Nûrîkê Siyavendê Apê Etar

Ji berê ve ye kilambêjiya kurdî, li ser dêhin û bala min e.  Min hez e her cihê ku kilam lê olan dide, li koşeyekê cihek ji xwe re diyar bikim û guh lê bidêrim. Xwendevanên zimanê kurdî, nexasim hezkiriyên zargotina kurdî vê yekê baş dizanin.

Ne tenê guhdarîkirin, her wisa nivîsandina van kilaman bo min cihê şanazî û bextewariyê ye. Yekem pirtûka min, "Filîtê Quto"* piştî nivîsandina van kilaman hatge pê. Min mînakên ji zargotina kurdî, di rojname û kovarên kurdî de da weşandin.

Wek mînak, şazde (16) kilam û qewimînên ku di nav gel de dihatin gotin, lê nehatibûn nivîsandin; min tevî serpêhatî, rewşa civakî, bi varyant ango guhertoyên cihê-cihê, ligel gotûbêjên têkildarî kilaman, di kovara Jiyana Rewşenê** de da weşandin.

Paşê jî, ji bo ku winda nebin, min ev kilamên giranbiha di kitêba dabaşa mijarê de da çap kirin. Niha li ber destê min, têrî du kitêbên din, kilam û serpêhatiyên zargotina devkî hazir û amade ne. Di nava van kilaman de, kilamên ji deng û awazên Serhedê, xwedî ciheke taybet in ji bo min. Her wekî bilêvkirina nivîskarê kurd ê hêja Ehmedê Gogê*** kilamên Welatê Serhedê ji bo min "baristana dilan" in...

 

***


Kilama Nûrîkê Siyavend ango Siyabend, yek ji wan kilaman e ku ev demek e her lê guhdarî dikim. Bi awayek ji awayan, komek stran û kilamên dengbêjî-zargotina bidevkî, çendek berê ketin destên min. Sedema nivîsandina vê kilamê û vê nivîsarê ew e ku Ehmedê Gogê, di kaset-CD-yê de, li ser vê kilamê û malbata Siyabendê Apê Etar, axiviye. Wisa xweş axiviye ku mirov hez dike ji kilamê bêhtir guh bide dengê nivîskarê hêja.  

Beriya ku hûn berê xwe bidin gotinên Ehmedê Gogê li ser kilamê û xwendina vê kilamê, dixwazim çend tiştan bibêjim... 

Diyar e, Nûrîkê Siyavend di nava êl-eşîra xwe de xwediyê hezkirineke mezin e. Yek ji pêşengê malbatê ye, mêrxasek e, delalê ber dilê dayîk, bira û xwişkên xwe ye. Li gorî ji kilamê tê fêhmkirin, hatiye kuştin. Mirin zor e, xayîn e. Herî zêde kezeba dayîk û xwişkan li ser birayên kuştî dişewite. Xwişkên wî li ser wî lorandine. Paşê ev deng û qêrîn, bûye para gotina dengbêjan û ketiye malên me.

Nûrîk, kurê Siyavend e. Siyavend jî kurê Apê Etar e. Apê Etar, xîretkêşekî miletê kurd e. Ji zarbêjî-stranbêjî-govendgeriya kurdî haydar e. Lewma ku herdem zargotinas-nivîskarên kurd ên berbiçav li Ermenistan û Qefqasan lê qesidîne, bûne mêvanê civata wî,  guh danê û axaftinên wî tomar kirine, di nivîsar û kitêbên xwe de weşandine... 

Dengbêjê li ser Nûrîkê Siyavend gotiye kî ye, kê ji kilamê re sazbendî kiriye? Ji bo bersiva van pirsan û çend gotinên li ser vê malbata qedirgiran, bifermin dêhn û bala xwe bidin gotinên Ehmedê Gogê ku di kasetê de, li ser kilama navborî gotiye:

 

"Kilama vê kasetê ya ewilîn, Emerê Feyzoyê Cercoyê Elî, avêtiye ser Nûrîkê rehmetî. Sazbendiya wê pêk tîne, sazbendê binav û deng Ehmedê Hesenîkê. Mala Siyabendê me; Siyabendê Apê Etar, maleke bi nav û nîşan, maleke xîretkêş a milet, maleke teqildar a milet bû. Gelek ji vê malê; hînî erf, edet, rê, rêzim, rabûn û rûniştina me yî miletiyê bûne. Profesor Haciyê Cindî, nivîskarê mezin Nadir Mehmûdov li vê malê diqesidin wekî guhdariya malxweyê malê Apê Etar bikin. Çimkî Apê Etar, hosteyê xebera bedewetiyê bû. Xweş xeber dida, şîrîn xeber dida, aqil xeber dida. Zargotina me mînanî pênç tiliya zanibû. Heciyê Cindî, gelek nimûnê zargotinê ji wî hildane û di kitêbêd xwe yên başqe başqe de dane çapkirinê. Temamê ewledên Siyabendê me, li welatê dûr û deras bûne alîkarê milet. Li Ûrisêta dûr, li merkeza Ûralê, li Svêrnoskê bûye serê gilî û gazina, bûye alîkarê hemû hewcekara. Ev kilam gelekî li bejn û bala Nûrîk tê. Ev kilam baristana dila ye û heykelê bîranîna zindîtiya Nûrîk e. Ewê heta hetayê bijî û bibe nimûneyeke zargotinê ya kifş..." 

***


Kerem bikin hûn û kilama Nûrîkê Siyavend;

 

Nemînim, nemînim, nemînim

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend

Tîtalê xortan ra.

Siltanê digo, Sînemê porkurê,

Ezê li şeherê Svêrnoskê dinêrim çawa mezin e,

Rabe bala xwe bidê, serî heye binî tune,

Miletê me tê de belav bûye serûbin e.

Wexta dibû rojên oxirmê giran,

Ji Xwedê ve eyan e,

Mêrxas birakê şêrîn e,

Kekê Zoro ye, Nûrîk min e.

 

Nemînim, nemînim, nemînim,

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend,

Tîtalê xortan ra.

Norîk bira, w'ezê li şeherê Svêrnoskê dinêrim wê bi nik e,

De emê vê sibê têlekê bikişînin Ermenistanê, gundê Gêtaşênê,

Emê bêjin Siltanê Dayê,

Porkurê Sînemê, xwehê serkurê,

Rabin binêrin felek e, li me çi dike,

Waye hatiye kuştin Nûrîkê Siyavend,

Birakê Jora dîsa şêrê çargurçik e.

 

Nemînim, nemînim, nemînim,

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend,

Tîtalê xortan ra.

Siltanê digo, Esmerê porkurê,

Roja me derketiye ji Urisetê,

Ji qudretê.

Şewqê daye bejn û bala Bavê Zoro,

Dîsa goveka vê saetê,

De bila ew roj ne roja Xwedê bûya,

Wexta Nûrîk min ji mal derket sebir ketê.

Esmerê porkurê xêra  mala Xwedê re,

Nûrîk min ne mêvanê axî gora bûya,

De bila girtî bûya,

Girtiyê kambaxa vê Ûrisetê.

 

Nemînim, nemînim, nemînim,

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend,

Tîtalê xortan ra.

Sînemê digo, Siltanê dayê porkurê,

Ezê li şeherê Sivêrnoskê dinêrim çawa giran e.

Mêrxasên Sivêrnoskê, li dîwana Jorayê bira da li hev civiyane,

Lê ezê çavê xwe digerînim nagerînim,

Nûrîk bira, mêrê mêrxas ne di nav da ye.

 

Nemînim, nemînim, nemînim,

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend,

Tîtalê xortan ra.

Jora digo, Norîk bira bayê Ûralê tê ye, dilîlîne,

Wey lê dixe, tuncik temoyê birakê min î ezîz,

Li ser eniya delal de direvîne.

Bira ji Xwedê ve eyan e, biratiya me gelekî şêrîn e.

Bila Xwedê mala nemama, nexana xwedî bike,

Derbeka xedar li birakê min dane,

Destê me ji birakê me ji hev diqetîne.

Nemînim, nemînim, nemînim,

Nemînim pey Nûrîkê Siyavend,

Tîtalê xortan ra...

 

 

* "Filîtê Quto" -20 Kilam/20 Qewimîn", Salihê Kevirbirî, Weşanxaneya Pêrî, 2001, Kurdî, 175 Rûpel, Stenbol. Di sala 2004-an de, bi wergera tirkî ya Mazlum Dogan, bi navê "Kürt Halk Turkulerinden Seçmeler" ji Evrensel Basim-Yayinê ku li Stenbolê ye ve hate çapkirin. (S.K)

** Jiyana Rewşen: Kovara ku li Stenbolê, wekî weşana Navenda Çanda Mezopotamyayê, bi perîyodên mehane dihate çapkirin.

*** Ehmedê Gogê; (1937-20 Adar 2003) Nivîskar û miletzanê kurd, yek ji pêşeng û berpirsê Radyoya Erîvanê Para Kurdî ku salên dûvedirêj di radyoyê de bû dengê kurdên hezkiriyên gotina kurmancî...







Ehmedê Gogê