Badîa Dartaş welatê bin destê dagirker dilorîne

Cilekî Kurdî yê xweşik ê jinan li xwe kiribû. Kum, rîşî û destmal li hev aliyabûn. Bêhna qerenfîl û rîhanan jê difûriya. Destê xwe danîbû ser tihêla xwe û ji hewrebanê li min kir hewar, kuro, de serê xwe rake lawo, ma min negot ji kêleka dibistanê dakeve jêr!

Ev dengê xatûn Bedîa Dartaşa hunermend bû ku temenê wê nêzî 80 salî bûye lê hîn jî çeleng û gurgîn e. Wer dixuye ku jiyana tenêtî û fikirîna li ser rabirdûyê, bîranînên wê parçe parçe kirine çimkî di dema hevpeyvîna me de min carinan hest dikir ku divabû wê zor li xwe bikira qene wêneyên bîreweriyên wê zelaltir werin ber çavên wê.

Dema min seriyek dayê û programa xwe ya 'Pencemor'ê bi wê re tomar kir, çile bû. Wê sobeyek du sobe pê xistibûn. Çerku te lingê xwe diavêt pişt dêrî, te hest bi germahiya sobeyê û bixêrhatina germ û gur a xaleta Bedîayê dikir.

Odeya wê dişibiya odeya rêvebereke xwedî selîqe ya dibistanekê ku dîwarên wê bi xelatên cihê cihê hatibin neqişandin, bi gul û kulîlkan hatibin xemilandin, dibêjim xwedî selîqe, axir li odeyên rêveberên dibistanan tu kêm caran guldankeke gulan dibînî.

Pirtûkxaneyeke biçûk, çend pirtûkên dîrokî yên derbarê şanoyê de komî ser hev hatibûn kirin, odeya wê xweşiktir kiribû. Bi rastî te digot qey tu li holeke biçûk a şanoyê yî û derhênereke xwedî selîqe ew amade kiriye.

Lîstikvan, mamoste û şanokar Bedîa Dartaş di warê şano û sînemayê de xwedî ezmûneke dewlemend e. Beşdarî çend şanoyên navdar bûye xasma di serdema rejîma Beasê de, ji ber beşdarbûna wê ya di şanoyên ku êş û azarên miletê wê nîşan didan, gelek caran rastî gefan hatiye û herwiha serê wê ketiye derd û belayan.

Ji min re qala şanoya 'Nexşeya min a bixwîn' dike. Tevî ku behsa bêsiûdiya Filistîniyan dike lê Bedîa Dartaşa ku rola dayika şehîdekî dilîze, ewqasî bi şewat digirî û kurê xwe yê şehîd dilorîne, rêveberê asayîşê hêrs dibe û dibêje Badîa me wekî ker û ga dihesibîne, ma qey ez nizanim ew kî dilorîne, bi hêrs ji salonê derdikeve û dibêje, lîstikê rawestînin! Lê gelo ew wê radiwestînin?

Wêneyekî salên 60î nîşanî min dide. Wêneyê wê dewranê ye ku wekî yekem keça Kurd diçe Enstîtuya Hunerên Bedew a Bexdayê. Li wê derê diçe nav deryaya hunerê nemaze şanoyê, venaşêre ku pêşî mîna ku ew here paş Çiyayê Qafê bû. Axir qîzeke Kurd ku hîn jî bi zimanê Erebî nizane, li bajarekî mezin fena Bexdayê, di refekî de ku hemû kurik in, divê teqlîda dengê gur, kitik, giyandarên din û mirovan bike, loma ger ne bi saya mamosteyê wê bûya dê zûtirkê ji wir lê xista û vegeriya Silêmaniyê, wekî ew dibêje, tir li kû das li kû, ez û vê heyteholê!

Rojekê mamosteyê wê dibîne ku Bedîa bi tena serê xwe li ser kevirekî rûniştiye û xem û kulan bi qasî çiyayekî kon li ser milê wê vedane, dixwaze li ber dilê wê bide û jê re dibêje: Bedîa, tu dizanî tu keça kê yî û ji kîjan neteweyê yî?

Tu keça wan çiyayan î ku bi sedan xortên Kurd tevî çekên xwe pala xwe dane wan, miletê xwe diparêzin, tu dizanî dibe ku ew niha giya û riwekên çiyayan dixwin lê ne amade ne serê xwe li ber neyarên xwe biçemînin! Lê belê ez dibînim tu di nav ponijînê de yî û te dinya ewqasî li xwe teng kiriye û kiriye wekî qulika reş!

Ev gotin bandoreke wisa berbiçav li Bedîa Dartaşê dikin, çawa tu agir berdî pûş, loma biryara xwe ya dawî dide ku şanoyê bike çepereke din a şerê li dijî dagirkerên Kurdistanê, ji wê derê hesta neteweyî ya xwendekar û ciwanên Kurd ber bi rizgariyê ve tevbilivîne.

Çîrok û serpêhatiyên Badîa Dartaşê bi tena serê xwe şanoyeke realîst e, fîlmek e, pirtûkek e û divê ji nû ve bê nivîsandin.

Hîn jî hesreta evîndariyeke ku gunehê wê dixe stûyê kesê din de, ji dilê wê derneketiye. Bedîaya ku vêga bi berdewamî serê xwe ji ser cilka xwe ya nimêjê ranake, xuya nake ku wer bi hêsanî ya ku di dilê wê de ye derkeve, dibe ku bibe ber deriyê Xwedê. Axir ew pir bi kelecan dabaşa Ehmed Salar dike ku tu carî girêka dilê xwe bi tevahî jê re venekiriye, lewra dema min jê pirsî: Ma te jê hez dikir? Bersiv da û got: Ez niha jî jê hez dikim, ew mîna mêrekî qet derneket pêş!

Salên 80yî li Silêmaniyê û desthilata Beasê gelek birîn li ser dilê şêniyên bajêr û hunermendên rastîn ên çepera gel bi cih kirine ku xuya ye wê bi hêsanî qemûşk negirin. Bedîa Dartaş wê rojê qet ji bîr nake gava rêveberê wan qaşo wan vedixwîne civîneke girîng lê cihê civînê cihê gulekirina hin xortên Kurd e. Bi çavên serê xwe dibîne çawa xort bi kincên Kurdî û çavên girêdayî, nola Îsa destên wan ji paş ve bi darekê ve hatine şidandin, li benda fermana wî efserê zikreş û rûdeqandî ne ku bibêje: Irmî! (Bireşîne).

Gava Bedîa Dartaş wê serpêhatiya kezebsoj vedibêje, mîna ku dengê teqîn û guleyan hîn jî di guhên wê de bike ziringînî, loma destên xwe datîne ser guhên xwe û dibilîne: Min digot qey dibêje guleyan berdin min an jî emir li min dikin ku ez li wan bireşînim! Ev çîrokek e ku – bi gotina wê – dibe ku bi mirinê jî ji bîra min neçe.

Bedîa Dartaş dibêje tiştekî min û siyasetê bi hev re nîne, bi Xwedê Tevgera Goranê bi rengekî nedîtî ji min xwest ku ez bibim berbijêra wê lê ez nebûm, ma ez çima xwe têxim wê serêşiyê! Tê bêjî qey parlamento ne cihê danîna qanûnan e lê bûye kompanyayek ji bo zengînbûn û peydakirina pereyan, loma Bedîa Dartaşê di ber xwe de digot ez ê çi bikim ji pereyan? Bi Xwedê ew mûçeyê kêm ku carinan nadin jî dixim destê hin xwendekarên zanîngehê ji bo xwendina xwe biqedînin, ji bo wan baş e.

Li vir, ez ê ji we biqerim ku Bedîa Dartaş bi zimanê xwe hin serpêhatiyên şanoya jiyana xwe di programa 'Pencemor'ê de ku xeleka yekem a bi Dartaşê re şeva çarşemê 31.07.2024an weşiya, ji me re vebêje.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)