Bihûşta li ser cîhanê: Swîsre

Bihûşt, beriya her tiştî jîngeha azadî û ewlehiyê ye.

Derya û daristan, çem û çiya, ajel û aramî, xwarin û vexwarin, delalî û derdor, bi azadî û ewlehiyê watedar dibin.

Swîsre, yek ji wan welatan e ku ev tev lê civiyane.

Li Swîsreyê hebûna antropoîtan (hominidae, mirovokî) heya 150 hezar sal berê diçe.

Beriya mîladê ji 5300î vir ve (Gächlingen) dewsa çandiniyê heye. Çanda Hallstatt û La Tène (li bakurê gola Neuchâtelê qada arkeolojîk) yên herî kevnar in. Piştre Helvet xuya dibin.

Beriya mîladê sala 58an Sezar artêşa Helvetiyan têk dibe. Piştre Tîberîûs û Drussûs hemî Alpan dixin bin hukmê Romayê.

Swîsre, di 01.08.1291ê de bi daxuyanîyeke federal tê damezrandin. Yekê tebaxê roja neteweyî ya Swîsreyê ye. Destpêkê 3 kanton hene: Uri, Schwyz, Unterwalden.

Li Ewropayê aloziya Katolîk û Protestanan a navbera 1525-1815an bandor li Swîsreyê jî dike.

Di navbera 1789-1815an de Swîsre bê alî dimîne.

Sala 1848an Sîstema Federal a Modern tê avakirin.

Piştî sala 1949an dest bi organîzasyonên navneteweyî dike. Xaça Sor organizasyona sereke ye.

Damezrêner û xelaskarekî Swîsreyê tune ye. Kesayetê herî giring Guillaume Tell e. Tell tîrvanekî efsaneyî ye. Di sedsalên 13 û 14an de jiyaye. Pêşengiya rizgariya ji Nemsayê kiriye.

Swîsre îro ji 26 kantonan pêk tê. Ji bo her kantonê û her bajarî alayên cuda hene. Bajarên herî navdar Bern, Zurîh, Lozan û Cenevre ne.

Li Swîsre 4 zimanên fermî hene: Almanî, Frensî, Îtalî û Romanî.

Navê welêt bi Almanî Schweiz, bi Frensî Suisse, bi Îtalyanî Svizzera û bi Romanî Svizra ye. Navê Swîsre yê Almanî “Schwezerische Eidgenossenchaft” e û tê wateya xwebiratîya peymanê ya Swîsreyê.

Peyva Swîsreyê ji kantona Schwyz tê. Yekem car di sala 972yan de bi wateya “pêxistin”ê (pêxistina daristanan ji bo wargehên jiyanê) di Almaniya berê de wek Suittes hat bi kar anîn. Ev peyv di Almanî de bû Schwiizer, wek Switzer derbasî Îngilîzî bû û niha wek Switzerland tê binavkirin.

Li ser pereyên madenî navê welêt yê latînî “Confœderatio Helvetica” tê nivîsîn. Kurteya vî navî Helvetia ye.

Ev nav piştî Swîsre wek dewleteke federal di sala 1848an da ava bû, di sala 1879an de li ser pereyan hat nivîsîn. Sala 1902yan li ser Qesra Federal ya Swîsre hat nivîsîn û piştî 1948ê derbasî mohrên dewletê bû. Bi kurtî wek CH tê nivîsîn.

Ev peyv ji qebîleya Helvet a serdema Romaya antîk a li zozanên Swîsreyê jiyabû maye. Helvetya di lîstika Johann Caspar Weissenbach ya sala 1672yê de lehengeke jin ya alegorîk e.

Federalî, demokrasiya rasterast û niştecihbûna çiyayên Alpê, bingeha hevpar ya Swîsreyiyan e.

Li gel mirovînîyê, çerxa çar demsalan li Swîsreyê xweş digere. Lewma wiha niqutîbû dilê min: Bijî welatê çar demsalan di yek rojê de dijî.

Nîşe: 1ê Tebaxê cejna neteweyî ya Swîsreyê ye. Swîsre îro digihê 733 salîya xwe. Pîroz û sermedî be.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)