encemor li gel nivîskar û lêkolînvan Kakşar Oremar – Beşa Yekem

17 July 2024
encemor li gel nivîskar û lêkolînvan Kakşar Oremar – Beşa Yekem
"Ev pêncsed sal in ti serkirdeyekî Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi mirina xwe nemiriye, lê bi hîleyan ji aliyê dijminên xwe ve heta ser maseya gotûbêjan hatine birin, bi xafilî hatine zeftkirin û kuştin" Ev gotina lêkolînvanekî Kurd e ku demeke dirêj e li ser jiyana Simkoyê Şikak, malbat û şoreşa wî lêkolîn kiriye, ew jî Kakşar Oremar e.
 
Navenda niştecihbûna eşîra Şikak derdora gola Urmiyê ye, lê li bajarê Wanê û derdora sê sînoran jî belav bûne, tewra derbasî çiyayê Kurdan (Çiyayê Kurmênc) li Efrînê û gelek deverên din ên Kurdistanê bûne.
 
Dema Simkoyê Şikak di gupîtka xortaniya xwe de ye, dizgîna eşîra xwe dixe destê xwe, êdî stêra bextê wî diteyise, lê li navçeyeke ku herdem kesên ku jê xwendetir in dijminatiya wî dikin, herwiha ew kes xwedî hêz û piştevaniya dewletê ne, loma bi neçarî heta dema ku di komployekê di sala 1930î de tê kuştin, Simko bi berdewamî li vir û wir bû, carinan bêgav maye ji bo berjewendiya xwe û miletê xwe doza alîkariyê ji kesên nemerd jî bike.
 
Di programa Pencemorê de, me dabaşa hin mijarên dîrokî yên girîng kir wek têkiliya Simko û Barzan, têkiliya wî bi Şêx Mehmûdê Hefîd re, têkiliya wî bi rûs, îranî û îngilîzan re; li ser xeletî, taktîk û dîtinên Simko, xasma li ser siyaset, çand û dîplomasiyê.
 
Berevajî dîroknasên wek Kemal Mezher û dîroknasên din ên Kurd û biyanî, Kakşar Oremar cara yekem, li ser kuştina Mar Şemûn xwedî nêrîneke cuda ye! Herwisa mijara talankirina bajarê Mehabadê ji aliyê artêşa Simko ve wekî propaganda dihesibîne.