Piştî hilbijartinên Îranê

01-03-2020
Ziryan Rojhilatî
Nîşan Hilbijartinên Îranê Komara Îslamî Hesen Rûhanî Elî Xaminêyî Reformîst
A+ A-

Li Îranê hilbijartinên xula 11an a parlamentoyê birêve çûn. Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xaminêyî, beşdariya di hilbijartinan de weke ‘erkeke niştimanî’ binav kiribû. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompoe jî gotibû ku “berpirsên Îranî ji hilbijartineke azad ditirsin” û ew hilbijartin tenê weke ‘nimayişek’ek pênase kiribû.

Ya rastî hilbijartinên li Îranê birêve diçin, ne weke hilbijartinên li welatên cîhanê yên din in. Lêbelê ev hilbijartin, ne di warê guhertina elîta siyasî de ku di hemû sîstemên demokratîk de heye, lê ji aliyê karîgeriya li ser siyaseta navxwe û derve ve, girîng e.

Hilbijartin û rêjeya beşdariya xelkê

Tenê rojek pêş encamdana hilbijartinê, li bajarê Qûm ku yek ji girîngtirîn navendên cîhana Şîe ye, nûçeyên belavbûna vîrusa Koronayê li ser medyayê cih girtin. Ev rewş jî bû sedem guman li wê bê kirin ku paşê, ‘berpirsên Îranî sedema rêjeya kêm a beşdariyê û boykota xelkê vegerînin ser vîrusa Koronayê’ ku di rastiyê de îddîa hene, gelek berî wê roja hatiye ragihandin, ew şewba gihiştiye Îranê.

Ebdullah Gencî, Rêveberê Giştî yê rojnameya Cewanê ku nêzîk e li Supaya Pasdaran, bersiva xwe ya li ser pirseke derbarê rêjeya kêm a beşdariyê di hilbijartinan de, li hejmara xwe ya Twîtterê belav kir û tirsa xelkê ji vîrusa Koronayê weke bijardeyek nîşan da. Rêberê Olî Elî Xaminêyî jî got ku tevî şewba Koronayê jî xelk çûye ser sindoqan û deng dane.

Dema ragihandina belavbûna vîrusa Koronayê li welat, bi mebestek siyasî be an jî nebe, rêjeya kêm a beşdariya xelkê, mohra xwe li hilbijarinan daye. Îranê rêjeya beşdariya di hilbjartinê de weke ji sedî 42 aşkere kir. Lêbelê beşeke çavkaniyên ciyawaz, diyar dikin ku ev rêje gelek kêmtir e û rêjeya beşdariyê  derdora ji sedî 25 e.

Ew rêjeya ku hatiye aşkerekirin jî rast be, ev weke hilbijartineke ku kêmtirîn beşdarî tê de çê bûye di dîroka Komara Îslamî de hat tomarkirin. Ji rêjeya beşdariya di hilbijartina xula 10 jî ji sedî 20 kêmtir e. Li gor amarên ku hikûmetê aşkere kirine, rêjeya beşdariya di dawîn 10 hilbijartinan de di navbera ji sedî 50-70 de diçe û tê. Ji sedî 30ê xelkê ti caran beşdarî hilbijartinan nebûne, ji sedî 20 ê xelkê jî li gor qonax û rewşê deng dane. Bilindtirîn rêje jî di hilbijartinên ku reformîst bi serkevtibûn de, hatiye tomarkirin. Ev jî nîşan dide ku kengî hêviya guhertinekê hebe, kesên bê biryar zêdetir beşdarî hilbijartinan bûne.

Cîbicînekirina sozan ji aliyê hikûmeta Rûhanî ve, belavkirina xwepêşandanan bi tundûtûjî, bêbaweriya ku di nav xelkê de çê bûye taybet jî piştî xistina firokeya Ukraynî û sînordarkirina hilbijartinan, hevnêrînbûna oposizyonê li ser boykotkirina hilbijartinan û ji ber hinek faktorên din, dihat çaverêkirin ku beşdariya xelkê di hilbijartinan de kêm be.

Rêjeya kêm a beşdariyê, acizbûneke din jî zêde dike li wan aciziyên ku derbarê sîstema niha de hebûne û ne zehmet e mirov pêşbînî bike ku di demeke guncaw de ev dê bi bertekeke ciyawaz rû bide. Beşdariya kêm a xelkê di hilbijartinên salên derbasbûyî de Ii Iraq, Lubnan û Misirê, bûbûn sedema rûdana nerazîbûnên girseyî. Ev nêzîktirîn nimûne ne ku em bibînin beşdariya kêm a di hilbijartinan de dibe sedema kîjan bûyerên siyasî û civakî.

Piştî nakokiya di navbera serokomarê berê Mehmûd Ehmedî Nejad û rêberê olî yê welat de li ser mijara destjikarberdana Wezîrê Îstîxbaretê, beşek ji muhafazakaran tekezî li ser monopolkirina (yekdestkirin) sîstema sîyasî ya li welat kiribûn ku ev jî dihat wateya rakirina postê serokomariyê an jî sînordarkirina desthilatên wê.  Vê yekê di xula duyem a serokomariya Hesen Rûhanî de jî weke mijareke germ berdewam kir.

Ya rastî dema em li pêşhatên girîng ên li Îranê ku di heyama salekê de bi awayekî bilez rû dane, binêrin, em dikarin bi hêsanî delîlên hewldanên ji bo yekdestkirina desthilatê bibînin.

Elî Xaminêyî sala 2019an, bi kêmanî erka 8 fermandarên pilebilind ên Supaya Pasdaran guhert. Di heman salê de, Serokê Darazê Sadiq Larîcanî ji erka wî dûr xist û li şûna wî kesekî nêzîkî xwe danî. Nûçeyên derbarê gendeliyên malbata Larîcanî bi awayekî berfireh di medyayê de hatin belavkirin û Elî Larîcanî xwe berbijêr nekir.

Herî dawîn jî rê bi piraniya reformîstan nehat dayîn ku xwe berbijêr bikin û hilbijartin ket rewşeke wisa ku mîna hilbijartineke navxwe ya di navbera muhafazakaran de be. Di encama vê de jî parlamento, di xula pêşiya me de bû ya muhafazakaran.

Li gor yasayan, bi erêkirina 2 li ser 3 ya endamên parlamentoyê, dikare derbarê Rûhanî de lêpirsîn bê destpêkirin. Parlamentyê heta niha rê bi guhertina 7 wezîran daye. Eger parlamento biryarê li ser guhertine 2 an 3 wezîrên din jî bide, li gor yasayan divê kabîne ji nû ve bê diyarkirin. Ev jî tê vê wateyê; Rûhanî biçe an neçe, nikare ji gotina parlamentoya nû derkeve.

Di warê siyaseta derve de jî ev hilbijartin girîng bû ji bo rêberê olî yê Îranê. Kuştina Qasim Sulêymanî, betalkirina rêkevtina etomî bi temamî û rewşa siyasî ya li navçeyê, biryarderên Îranê han daye ber bi fikra yekdestkirina desthilatê. Ew di wê baweriyê de ne ku divê êdî li ser wê rêbaza Rûhanî ne meşin ku bûye sedema binketinê. Jibilî vê jî, rewşa şer be an aştî be, pêwîstiyê bi desthilateke bihêz dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst