Pirsa Kurd pirseke navdewletî ye

01-08-2021
Arif Qurbani
Nîşan Pirsa Kurd Kurdistan Xilafeta Osmanî DAIŞ Şêx Seîdê Pîran Şêx Mehmûd Şêx Tehayê Şemzîn Simkoyê Şikak
A+ A-

Arif Qurbanî

Dibe ku her yekî ji me bi derbirîneke sade, bi dehan car ev pirs ji xwe kiribe: Gelo çima Kurd nebûne tiştek? Gelo sedemeke veşartî li pişt vê yekê heye ku hema hema hemû gel û neteweyên deverê bûn xwedî dewlet, lê Kurd tenê di bin destan de man?

Tirk, Ereb û Faris wek sê cînarên kurdan ên kevnar, her yek ji wan di qonaxeke cuda de hat deverê û karibû bibe xwedî împeratoriyeke mezin û ne tenê xwe bi rêve bibe, lê desthilata xwe li ser beşeke mezin a dorhêla xwe jî ferz bike. Lê belê kurdan nikaribûn li ser erdnîgarî û welatê xwe jî qewareyeke xwerêveberiyê ava bike.

Em gelek caran bav û bapîrên xwe lome dikin ku bi hev re ne yekgirtî bûn. Yan em dibêjin nikarîn sûdê ji wan şert û mercan werbigirin ku ji wan re çêbûn. Dîroknivîs û akademîstên me jî pir caran li kêleka yeknebûna êl û eşîrên Kurd û lihev nekirina serkirdeyan, sedema wê vedigerînin erdnîgarî yan nebûna deryayê li tenişta Kurdistanê, lê gelo bi rastî ev tenê sedem in ku Kurd nebûne dewlet?

Gelo hemî miletên ku karîn dewletên xwe ava bikin yan ji wan re hat avakirin, xwediyên cihên cografî yên kêrhatî bûn? Gelo hemî miletên dinyayê ku bûn xwedî qewareyên xwe, derya li tenişta wan hebû? Bê guman ti yek ji van sedeman ne rast e û ne berê û ne niha jî ne sedemên sereke ne.

Rast e Kurd di nav xwe de miletekî neteba bû, lê gelo rewşa hevpariya civakî ya gel û neteweyên din ên cînarên Kurdistanê ji Kurdistanê baştir bû ku ew bûn dewlet û Kurd nebûn? Bê guman ne rast e were gotin rewşa ereb û miletên din di raboriyê de di nav xwe de ji Kurdan baştir bû. Herwiha ew yek jî ne rast e were gotin serkirde ji nav kurdan derneketine.

Heke em zêde venegerin kûrahiya dîrokê û em dawiya Cenga Cîhanî ya Yekem û destpêka nexşexêzkirina vê deverê werbigirin ku piştî şikestina Xilafeta Osmanî bi dehan dewlet li deverê hatin çêkirin, em ê bigihin baweriyekê ku ti yek ji sedemên tên qalkirin ne rast in ji bo pirsa: Çima Kurd nebûn dewlet?

Gelo Şêx Seîdê Pîran rêberekî kêm bû? Ma Şêx Mehmûd ji wan serok êl û eşîrên ereb lawaztir bû? Gelo ew çend welatên ku ji ereban re hatin çêkirin bi sedema wê yekê bû ku serkirdên mezin ji nav wan peyda bûn? Gelo ji ber wê yekê bû civaka xwe ya eşîrî dabûn aliyekî û hemû bûbûn yek? Bê guman na.

Tew li welatekî nola Iraqê, ne ji suniyan ne ji şîeyan erebek bi dest wan neket bi kêrî desthilatdariyeke rûkeş a jêr mandata Brîtanyayê jî were da ku wî bikin serdarê Iraqê. Rabû çûn kesek ji wan re hawirde kirin û kirin qiralê ereban.

Serok û serdarên piraniya welatên nûdamezrandî ne ew kesên karîzmatîk bûn û ne ji hinavê civak û gelên xwe mîna rêberên neteweyî derketibûn. Piraniya wan hew serokeşîr bûn. Lê wê demê di nav kurdan de gelek rêberên fena Şêx Mehmûd, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Tehayê Şemzînî, Simkoyê Şikak û hinekên din hebûn ku di wê astê de bûn bikarin dewletê birêve bibin. Lê sedema rastîn ew e ku zilhêzên cîhanê û civaka navdewletî nexwestin dewleta kurdan hebe.

Dibe ku li vir pirsa rast ev be: Çima biryarbidestên cîhanê nexwestin yan nehiştin Kurd bibin xwedî dewlet li ser ax û welatê xwe, lê beşek ji neteweyên din ku ne xwediyên axa xwe jî bûn, dewlet ji wan re çêkirin? Dîtina caba rast ji bo vê pirsê ew sedema sereke ye ku pêşî li kurdan girt dewleta xwe ava bikin.

Ger wek pirsekê li ber her yekî ji me were danîn û ji me bipirsin: Ma kî cîhanê birêve dibe? Bêyî xwewestandin û gera li caba rast, em ê bêjin Rojava. Gelo di berjewendiya Rojava de Rojhilat aram bibe? Ji ber gelek sedeman, bê guman na. Ango ew jî encameke sade ya hevkêşeyê ye ku Rojava li pey wan sedeman be ku bibin sedema nearamiyê li devera Rojhilat.

Bê guman li vir jî sedemên nearamiyê ne tenê mana doza Kurd e, gelek kêşeyên din hene û Rojava li ser hemûyan dilîze; lê ger li vir em tenê nimûneyeke danberhevê di navbera kurd û cihûyan de werbigirin, wek çavkaniya nearamî û hevkêşeya realîteyê berevaj bikin, dê çi encamek bi dest me bikeve.

Ango bila em bînin pêş çavê xwe ku niha ji ber ku dewleta kurdan tune ye û bûye çavkaniya pirsgirêkeke mezin li Rojhilat, û ji ber ku cihû jî dewleteke wan heye û ji beşeke zêde ya welatên navçeyê re bûye çavkaniya neraamiyê. Heke dewleta cihûyan nebûya, dê li kû û ji bo kî bibûna çavkaniya pirsgirêkê? Baş e, heke kurdan kêşeya xwe çareser bikirana, gelo wê bibûna pirsgirêk? Bê guman na.

Ango heta pêwîstiya biryarbidestên cîhanê pê hebe, nearamî û hevrikî li devera Rojhilat berdewam be, dê Pirsa Kurd neçareserkirî bihêlin, çunkî yek ji sedemên sereke yên kêşe û hevrikiyên Rojhilat Pirsa Kurd e.

Ez ê niha biçim ser sernavê mijara xwe ku min nivîsî pirsa Kurd pirseke navdewletî ye, merema min ne ew e ku kêşe bûye kêşe û xema civaka navdewletî, lê qasî ku kêşeya kurdan bi biryarbidestên cîhanê re ye, ewqasî ne bi welatên neteweyên serdest ên deverê re ye.

Ez ê qala du mînakên pir sade bikim ku alîkariya berfirehkirina têgihiştina me di nasîna sedemên mana kêşeya me de dikin.

Berî çend rojan medyayê qala raporeke saziya vekolînê ya Brîtanyayê (Declassified) kir ku di malpera (Daily Maverick)ê de hatibû weşandin, hikûmeta Brîtanyayê bi nêzîkî 500 milyon dolarî alîkariya wan grûpên çekdar ên Sûriyeyê kiriye ku beşdarî girtina Efrînê û êrişkirina ser deverên Rojavayê Kurdistanê bûne.

Nimûneya duyem jî, vedigerim serdema giştpirsiya gelê Kurdistanê li Başûr ji bo serxwebûnê. Berî welatên deverê ti helwestekê li dijî wê proseyê nîşan bidin, Swêd û paşê Brîtanyayê dijatiya wê kirin. Ev yek çi ji me re dibêje? Berjewendiya Brîtanya çi ye ku alîkariya wan çekdarên tundrew bike di dagirkirina wan navçeyên ku kurdan bi xwînê ji destê DAIŞê parastibûn, yan welatekî mîna Swêdê, gelo çi ziyanek lê dikeve ger Kurdistan serbixwe bibe?

Ji vê têgihiştinê ji bo siyaseta Rojava li hember deverê, herwiha di encama xwendina dîroka gel û neteweyên cînarên kurdan de, ez gihştim wê qinyatê ku di encama lêkolîn û dahûrbûna kûr a Rojava de ji bo nasîna kurdan wek gelekî ku şiyana wî ya man û berevaniya nasnameya xwe heye û di nav neteweyên din de nahele, Rojava biryar da ax û gelê Kurd li ser welatan dabeş bike daku aramî çênebe, çimkî neteweyên din pir bûn li deverê yan di nav gel û neteweyên din de heliyan, yan bi bindestiyê razî bûn û şerê netewe û welatên dagirkerên xwe nekirin. Lê Kurd miletek e heya bindest bimîne, dê xebata wî ji bo azadiyê jî berdewam be. Ev jî ji bo Rojava xaleke giring e ku nehêle Pirsa Kurd were çareserkirin ji bo ku hevrikî berdewam be.

Ji bo derxistina bêhtir a siyaseta Rojava, em dikarin avakirina dewleta Sûrî û Iraqê bi bîr bînin. Piraniya Sûriyê sunî bûn, desthilat dan şîeyan. Piraniya Iraqê şîe bûn, sunî kirin desthilatdar da ku hevrikî di navbera mînorîteya desthilatdar û piraniya piştguhxistî de berdewam be. Lewma kurd jî nekirin dewlet da ku ti yek ji van welatan aram nebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Diyar Sadî

Qonaxeke metirsîdartir a êrişên elektronîk

Çiqas teknolojî bêtir bi pêş ve here, hêza dijberên wê jî zêdetir dibe. Yek ji wan êrişkarên cîhana dîjîtal in ku li ser du çînan hatine dabeşkirin. Armanca çînekê ji wan çareserkirina pirsgirêkên şirket û welatiyan e seba misogerkirina jiyaneke parastî di qada dîjîtal (siber) de. Armanca çîna din jî wêrankirin û dizîna agahî û daneyên şirketan ji bo meremeke taybet e.