Pencemor ligel Serokê Berê yê Partiya Karkerên Tirkiyê Mihemed Elî Aslan – Beşa 4

10 July 2024
Pencemor ligel Serokê Berê yê Partiya Karkerên Tirkiyê Mihemed Elî Aslan – Beşa 4
Bawer nakim Ocalan bê berdan!
Rûdaw: Meseleya çepê radîkal li Tirkiyê ber bi pêş ve diçe. Gelek caran behsa Deniz Gezmiş tê kirin. Ma ew kesekî teorîzan bû, radîkal bû, çima ew daleqandin?
Mihemed Elî Aslan: Sala 1968an bizavek li Fransayê dest pê kir, paşê li welatên din belav bû. Li Tirkiyê Deniz Gezmiş û hevalên xwe beşdar bûn. Dirûşmek bilind kiribûn ku dikarin bi rêya artêşê şoreşekê dadin! Min wê demê ji wan re got, artêş artêşa NATOyê ye, di bin destê Amerîkayê de ye, hûn jî li dijî emperyalîzma Amerîkayê ne, ev çawa dibe? Artêş dê çawa alîkariya we bike? Dê berî her kesî we bigirin. Ew ne pir xwendewar bûn, tenê bawerbûn ji wan re bes bû.
Rûdaw: Rêxistina wan hebû?
Mihemed Elî Aslan: Erê hebû. Gava ez serokê Partiya Karkeran bûm, min serdana Stenbolê kir. Xwendekarek bi navê Betel Mehatoglu hatibû kuştin. Ez li wir pê hesiyam ku komek heye. xwestin em hev bibînin, ez jî razî bûm û min gote wan kerem bikin werin baregeha me û em ê xeber bidin. Lê wan got em nayên ku li baregeha Partiya Karkeran bicivin! Ji me xwestin ku em biçin cem wan. Min jî caba wan da, ez serokê partiyê me, çawa dibe ez bêm nik we? Hûn tevgereke neqanûnî ne, nabe partiyeke xwedî molet bê nik we û ligel we bicive? Rabû nehatin. Min berê avoqatî ji bo hevalên wan kiribû. Nûnerê Balyozxaneya Amerîkayê bi navê Komel semînerek li Zanîngeha Orta Dogu (Rojhilata Navîn) li dar xist. Bi qestî erebeya xwe bê ti nobedarekî li pêşber zanîngeha rawestandibû qene bişewitînin. Komel kesekî sûcdar û kirêt bû, beşdarî şerê Vîetnamê bûbû, endamê CIAya Amerîkî bû û destên wî bi xwîna mirovan sor bûbûn, rabû agir berdan otomobîla wî û şewitandin. Kesên bi vî karî rabûn hatin girtin û darizandin, lê Denîz reviya. Tiştên sosret dikirin.
Rûdaw: Çekên wan hebûn?
Mihemed Elî Aslan: Erê, çekên wan hebûn. Rojekê li baregeha partiya me civîneke me hebû. Guleyek li cama odeya civîna me xistin. Ti nemabû li serê Yaşar Kemal bikeve. Paşê em pê hesiyan ku Mahir Çayanê ku ser bi wê komê bû gule berdabû. Ew nediçûn ser partiyên siyasî yên dî yên Tirkiyê wek Partiya Komarî yan Partiya Nû ya Tirkiyê, armanca wan Partiya Karkerên Tirkiyê bû.
Rûdaw: Çima Deniz Gezmiş hat îdamkirin?
Mihemed Elî Aslan: Tevgera wan ne ya wê yekê bû ku xelk li ser bên bidarvekirin. Bi piranî dibe ku bi 2-3 salên zindanê kuta bibûya. Lê serdema derbekaran bû. Berî wan 3 kes bidarve kiribûn, Menderes û 2 hevalên wê. Lê dest bi avêtina sloganan kirin ku li şûna wan her sê kesan divê 3 kesên çep bên daleqandin. Tiştên sade û xwerû bûn. Bi rastî ne hêja bûn xelk li ser bê îdamkirin. Ez dijî îdamê me. Berê xelk li ser sûcê kuştinê dihatin îdamkirin.
Rûdaw: Kes ji ber siyasetê nehatiye îdamkirin?
Mihemed Elî Aslan: Kirasekî siyasî lê kirin lê ne hêja bû ku xelk li ser bê daleqandin.
Rûdaw: Di sala 1965an de partiyeke kurdî bi dizî (neqanûnî) hat damezrandin. Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê, haya we jê hebû ku partiyeke wiha hatiye damezrandin?
Mihemed Elî Aslan: Di destpêkê de parêzer Fayiq Bucak ji Rihayê bû, ew partî ava kir. Fayiqî ez vexwendim, dixwest em jî beşdarî damezrandina wê partiyê bibin lê min pir jê xwest ku ew bibe endamê Partiya Karkerên Tirkiyê. Axir zirar nedikir û îmkana çûna wî ya parlamentoyê jî hebû lê wî digot ez ê wek kandîdê serbixwe beşdar bibim, ger ez bi ser ketim ez ê tev li partiya we bibim lê min got tiştekî wisa nabe. Cara duyem min gazî Mihemed Emîn Bozarslan kir. Em bi hev re çûn Rihayê û bi Fayiq re axivîn, lê em negihiştin encamê. Malbata Fayiq li Siwêregê rûdiniştin. Dijminatiya wan hebû, dijminên wî piştgiriya cendirmeyan dikirin, dema mijûlî dagirtina benzînê dibe, derba xwe lê tînin û wî dikujin. Piştî kuştina Fayiq, Seîd Alçî bû serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê.
Rûdaw: Bi dîtina te, ew çax ne dema damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan Tirkiyê bû?
Mihemed Elî Aslan: Na, çima na? Ez ne ligel partiyeke neqanûnî û nihênî bûm û dijî şer bûm jî. Çend kes li dora hev kom dibin, ew tenê ne, haya kesî ji wan tune, natirsin jî, bi kêfa xwe dabaşa her tiştî dikin, behsa Kurd û Kurdistanê dikin lê qala aboriyê nakin, qala birçîbûnê nakin, tenê çend stûnên wan hene: Em Kurd in û Kurdistan heye! Van tiştan jî tenê di nav xwe de dibêjin. Li derveyî wan kes ji wan nabihîze. Bê guman sîxurek jî di nav wan de peyda dibe, çi ser bi MÎTê yan cihekî din be. Êdî wan digirin û sûcdar dikin. Ez beşdarî dadgehkirinên wan bûme. Seba van tiştan min ji wan dixwest ku bi eşkere û qanûnî kar bikin çimkî tu di civînên sedhezarî de ji xelkê re dipeyivî, lewra divê tu zana bî, gotinên baş bikî lê ji bo partiyeke girtî û neqanûnî, ev tişt ne hewce ne.
Rûdaw: Seîd Alçî û Doktor Şivan hevalbendên hev bûn, bîrûbaweriya wan cihê bû?
Mihemed Elî Aslan: Seîd Alçî rastgir bû lê Doktor Şivan jî çep bû. Weke me got, piştî Fayiq Bucak, Seîd Alçî bû sekreterê Partiya Demokrat.
Rûdaw: Herduyan jî kurdayetî dikir?
Mihemed Elî Aslan: Erê kurdayetî dikirin lê Seîd Alçî ne pir zana bû loma partiya wan bi başî nediçû pêş. Hevalên wî fikirîn kesekî xwendewar bikin serokê partiyê qene xebata partiyê ber bi pêş ve biçe. Seîd Alçî wer caba wan dide, dibêje herin Mihemed Elî Aslan îqna bikin ku bibe serokê partiyê, ez ê jî qebûl bikim, heke Mihemed neyê, çi kesekî din be em ê wî bikin endamê polîtbîroyê. Seîd li girtîgehê serdana Doktor Şivan dike û wan dibîne. Li zindanê Seîd îqna dikin ku bibe endamê polîtbîroyê û li jêr rêberiya wan kar bike, ew jî qebûl dike. Piştî vê serdana Kurdistanê dike û bersivê ji wan re dişîne ku sekreteriya partiyê ava kiriye û ew bi xwe serokê partiyê ye û divê li gorî qewîtiyên wî (Seîd Alçî) tevbigerin. Ev dibe sedema hêrsbûna Doktor Seîd Kirmizî Toprak – Doktor Şivan. Li hêla din Seîd Alçî hêrs dibe û biryar dide serdana Mela Mistefayê Barzanî bike û giliyê wan bike. Lê Doktor Şivan Seîd Alçî li ser sînor digire, wî îşkence dike û paşê dikuje.
Rûdaw: Gelo bi rastî Doktor Şivan Seîd Alçî kuştiye, ma ti rola MÎTa Tirkî di kuştina Seîd Alçî de nebû?
Mihemed Elî Aslan: Bêguman, rast e. Doktor Şivan ew kuşt çimkî ez bi xwe ligel gelek kesên ku li derdora Doktor Şivan bûn û kesên ku bi wî re bûn û haya wan ji wê meseleyê hebû, axivîme. Piştî kuştina Seîd Alçî, Mistefa Barzanî biryara îdamkirina Doktor Şivan û xortekî ji Qulpê dide. Yên mayî jî hemû reviyan Ewropayê. Ez bi xwe bi wan tevan re axivîme û wan bûyer piştrast kir.
Rûdaw: Heke wer be, meseleya kuştina Doktor Şivan ne meseleyeke siyasî bû, lê meseleyeke sûcê bû. Kesekî kesekî din kuştiye. Wî Seîd Alçî kuşt, şoreşê jî Doktor Şivan li ser vê kuştiye?
Mihemed Elî Aslan: Meseleyeke siyasî bû. Ez bi Dara Tofîq re axivîm, min ji wan pirsî we çima Doktor Şivan daleqand? Di bersivê de got ji ber ku wî Seîd Alçî, Ji hêla din ve, Doktor Şivan bi hişekî Kastroyî hatibû Kurdistanê û dixwest şerekî bide destpêkirin. Ez wer jê fêm dikim ku ji ber vê bû, ew efû nekirin.
Rûdaw: Bi dîtina te, destpêkirina şoreş û xebata çekdarî di wê serdema Bakurê Kurdistanê de karekî baş bû?
Mihemed Elî Aslan: Na, ne baş bû!
Rûdaw: Çima?
Mihemed Elî Aslan: Wê demê civakeke eşîrî hebû, di bîreweriya eşîran de jî bi her serhildanekê re qirkirinê dest pê kiriye, ditirsiyan loma nedixwestin dest bi serhildaneke nû bikin. Ez ê mînakekê ji te re bêjim. Hevalekî Denîz Gezmîş çû Adiyemanê, navê wî Sînan Cengîl bû. Bavê wî bi partiya me re bû. Ji min mezintir bûn lê hevalên min bûn. Ew kes çûbû çiyayê Nemrûdê. Hêj dest bi tiştekî nekiribû, ji aliyê xelkê gundan ve muxbirî li ser wî kiribûn, leşker jê haydar kirin û ew kuştin. Loma dadana şoreşê ne wisa hêsan e. Yên ku modela Castro xistibûn hişê xwe, meseleya Castro cihê ye. Li milekî Sovyetê çekên atomî biribûn Kûbayê, li aliyê din jî Amerîkayê ew anîbûn Tirkiyê. Ger Sovyetê piştgirî neda Castro, dê ti carî bi ser neketa.
Rûdaw: Dema em behsa dîrokê dikin, qet nebe di pirtûk û mijarên dîrokî de zaf qala rêxistinekê tê kirin û bi navûdeng e jî ku ew jî Komeleya Çandî ya Şoreşgerî ya Rojhilat - Devrimci Doğu Kültür Ocakları (DDKO) ye. We yekem daxuyaniya wê komeleyê nivîsî. Te ku ligel Partiya Karkerên Tirkiyê kar dikir, çi têkiliyeke te bi wan re hebû, kê ew rêxistin ava kir? 
Mihemed Elî Aslan: Bi rastî min berê ava kir, çima? Min ji te re got ku Denîz Gezmîş û hevalên xwe xwedî rêxistineke ciwanan a çep bûn û dijatiya partiya me dikirin!
Rûdaw: Te dixwest li hember wan alternatîvekê deynî?
Mihemed Elî Aslan: Ew li qadê bûn, min dixwest ciwanên Kurd hem li derekê kom bibin û hem jî piştgiriyê bidin partiya me, ji ber wê jî Tariq Ziya Akinci alîkariya min kir. Me ji wan re bername amade kir, lê mejiyê wan ciwanan di bin bandora çepên Tirk de ma.
Rûdaw: Kê ev nav li wê rêxistinê kiriye?

Mihemed Elî Aslan: Me bi xwe ev nav lê kir! Dizanim, ez di navdanînê de beşdar bûm.
Rûdaw: Ji ber vê yekê min ev pirs kir, we berê digot ku hûn li dijî bikaranîna peyva Rojhilatê bûn, lê di vê rêxistinê de peyva Rojhilat heye û ne Kurdistan e?
Mihemed Elî Aslan: Peyva Kurdistan û Kurd heye.
Rûdaw: Kê rêberiya wê dikirin?
Mihemed Elî Aslan: Gelek heval hebûn. Yek ji wan Dr. Kemal bû. Navên din nayên bîra min.
Rûdaw: Armanca wê rêxistinê çi bû?
Mihemed Elî Aslan: Armanca me ew bû ku rêxistin alîkariya Partiya Karkerên Tirkiyê bike. Partiya Karkeran sîstemeke sosyalîst ava dike û di wê pergalê de Kurd digihin mafên xwe û serbixwe dibin.
Rûdaw: Ew komele komeleyeke lap Kurdî bû yan Tirk jî tê de hebûn?
Mihemed Elî Aslan: Tirkiyayî bû, lê piraniya endamên wê Kurd bûn.
Rûdaw: We dixwest ew ne grûpeke serbixwe, lê beşek ji TÎPê be?
Mihemed Elî Aslan: Wer bihesibîne ku Partiya Karkerên Tirkiyê sîstemeke sosyalîst li Tirkiyeyê ava bike, di wê pergala sosyalîst de Kurd jî serbixwe dibûn, çanda xwe biparêzin, dawî li meseleya pişaftina neteweyî were, Tirk û Kurd wek hev bin, ne cudabûn lê Kurd û Tirk hevta bin.
Rûdaw: Çima tu çûyî Fransayê, tu reviyayî?
Mihemed Elî Aslan: Di dema derbeya leşkerî de, biryara girtina min derket!
Rûdaw: Tu bi qaçaxî çûyî, rewşa Kurdan li Ewropayê çawa bû?

Mihemed Elî Aslan: Erê ez bi qaçaxî çûm. Li Fransayê kêm Kurd hebûn. Kurd bêtir li Almanyayê dijiyan. Ez ligel gelek Kurdên ku li wir dijiyan axivîm. Min ji wan dixwest ku xwe ligel civakên wan welatan biguncînin lê xwe di nav wan de nehelînin. Min ji wan dixwest ku tev li sendîkeyên wan welatan bibin û di nav wan de têbikoşin, çanda wan binasin, zarokên xwe bişînin dibistanan û bixwînin.
Rûdaw: Kurdan xwe rêk xistibû?
Mihemed Elî Aslan: Kurd pir tev li xelkê nebûbûn, zarokên xwe nedabûn xwendin, xwendekar hebûn ku alîkarî kom dikirin û xelkê jî alîkariya wan dikir.
Rûdaw: Pêwendiya Kurdan bi TÎPê re hebû?
Mihemed Elî Aslan: Wê demê TÎP hatibû girtin. Rûdaw: Hûn di gotara xwe de behsa hezkirina Kemal Burkay û Nacî Kutlay ji Partiya Komarî (CHP) re dikin, ev çi hezkirin bû?
Mihemed Elî Aslan: Gava ez ji Fransayê vegeriyam, ez fikirîm ka ez çi bikim? Partiya Silêman Demîrel ji min xwest ez xwe li ser lîsteya wan namzed bikim bo parlamentoyê, ez ê bi ser ketima jî. Wê çaxê min hin xwendekarên bêkar ên Kurd li dora xwe kom kiribûn, kesî hesab ji wan re nedikir, li bajarê Agiriyê li dora hev kom bûbûn, min li Stenbolê makîneyeke çapê peyda kir û bi xwe re bir Agiriyê û min bi navê wan ciwanan dest bi derxistina rojnameyekê kir, navê wê rojnameyê Demokrasî bû. Li milê din, min xwe wek kandîdê serbixwe kandîd kir lê wan hevalan piştevaniya min nekir, hurmeta wan di nav xelkê de nemabû. Rojekê Kemal Burkay û Nacî Kutlay bi dizî ji min ve çûbûn ba xwendekarên ku bi min re kar dikirin, ew kom kiribûn û ji wan re gotibûn wer baş e ku em alîkariya Riza Polat bikin da ku bi ser bikeve, dev ji Mihemed Elî Aslan berdin. Riza Polat Kurd bû lê bi mejî neteweperestekî Tirk bû. Dotira rojê ciwan hatin nik min û gotin em efûyê ji te dixwazin, em ê piştevaniya Riza Polat bikin lê ger tu bixwazî em ê di derxistina rojnameyê de berdewam bikin! Min jî got, hûn bi kêfa xwe ne lê rojname na, hûn dikarin pereyan ji wan wergirin û hûn bi xwe rojnameyê derxin, lê bo karekî wisa ew qirûşekî nadin we, rabû partiya CHPê piştevaniya wan kir, loma ez ji xwekandîdkirina xwe paş ve kişiyam.
Rûdaw: Loma tu dibêjî dil ketibûn CHPê?
Mihemed Elî Aslan: Ger ne diletin be, nexwe çi ye? Demekê hevalên min bûn, dev ji min berdan û bûn evîndarên CHPê.
Rûdaw: Haya we ji damezrandina Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di sala 1974ê de hebû, Kemal Burkay û hevalên wî daxwaz ji we nekirin ku hûn bi wan re kar bikin?
Mihemed Elî Aslan: Ji pêşî ve tevgera wan ne rast bû, çima? Pere ji xelkê didan hev, nêzî dewletê bûn û ne kesên jîr bûn. Baş e bizavek pereyan ji xelkê bistîne û ser bi dewletê be, ez ê çawa bikarim bi wan re bixebitim.
Rûdaw: Baş e, Kurdên ku di nav partiyên Tirkî e kar dikirin, tenê li berjewendiyên xwe difikirin an jî dem bi dem behsa Kurd, Kurdistanê û mafên çandî yên Kurdan dikirin?
Mihemed Elî Aslan: Yekem di dîrokê de, nezaniyê di civaka kurdî de bandoreke xirab kir. Duyem mijara sosyolojiya Kurdan e, eger tu ne şehrezayê sosyolojiya Kurdan bî, tu yê timî bikevî çewtiyan. Hin ji wan dilsoz bûn, tu nikarî mora xiyanetê li eniya wan bidî yan bibêjî ne kesên qenc bûn, lê nezan bûn, wek mînak Selahedîn Demîrtaş dema di kampanyaya hilbijartinê de behsa tirkîbûnê dike, nizane, axir ger zanibûya, tirkîbûn siyaseta Mistefa Kemal bû.
Rûdaw: Bi nêrîna te şaştî kiriye?
Mihemed Elî Aslan: Mesele ne ew e wek kes, PKK şaştî kiriye, piştî bizava Şêx Seîd mijara tirkîbûnê derket holê, hîmê tirkîbûnê ango asîmîlasyon, piştî derketina holê ya tirkîbûnê, tevgera asîmîlasyonê jî dest pê kir. Hêj didome.     
Rûdaw: Ango, bi dîtina we, ev siyaseta wan dê xizmeta asîmîlasyona Kurdan bike?
Mihemed Elî Aslan: Bêguman.
Rûdaw: Lê eger ew xeta xwe bi tevahî cuda bikin, gelo metirsiya dubarekirina jenosîda Kurdan nîne?
Mihemed Elî Aslan: Ez li dijî jenosîdê me, li dijî şer û tundiyê, li dijî derbeyên leşkerî, li dijî xebata neqanûnî me, nexwe çi bê kirin? Kurd û Tirk li vî welatî dijîn, her çiqas nijada Tirk têkel be jî, divê li vir siyaseteke qanûnî û demokratîk bê meşandin, wekhevî dikare pirsgirêkê çareser bike.
Rûdaw: Tirkiye rê dide ku Kurd bi awayekî yasayî karê xwe bikin?
Mihemed Elî Aslan: Gelo dewlet çi ye? Ne amûrek e ku ji ber xwe ve bixebite, beşeke dewletê ji kadroyên rêveber pêk tê, beşek jî bingeh e, ew dewletê didi xebitandin û divê desthilat bi wan bê dayî. Piştî sala 1950î li Tirkiyê (dibe ku li derên din ne wisa be, merema wî welatên din e ku Kurd li wan hene) bi awayekî rast xelk diçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe didin, kurd û tirkan karîbûn desthilatê pêk bînin, ji vê re tê gotin dewlet.      
Rûdaw: Piştî sala 1975an çend partî û rêxistinên kurdî wek (Kawa, Rizgarî, Ala Rizgarî, PSK, KOK û PKK) ava dibin, ev hemî partî çima, paşê berizîn hev? 
Mihemed Elî Aslan: Binêre, ez gelek ji wan kesên ku ew partî ava kirin nas dikim. Bi rastî kar û karvedana wan ne zêde bû. Rewş baş nexwendin, bi wan tiştan dixwestin xwe bikin tiştek û xwe wek şexs mezin bikin.    
Rûdaw: Bila pirsekê bikim, kesekî wek Abdullah Ocalan li zanîngehê xwendiye, jixwe dikarîbû wek mînak mîna we bibe parêzer û kar bike, mijûlî jiyana xwe ya taybet be  lê hat bizavek rêk xist, bi dîtina te wî jî şaştî kir?  
Mihemed Elî Aslan: Abdullah Ocalan lîse qedand, wê demê Koleja Hiqûq û Zanistên Siyasî li Zanîngeha Enqereyê hebû. Wek mînak di sala ewil de 10 hezar kesan li Koleja Hiqûqê dixwend, lê wan tevan nikarîbûn herin qonaxa duyem û diman. Ocalan li Koleja Zanistên Siyasî dest bi xwendinê kir lê di qonaxa ewil de ma û nikarîbû here qonaxa duyem. Ev kengî xwendin e. Xwendina wî wer bû, paşê bi keçeke bi navê Kesîre Yildirim re zewicî. Têkiliya bavê keçikê bi saziya sîxuriyê ya MÎTê re hebû. Ne ez wer dibêjim, ew bi xwe dibêje! Têkiliya wî bi MÎTê re hebû, dema derbe hat kirin reviya.   
Rûdaw: Têkiliya wî bi MÎTê re çawa bû?

Mihemed Elî Aslan: Ez nizanim lê têkilî wer bû. Wî bixwe digot ku ez vêya qebûl dikim ku ez bi xwe rê nîşanî MÎTê didim, wan emir li min nedikir, lê kontrola min li ser wan hebû.
Rûdaw: Mebesta wî ew bû ku wî MÎT xapandiye?
Mihemed Elî Aslan: Ew bi xwe wisa dibêje, (dikene) lê ger mirov bawer bike ku saziyeke mezin wek MÎTê wer be, êdî ew tiştekî dî ye. Pêşî Tirkiye dixwest dest bi serhildaneke kurdî bê kirin ku di bin kontrola wê de be qene bi hewesa xwe bilivîne, loma diçûne gundan, xelk dikuştin. Min wê demê parêzerî bo gelek kesan kir. Gilînameyên wan li ber destê min bûn, digotin dewlet me digire û îşkence dike û heqaretê li me dike, paşê ji me re dibêjin hûn çiqasî mirovên ehmeq in, em we dikujin û îşkence dikin lê hûn serî hilnadin! Lê me nikarîbû tiştekî bikin, axir ti belgeyek di destê wan de nebû. Ew bûyer di hundirekî de diqewimîn kes nebû bibe şahid. Li wî milî ku Hafiz Esed mêze kir desthilatdarên Tirk ne li dijî destpêka serhildanekê ne, loma wî jî hewl da komekê bibîne ku li Tirkiyê dest bi serhildanê bike. Ê ji xwe Hafiz Esed dijminê Kurdan bû, tewra mafê hemwelatîbûnê nedida hin Kurdan. Tu yek ji komên Kurdî ew bar ranekir, lê Abdullah Ocalan û koma xwe qebûl kirin, rabû di sala 1984an de li Eruhê dest pê kirin. Hin ciwanên Kurd bêhemd têkilî bi wan re danîn, paşê bizav mezin bû lê mezintirîn ziyan gihand Kurdan. Axir nifşekî Kurdan li nav çiya û di zindanan de qir bû. Ji 400 gundên Kurdan zêdetir hatin şewitandin û xopankirin û gelek xwendekar û serokên Kurd hatin kuştin.           
Rûdaw: Lê mamoste tu bi xwe parêzer î, ma ev ne sûcdarkirina PKKê ye ku ew provokasyona Tirkiyê ye?
Mihemed Elî Aslan: Na. Ne tenê ya Tirkiyê ye, ya Hafiz Esed û Tirkiyê ye. Tiliya herdu welatan tê de heye. Paşê tevgera Şêx Seîd provokasyona Îsmet Paşa bû. Kesê ku berovajî vê yekê dibêje, rastiyê vedişêre.
Rûdaw: Yanî dîroka Kurdan xwe gelek caran dubare dike?
Mihemed Elî Aslan: Di meseleya Şêx Seîd de, Kurd wek amûrekê bi kar anîn û sûd ji wan wergirtin. Meseleya 49 kesan ku xwendekarên Kurd sala 1959an hatin girtin, dîsa ev jî provokasyona Partiya Demokrat bû. Herwisa bizava PKKê jî wiha ye. 
Rûdaw: Lê gelek caran dibêjin qehremaniya girtiyên Diyarbekirê Kurd ji nû ve zindî kir. Ew dibêjin me ji sifrê dest pê kir û me Kurd sax kirin? 
Mihemed Elî Aslan: Hem rast e û hem jî ne rast e. Weke ku li wir çêbûye rast e lê ya ku qaşo Kurd di serdema wan de şiyar bûne ne rast e, Kurd şiyar bûn. Di meseleya şiyarbûnê de, du bûyerên girîng hene. Yek jê bizava Mistefa Barzanî ye. Bandoreke mezin li Kurdên Tirkiyê kir. Kurdan got madem wisa ye em jî dikarin serî hildin, bi dengekî bilind qala kurdbûna xwe bikin. A din radyoya kurdî ya Erîvanê bû ku dema 2 saetan bi zimanê kurdî bernema diweşandin. Vê radyoyê jî bandoreke mezin li Kurdên Tirkiyê kir.   
Rûdaw: Sala 1989an gelek Kurdên Başûr piştî êrişên Îraqê li ser Kurdistanê penaberî Tirkiyê bûn û di kampan de hatin bicihkirin. We kitêbek li ser wan kampan û jiyana penaberên Kurd nivîsiye. Em dikarin bizanin naveroka kitêba te li ser çi bû?
Mihemed Elî Aslan: Min behsa gelek tiştên girîng kir, lê ne li ser jenosîdê ye! Min behsa karûbarên Neteweyên Yekbûyî kir, min behsa kuştina penaberan kir, min behsa gelek tiştan kir.
Rûdaw: Dewleta Tirkiyê bi çi awayî bi penaberên Kurd re tevdigeriya?
Mihemed Elî Aslan: Penaber li ser sê kampan belav kiribûn. Yek li Amedê, yek li Mûşê, ya din jî li Mêrdînê bû. Madam Mitterrand serdana kampan kir û me bi hev re serdana her sê kampan kir. Ti pirtûkek an tiştek li ser rewşa penaberan nehatibû nivîsandin, loma min bi lez nivîsek amade kir. Wekî din, reftara Tirkiyê li hember penaberan ne baş bû.
Rûdaw: We demekê bi partiya HADEPê re kar kir. Mijara danûstandinên PKK û HADEPê çi ye? Haya te ji têkiliyeke wiha hebû? Bandora PKK li ser HADEPê hebû? 
Mihemed Elî Aslan: Erê, bandora wê li ser tevahiya partiyê hebû. Wê demê endamekî PKK bi navê Muzefer Ayat hebû. Em gelek caran li Stenbolê bi wî re diaxivîn. Ew pir rijd bûn ku ez bi HADEPê re kar bikim. Min jî pejirand. Wan digot em dixwazin mifayê ji ezmûn, zanyarî û bîrûbaweriyên te wergirin. Min jî hin pêşniyar ji wan re nivîsîn û radestî komîteya navendî ya partiyê kir. Biryar bû li ser wan biaxivin û bersiva min bidin. Di civîna wan a heftane de ku hejmara wan 60 kes bû, hevalekî wan gote min ji wê hejmara mezin tenê çend kesên wek te kar dikin, ên dî tev meaş ji partiyê distînin. Êdî bersiv nedan min, rabû min jî destê xwe ji partiyê kişand. Min name di pirtûka xwe de belav kiriye.
Rûdaw: Li ser girtina Abdullah Ocalan, tu wek parêzer çawa li parêznnameya wî li zindanê dinêrî?
Mihemed Elî Aslan: Gava ji hêla komeke MÎTê ve hat girtin û ew bi balafirê anîn Tirkiyê, eşkere bû Ocalan tirsiyabû loma got dêya min Tirk e û dixwazim xizmeta we bikim, behsa Kurdan nekir, heke na wê bibûya meseleyeke mezin.
Rûdaw: Çima tu neçûyî li dadgehê wî biparêzî, tu parêzerekî Kurd î û ew jî serkirdeyekî Kurd bû?
Mihemed Elî Aslan: Wî bi xwe daxwaz nekir, paşê meseleya destpêkirina şer provakasyona mezin a navbera Hafiz Esed û Tirkiyê bû. Ocalan bû darê destê wan, paşê wan serdana min nekir û daxwaz ji min nekirin. Îcar gelo min ê bikira yan nekira, ev mijareke din e. Bêguman min ê bikira.
Rûdaw: Qet pêwendî bi te re nekirin?
Mihemed Elî Aslan: Paşê gava çûn nik Dadgeha Desteya Mafên Mirovan û biryarek li ser Ocalan derxistin, piştî vê yekê parêzerên Ocalan serdana min kirin. Ji min xwestin ku ez tev li pêvajoyê bibim, min jî pejirand. Lê min got şertekî min heye: Divê Ocalan bi ti awayî fermanan nede min çimkî adeteke Ocalan a wer heye. Piştî vê yekê êdî nehatin nik min.
Rûdaw: Bi dîtina te, wê Ocalan bê berdan?
Mihemed Elî Aslan: Na. carekê konferansek ji aliyê Dogu Perinçek ve hat lidarxistin. Zaf rijd bûn ku ez jî wek mêvan beşdar bibim. Serokê Dadgeha Îmraliyê jî di nav mêvanên konferansê de bû. Di dema bêhnvedanê de, min jê pirsî, serok te çima Ocalan avêt wê giravê, te xizmeteke baş ji Ocalan re kir, te tabûreke leşkerî xist jêr fermana wî, hûn vê hemî mesrefê dikin, ma çi dibû te ew berda bila bi rêya xwe de biçûya!
Rûdaw: Caba te da?
Mihemed Elî Aslan: Pêşî pir bi gotinên min aciz bû û li nik wî ecêb bû. Diyar e biryar biryareke siyasî bû. Pêşî dixwestin wî îdam bikin, lê Amerîka ew girt û radestî Tirkan kir bi şertê ku wî îdam nekin.
Rûdaw: Tu ti ronahiyekê bo siberoja Kurdan dibînî?
Mihemed Elî Aslan: Erê dibînim. Ez 87 salî me, ez li gelek derên cîhanê geriyame. Ez ligel nûnerên Kurdan li her derê axivîme. Bê guman em ronahiyê dibînin. Lê em bi rêya şer û nihêniyê nagihin encamekê, li şûnê bi rêya qanûnê. Piştî avabûna Yunanistanê 3 tişt hene ku girêdayî hev in û ger yek ji wan nebe herduyên dî jî nabin: Dadmendî, mafên mirovan û demokrasî. Ev tişt bi cih bên, dê kêşe çareser bibin.
Rûdaw: Axir ji xwe kêşe ew e ku welatên ku Kurdistan di nav wan de hatiye dabeşkirin, ti yek ji van mercan li wan tune?
Mihemed Elî Aslan: Rast e lê berê li Ewropayê jî ev tişt nebûn. Li Almanyayê Naziyan hukim dikir, li Îtalyayê faşîst hebûn, li Fransayê jî wisa bû lê divê biguherin. Tirkiye ji tevan bêtir îmkana guhertinê lê heye ku bibe dewleteke demokratîk. Ger Tirkiye biguhere dê bandorê li Sûriye, Îraq û Îranê jî bike. Binêre tiştê li Sûriyê qewimî, çimkî li Tirkiyê desthilateke nasyonalîst desthilatdar e. Xwest tevan berde hev û hev bikujin. Li Îraqê jî wisa ye. Ger Tirkiye ramana desthilatdariyê ji hişê xwe derxe û bibe demokratîk, dê bandorê bike. Wê demê sînor jî dê betreng bibin, wê demê Kurd jî dê bigihin cihekî.
Rûdaw: Em pir spasiya te dikin û me tu westandî, temendirêj û saxlem bî.
Mihemed Elî Aslan: Ez jî pir spasiya we dikim û kêfxweş bûm. We kengî xwest, dikarin serdana min bikin.