Sal bi sal xwezî bi sala par: Şingal

Em dê çend rojên din dîsa salvegera Komelkujî/Jenosîda Êzîdiyan bi bîr bînin. Tevî ku qet ji bîra me naçe, naçe çimkî rewşa Êzîdiyan roj bi roj xirabtir dibe.

Ez dê amarên berê dubare nekim. Ez dê lave û hêviyan jî nekim. Ez dê bi bîr bînim ku ev rewşa şermê ne ya Êzîdiyan e, ya Rêvebirên Îraq û Herema Kurdîstanê ye.

Hê jî bi hezaran Êzîdî wenda ne.

Hê jî bi hezaran Êzîdî di bin kona de ne.

Hê jî bi hezaran Êzîdî li serê rêya ne.

Hê jî bi hezaran Êzîdî li herema Şingalê bê derman, elektrîk, dibistan û pêdiviyên jiyanê ne

Hê jî Şingal û herêma Şingalê bi destê hêzên çekdar parçe parçe ye.

Hê jî Êzîdî di nav destê partî û hêzên çekdar û siyasî de parçe parçe ne û li dijî hev tên bikaranîn.

Hê jî dadgeh û lêpirsîneke ji bo tevahiya leşker û serbazên Îraqê û yên Pêşmergeyên Êzîdî ji jenosîdê re hiştin tune.

Hê jî dadgeheke ku Jenosîdê û terorîstên DAIŞê darizîne û bikole nîne.

Hê jî Êzîdî alav û malzemeyên siyasî ne ji bo partiyên tiliya wan di nav her kar û barên Êzîdiyan ên navxweyî de ye.

Hê jî Êzîdî di nav xwe de parçe ne, yên Kurd û yên ne-Kurd.

Hê jî xwîn û hêza Êzîdiyan diravê berîka xelkê din de ye.

Hê jî Êzîdî di nav xwe de nikarin Kongreya Êzîdiyan pêk bînin.

Hê jî Êzîdî ji berjewendiyên hebûnê û nebûne bêhtir, yê aborî û mîsyoneran didin pêş, ne yên Civakî, Çandî û Olî.

Hê jî Êzîdiyan ji ferman û komelkujiya waneyeke Êzîdîkî dernexistiye. Mebest mafê giştî û yê mayîna Êzîdiyan, ne yê  kesayetan, Êzîdî ne bi ol û nirxên xwe yên giştî, bi takekesan têne nasîn û dibin muxatabên demê. Dem diçe ferman û bişaftin berdewam e.

Hê jî bi hezaran zarok û ciwanên Êzîdiyan siberoja xwe û mayîna xwe bi çekê û şer dibînin, çimkî yasa û dezgehên heyî daxwazên wan nabînin.

Hê jî Êzîdî li bende sedeqeyên siyasî û aliya ne, ne yê mafê xwe yê rewa û temsîla xwe bi xwe.

Hê jî Êzîdî ne xwedî hişmendiyeke Êzîdayî ne. Ger hişmendî nebe ne berjewendiyên giştî, yên takekesî û komî derdikevin pêş.

Êzîdî xwedî taybetiyên olî, civakî, dîrokî û pirsgirêkên trawmatîk û bi giyan û derûniyeke birîndar in.

Nabe Êzîdî bibin alavên siyasî, yê di navbera Îraq û Herema Kurdîstanê de, ne jî yên nakokiyên partiyên Kurd. Ji berê de Êzîdî nebûne qurbaniyên xwe, bûne qurbaniyên hêz û aliyên din û xelkên ne Êzîdî.

Êzîdî divê beriya her tiştî aliyê Ola Êzî, civaka Êzîdî, çand û mafê xwe yê rewa û giştî be.

Êzîdî divê Xîreta ol û civaka Êzîdî bikişînin, ola Êzîdayî ya xîret û marîfetê ye. Ew nebe dirav û zêr, hêz û çekdar jî nikarin hebûna Êzîdiyan misoger bikin.

Êzîdî baweriya xwe roj bi roj bêhtir ji siberojeke li Şingalê û tevahiya Îraqê wenda dikin.

Mafdar in jî.

Kî dixwaze heta hetayê bi xulamtî û bindestiya bindestan bijî?

Şerê Kurdan berê yê êl û olê bû, niha yê partiyan e.

Kurd ne xwedî hişmendî û vîzyona niştimanî ne. Lewma nikarin meseleyên xwe çareser bikin. Wê çawa yê Êzîdiyan çareser bikin?

Jixwe naxwazin çareser bikin, ger dilsozî û niştimanperwerî heba dê ev çend ev karesata mirovî nedomiya.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)