Bi rûxandina rejîma Beasê ya Şamê û reva Beşar Esed a Rûsyayê, Sûriye derbasî qonaxeke nû ya guhertinên rêzanî û stratejîk dibe.
Vê bûyerê bi awayekî radîkal hevkêşe guhert û bû sedem ku Rûsya hevalbendê xwe yê kevneşopî li Sûriyeyê winda bike û li hevkarên nû bigere ku hebûna xwe ya berdewam li herêmê misoger bike. Di vî warî de Rêveberiya xweser dikare roleke balkêş bilîze û derfetan ji bo bihêzkirina pêgeha xwe ya rêzanî û dabînkirina aramiya herêma xwe veke.
Derfeta Rûsyayê piştî rûxandina rejîma Esed
Îro Rûsya rûbirûyî rastiyeke nû li Sûriyeyê tê bi nebûna rêjîma Esed ji qada rêzanî û jidestdana piştgitiya xwecihî ku şiyana wê ya bandorkirina rasterast lawaz kiriye.
Ji bo parastina hebûna xwe li Sûriyeyê pêwîstiya bi hevalbendên herêmî heye û ji ber ku Tirkiye di vê herêmê de dijberekî hişyar dimîne, hevalbendiya bi Kurdan re dikare ji bo Rûsyayê vebijarkeke pratîkî be.
Di ronahiya vê rastiyê de, motîvên Rûsî dikarin bi kurtasî wiha werin rêzkirin:
1- Berdewamiya hebûna leşkerî: Rûsya hewl dide ku baregehên xwe yên leşkerî yên stratejîk li Sûriyeyê biparêze, wekîî alternatîfek ji baregeha Himêmîmê re.
2- Bihêzkirina bandora siyasî: Moskow pêdivî bi hevpareke herêmî heye ku jê re rewa û bingeheke nû ya piştgiriyê peyda bike.
3- Ji nû ve avakirina hevsengiya herêmî: Hevkariya bi Kurdan re dibe alîkar ku Rûsya li hemberî bandora Tirkiyeyê ya pirtir bibe.
Kurd çawa dikarin sûdê wergirin?
Rêveberiya Xweser a Kurdî ku herêmên berfireh ên bakurê û rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve dibe, xwedî hêz e ku dê di qonaxa niha de ji Rûsyayê re hevkarekî balkêş e.
Kurd dikarin ji vê rewşê sûdê wergirin:
1- Danûstandinên ji bo piştgiriya rêzanî: Kurd dikarin xwe wekî hevkarekî pêbawer bidin nasîn ku Rûsya herêmên Rêveberiya Xweser wekî pêkhateyeke rewa nas bike.
2- Bipêşxistina aramiya xwecihî: Rûsya hewcedarê hevalbendeke ku aramiyê li deverên hîn di bin kontrola wê de ye garantî bike; Kurd dikarin di berdêla alîkariya aborî û piştgiriya lojîstîk de vê rolê bilîzin.
3- Kêmkirina gefên Tirkiyeyê: Hevkariya bi Rûsyayê re dibe ku fişara Tirkiyeyê li ser herêmên Rêveberiya Xweser sivik bike, nemaze ji ber kêmbûna şiyana Moskowê ya ji bo dayîna tawîzan ji Enqereyê re.
4- Sûdwergirtina ji çavkaniyên stratejîk: Kurd dikarin dewlemendiyên herêmên xwe, wekî petrol û gazê, wekî lûtkeyekê ji bo bidestxistina piştgiriya Rûsyayê ya pirtir bi kar bînin.
Gavên pratîk ji bo bidestxistina destkeftiyan
Ji bo ku herî bêhtir ji vê rewşê sûdê wergire, Rêveberiya Xweser a Kurdî dikare gavên stratejîk ên pîvandî bavêje:
• Vekirina kanalên dîplomatîk ên rasterast bi Moskowê re: Divê serkirdayetiya Kurdan pêwendiyan bi karbidestên Rûsî re xurt bike ji bo gotûbêjkirina berjewendiyên hevbeş.
• Pêşkêşkirina înîsiyatîfê ji bo hevkariya aborî: Kurd dikarin Rûsyayê vexwînin da ku li herêmên wan sermayeguzariyê bike, ev yek jî dê têkiliyên di navbera her du aliyan de xurt bike.
• Dabînkirina garantiyên ewlehiyê: Dilniyakirina Rûsyayê ku berjewendiyên wê yên leşkerî û stratejîk dê nekevin ber metirsiyê.
• Hevahengiya bi hêzên din ên navneteweyî re: Sûdwergirtina ji pêwendiyên bi Amerîka û Ewropayê re ji bo çêkirina hevsengiyê di danûstandina li gel Rûsyayê de.
Di dawiyê de, bi guhertina sehneya rêzanî li Sûriyeyê piştî rûxandina rêjîma Beasê, derfet ji Rêveberiya Xweser a Kurdî re xweş xuya dike ku pêgeha xwe bi hevkariya Rûsyayê bihêztir bike. Ji ber wê yekê ku hewcedariya Moskoyê bi hevkariyeke herêmî ya nû, wekî ya Kurdan dikare vê rewşê ji bo bidestxistina destkeftên rêzanî, aborî û ewlehî yên demdirêj bi kar bîne û serkeftina vê stratejiyê pêwîstî bi dîplomasiyeke jîr û jêhatî heye ku bi jêhatîbûn û nermî veguhertinên berdewam bi kar bîne bi sûdwergirtina ji hebûna civak û kesayetên Kurd ên têkiliyên xwe yên nêzîk bi berpirsiyarên rêzanî û leşkerî li Moskowê re hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse