetî bandoreke pir giran li malbatên kêmdahat kir ku sê meh in hîna mûçeyek jî wernegirtine.

Rastiya tal ew e ku gelek hemwelatiyên ku divê pariyekî ji zar û zêçên xwe re bi dest bînin, pereyên elektrîkê û xerciyên cuda cuda bidin û pereyên wan ên çûna bal doktoran hebin, zehmetiyeke mezin di dabînkirina van hemî xerciyan de dikişînin.

Bi ser de jî, hestekî bêzarî û tengezariyê heye ku her diçe dijî çîna desthilatdar zêdetir dibe û her wiha dijî kesên ku vê rewşa ne xweş a ku karmendên ku pişta xwe bi mûçeyê girê didin pê re rûbirû mane, ji hêla aborî ve bandor li wan nekiriye.

Kurd dibêjin: "Zikê têr hay ji yê birçî tune ye!" Mixabin, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ew e ku xelk di qonaxekê ji qonaxên herî dijwar ên dehsalên borî de derbas dibin. Heta niha meaşê çend mehan nehatiye dayîn û sektora taybet jî di bin fişareke mezin de ye.

Her çiqasî li Iraqê dijîn jî, lê şêniyên Herêma Kurdistanê bacên bêtir didin, xerciyên nexweşxaneyên taybet zêdetir in, elektrîk girantir e, xerciyên kirîna pêdiviyên bingehîn zêdetir in; bi ser de jî mûçeyê wernagirin.

Di vê navberê de, ji me tê çaverêkirin ku em bêhneke kûr bikişînin an bi me bidin bawerkirin ku piştî sê mehan, hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye eniyeke yekgirtî li Bexdayê ava bike, ku ev jî bi awayekî wekî "serketin" tê sêwirandin, lê axaftinên ku li ser yekîtiyê tên kirin, hîn jî tenê axaftin in.

Beşdarbûna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de bi du lîsteyên cuda, nîşaneke beloq e ku hîna yekrêzî û nêzîkbûneke rasteqîn di navbera wan de pêk nehatiye.

Lê ev pirsekê tev dide li ser ka gelo çawa Bexda tê razîkirin ku hemû aliyên Kurdistanê di bersiva xwe ya li hember hikûmeta federal de hevgirtî û yekdeng in, di demekê de ku ajandayên siyasî yên cuda dimeşînin.

Hêrs û nerazîbûna li hember rewşa niha, bi awayekî berçav zêde bûye. Li ser malperên tora civakî yên wekî Facebookê, komên nerazîbûnê zêde dibin. Wek mînak, komek li ser Facebookê hatiye avakirin ku zêdetirî 40 hezar mamoste û karmendên nerazî yên sektora perwerdeyê tê de ne.

Ev kar metirsiyeke cidî li ser her du partiyên desthilatdar çêdikin, ji ber ku ger nebûna mûçeyan berdewam bike, dê bi xwepêşandanan re rû bi rû bimînin.

Dîplomatkarên xwecihî şaşwaziya xwe li hember bêşiyaniya berdewam a PDK û YNKê ji bo bihevre karkirina li berjewendiya gel nîşan didin.

Ew balê dibin ser wê yekê ku hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê heta radeyekê kêm e û karîna wê ya lîstina lîstikên siyasî jî sînordar e. Lê dîsa jî wekî ku diyar e, carinan arasteya siyaseta herêmê bi xweşguzariya jiyana wê re nakok e.

Di gotûbêjên vê dawiyê yên bi dostên dîplomatkar ên li Bexdayê re derket holê, di demekê de ku aliyên Kurdistanî hewl didan piştevaniya xwe ya partîzanî xurt bikin, bêyî ku haya wan jê hebe, rêz û hurmeta saziyên Herêma Kurdistanê û heman pêkhateya siyasî ku ew dixwazin piştevaniya wê bikin, kêm dikin.

Li ser asta navxweyî, wer xuya ye ku Herêma Kurdistanê qelstir dibe. Li ser asta navdewletî jî, her diçe bêtir wekî projeyekê lê tê mêzekirin ku civaka navdewletî bi milyonan dolar tê de hilberand, lê niha li ser keviya lawaziyê diheje û dilerize.

Her wisa ji ber ku aliyên Kurdistanî Bexdayê wekî cih û forûmekê ji bo behskirina nakokiyên di navbera xwe de bi kar tînin, rewş hê xerabtir bûye. Ji ber ku vê yekê nav û deng û yekrêziya Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî xerabtir kiriye.

Lawaziya saziyên Herêma Kurdistanê vedigere neguhdan û tew paşxistina encamên hilbijartinan. Her wisa, di encama nakokiyên siyasî de, sistbûna proseya yekbûna Pêşmergeyan jî faktereke din a bihêz e.

Di encamê de, dengê Kurdan li Bexdayê bi awayekî qels bûye ku ne tenê nikarin lêpirsînê li ser gendeliya partî û aliyên siyasî yên Iraqê bikin, li şûnê nikarin mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî bi dest bînin! Her cara ku Herêma Kurdistanê berî dabe hevkariya civaka navdewletî, bi zelalî îşaret bi çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û yekîtiya Kurdan kirine.

Tevî kambaxî û dijwariyên rewşa niha, daxwaza sereke ya şêniyên Herêma Kurdistanê yekdengî û yekîtiya Kurdan e û vê yekê wekî çareseriya tenê ya derbaskirina qeyranan dibînin. Mîna dorpêçên piştî giştpirsiya serxwebûnê ku di demekê de bû ku Iraq ji Iraqa îro gelekî bihêztir bû.

Cihê pirsê ye, dema ku hevpeyman û şêniyên Herêma Kurdistanê yekrêziyê wekî çareseriya rasteqîne ya pirsgirêk û aloziyan dibînin, lê partiyên siyasî hîna vê yekê paşguh dikin.

Ev rewş dilgiraniyê çêdike ji wê yekê ku dibe ku di siberojê de pêkhateya leşkerî ya Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke ewlekarî ya xurt û pîşeyî neyê dîtin, heke çaksazî tê de neyê kirin.

Divê her du partî (PDK û YNK) vê reformê nîşanî hevparên me yên navdewletî bidin û bipeyitînin ku pabendbûneke wan a rasteqîne bi xurtkirina saziyên me heye û êdî berjewendiyên hizbî jî ne karên wan ên herî li pêş in.