Evdilrehman Durre çawa bû Beşîrîst?

01-08-2023
Sîrwan Rehîm
A+ A-
Di sala 1995an de li Berlînê, li Mala Çandên Cîhanê, Konferansa Ehmedî Xanî hat lidarxistin. Zanayê olî û welatparêzê navdar Seydayê Evdilrehman Durre yek ji beşdarên konferansê bû. Wê çaxê, zanayê navborî serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li derveyî welêt bû.

Di konferansê de, Evdilrehman Durre nola zanayekî oldar dabaşa Xanî dikir. Wekî melayek li ser dikeya kurdayetiyê biaxive, bi coş û kelecan qala teza kurdayetiyê li nik Xanî dikir û wisa digot: "Her Kurdekî bi şeref û bi namûs, êdî serok be, siyasetvan be, karmend be, her tiştek be, her Kurdek ferz e li ser wê yan wî kurdayetiyê bike û kar ji bo çêbûna dewleta Kurdî bike. Dewleta te tune be, dîn û îmana te jî nîne. Em dibînin ku dagirkerên Kurdistanê mizgeftên Kurdistanê wêran dikin, herwisa Quranên di wan mizfetan de dişewitînin, ma hûn nabînin? Encax mirovên kor wan tiştan nabînin. Em nebin xwedî dewlet, em ê çem û çem biçin."

Seydayê Durre hêrs dibû. Her diçû bi coş û kelecanîtir dibû û di dawiya gotinên xwe de got: "Lewma ez serê xwe ji bo hezretê Xanî ditewînim. Ji ber ku bi biha û qîmeta dewletê, hebûna serdar û serok hesiyaye, berî sedsal salan, li ser mijara artêş û dewletê nivîsî û wan tiştên heyatî bi kurdan da fêmkirin. Biratî û bi hev re jiyaneke wisa derew e, mîna niha dagirkerên Kurdistanê dibêjin, xapandin e, gerek mala min jî hebe, çê nabe em ne di malekê de bi hev re bijîn, yanî di mala we de, ez bindest û kole bim, na ez jî mala xwe dixwazim, dewleta xwe dixwazim, ez di dewleta xwe de bim, hingê her kes dikare di mala xwe de behsa cîrantiyeke baş bike."

Ez û mamosta Cemal Nebez û "Hesen" ku hevalekî me yê bakurî ye, em li kêleka hevûdin rûniştibûn û me guhdarî dikir. Ji ber qedexekirina zimanê kurdî li bakur û Tirkiyê, Hesen di mezinahiya xwe de li Berlînê hînî kurdî bûbû. Wekî ku wî bi xwe digot, di malbateke mezin de Hesen kesê tikîtenê bû ku evqas kurdî dizanibû. Lewra Hesen bi awayekî baş ji ziman û derbirîna klasîk a Seydayê Evdilrehman Durre fêm nedikir.

Rabû hevalê me yê bakurî ji mamosta Cemal Nebez pirsî: Mamosta, çima seyda bi hêrs û dengekî bilind dipeyive? Çima behsa Xanî nake? Çima gava dabaşa dewlet û kurdayetiyê dike, hê bêtir dengê xwe bilind dike û hêrs dibe?

Mamosta Nebez bersiva wî da û got: Ramanwerekî Kurd bi navê Beşîr Muşîr heye, tu wî nas dikî gelo?

Hevalê me caba Nebez da û got: Na, ez wî nas nakim.

Mamosta Cemal Nebez jê re got; ger te ew camêr nas bikira, te dê pir baş fêm bikira Seydayê Evdilrehman Durre qala çi dike. Seyda tez û têgihiştina Ustad Beşîr a li ser kurdayetiyê rave dike, dabaşa înfîsaliyetê dike, cudaxwazî, "boyloculuk, separatîzm", çimkî mamosta Nebez zimanê tirkî jî dizanibû, xwest bi zimanê tirkî û tew bi almanî jî têxe qoqê wî, paşê biland: Pir bi kurtasî ustad Beşîr gotiye: "Kesê ne cudaxwaz be, qewad e."

Dema ku mamosta Nebez wer got, kekê me Hesen piçekî şaş û metel ma û şaşwaziyekê xwe li ser rûyê wî da der. Lê matmayîneke demkî bû, keniya û got: "Bi Xwedê gelekî rast gotiye."

Mamosta Nebez got: "Bizane, her kurdekî resen Beşîrîst e."

Keskê ku Cemal Nebez nas kiribe, dizane ku gelek caran tûrikek pê re bû, di tûrik de termuzeke ava germ, kupên ji bo bikaranîna careke tenê, çay û hin tiştên din hebûn. Piştî wê hevdîtinê, wî got ka em derkevin derve û li baxçe çaya îngîlîzî vexwin. Tûrikê xwe vekir û alavên çayê derxist. Mamosta Nebez, Hesen û ez, em li dora çayê rûniştibûn. Paşê Seydayê Evdilrehman Durre jî hat û mamosta Nebez bi xwerista xwe ya dilovan û çavtêriya xwe çayê pêşkêşî me kir.

Mamosta Cemal Nebez îşaretî Hesen kir û ji Seydayê Durre re got: "Vî hevalê me baş ji hêrsa te fêm nedikir, gava te dabaşa Xanî dikir, xasma çawa wî behsa giringiya hebûn an jî damezrandina dewleta Kurdî dikir. Rabû min jî ji bo ku ev hevalê me qenctir tê bigihêje, min bi dirûşma nemir  a Ustad Beşîr jê re şîrove kir. Min li gor hizira Beşîr jê re qal kir û êdî vîna Xanî û ya cenabê te jî tavilê derbasî mejiyê wî bû."

Seydayê Durre pirsî: "Ew şîrove çawa ye û Beşîr çi kes e?"

Mamosta Nebez dabaşa Ustad Beşîr ji Seydayê Evdilrehman Durre re kir, paşê got: "Ustad Beşîr di dirûşmeke tenê de gotina di dilê her kurdekî binamûs de anî zimên û hertim digot: "Kesê ne cudaxwaz be, qewad e."

Seydayê Durre got: "Ha ev e, tiştê ku Xanî gotiye, tiştê ku ez dibêjim ev e. Ez mîna mele (Bakurî nabêjin mela, lê dibêjin mele. Gotin têkildarî rêzimana kurmancî ye. Di zaravayê kurmancî de nêr û mê hene. Heke rêziman ketibe mejiyê meriv, dê ji van hûrguliyan tê bigihe) nikarim peyva dawiyê li her derê bêjim, lê welleh wisa ye. Yê ku dewletê bo kurdan nexwaze, bi qewla Ustad Beşîr qewad e. Lê ez ê vê peyvê li ba we û kesên taybet helbet bêjim."

Mamosta Cemal Nebez berî da Hesen: "Ma min negot ku her kurdekî resen û bi rûmet Beşîrîst e?"

Seydayê Durre got: "Ji ber ku teza Beşîr ev bûye, bi Xwedê ez jî Beşîrîst im."

Bila ev bîranîn û serîlêdan di 60emîn salvegera wefata Beşîr de, ji canê beheştî melayê welatparêz û kurdperwer Seydayê Evdilrehman Durre re pêşkêş bin. Her sal roja 30ê tîrmehê dilê Beşîrîstan bi xurtî lêdide û dike gupegup, ji ber ku wê rojê miletê kurd ustad û mamostayê xwe (Beşîr Muşîr) winda kir û giyanê wî ber bi bihişta Xwedê ve bi firê ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Kawe Emîn / Wêne: Rûdaw Grafîk

25 filisên General Barzanî û ne 100 filisên Ebdilkerîm Qasim!

'Gelo Kurdan ti îbret ji van hemû trajediyên ku hatine serê wan, wergirtiye? Erê, gelo em dê kengî qencî û xerabiya xwe nas bikin?'