Payîz e…

Payîz bi rengê xwe û seqaya xwe, meheke rûzer û xemgîn e û meha pelweşînê ye ku bi xwe re bîranînên xweş û ne xweş, tal û şîrîn, dûr û nêzîk, mîna pelên ku ba wan dihejîne û li ber xwe dibe, tîne bîra mirov.

 

Jixwe ji berê ve xemgînî û mirovê Kurd destbirakê hev bûne û jivana wan a herdemî û salane jî di payîzê de gurttir dibe. Payîz mihrîcana xem û êşan her sal li dar dixe û saz dike.

 

Payîz bêdeng bêdeng rê ji hatina zivistanê re vedike. Wek çawa jiyan hêdî hêdî rê ji mirin, neman û xatirxwestinên bêwext û dawî re vedike.

 

Di payîzê de, li seranserê dinyayê, roj û şev dibin wek hev. Siruşt serdestiya xwe li ser mirov teqez dike. Ew ne qonax û rawestgeha dawî ye, lê ya berî dawî ye.

 

Payîz ew sîkarda çavbelek e ya ku te nakuje, ya ku derba mirinê li te nade, lê laş û ruhê te zamdar û birîndar li erdê dihêle. Dema xwîna te dilop dilop diniqute jî, kirasê xwe yê zer diavêje ser û ji çavên zoqvekirî vedişêre.

 

Payîz ew bayê nerm e ku ji bo cara dawî li rûyê mirov dixe, berî ku hilkişe ser cihê bidarvekirinê û stûyê wî di kindira tund de cih bigire.

 

Dibêjin filan mirov derbasî payîza temenê xwe bû. Lê mirovê Kurd, ruhê Kurdî yê birîndar û jandost, ruhê netebitî û serê xwe xwarî, dijminê xwe û qewmê xwe, kewê evraz û sernişîvan, di temenekî ji payîzê heta bi payîzê de dijî.

 

Ev mirov, mirovê Kurd, bi hatina xwe ya jiyanê re, derbasî payîza temenê xwe dibe û nema jê derdikeve heta bi yekcarî ji warê jiyanê bar dike û kes nizane bi ku ve diteriqe.

 

Di berîkên xwe yên qulbûyî de jî, destkeft û serkeftinên xwe yên biçûk û kiritandî mîna bindeqên ku ji ber sivoreyan mane, dibe bin axê. Di paxila xwe de jî payîzê dibe.

 

Payîz e. Vêga dar hemû mîna rastiyan rût û tazî ne. Pel zer bûne û weriyane. Dengê xuşexuşa wan tê. Tenê dara hesretan şên û geş e.

 

Poşmaniyên giran bi giraniya temenên pûç û windayî, poşmaniyên ku ji bilî Kurdî bi ti zimanekî din nizanin, di nav dûmana lajwerd a tûtina qelûnkêşên pîr de, ber bi esmanên vikîvala bi firê dikevin.

 

Payîz her êvar kartên şînê yên zerkeş li ser nişteciyên xwe yên rengavêtî belav dike. Bi bayê dûrikan re dimilmile. Bi givaşa xewnên hingûrê re dihilhile. Bi tarîgewrikê re diqijile û li dav û xefikên berbangê dilikume.

 

Payîz serê xwe bi ava gulan dişo. Porê xwe yê kej û dirêj şeh dike. Cil û kincên xwe yên herî nû û paqij li xwe dike. Gav bi gav ber bi gola tijî pelên zer û weşiyayî ve diçe. Bêhna rîhan û endekoyan jê difûre. Bi aramiyeke bê tixûb, xwe hêdî hêdî noqî bin avê dike.

 

Payîz e. Çivîk li esmanan westiyan, rêya xwe winda kirin. Nema bi ser hêlînên xwe yên henûn ve dibin. Her ku yek ji me bi firê dikeve, em wî bi benên payîzê basko dikin. Kî mîna me qesasê serê hev e?!

 

Payîz e, ne bi navê şehîdan be sond naxwe. Ne kilamên ji welatê çiyê bin, serê wê danagirin. Xwe li ser hêlanekan radihejîne û rûçikê elendê narincî dike.

 

Payîz e, cibeyê xwe yê boz heta ser pişta xwe vedike, şilfîtazî hembêza xwe ji hemû balindeyên tirsiyayî û derbiderên rêwindayî re vedike: “Netirsin, werin û ji bo heta hetayê di malzaroka min a nûranî de razin. Welatê we nîne, va ez ji we re bûm welat.”