Celal Debax, endamê berê yê Komîteya Navendî Partiya Komunîst a Iraqê - Beşa Sêyem

11 May 2024
Celal Debax, endamê berê yê Komîteya Navendî Partiya Komunîst a Iraqê - Beşa Sêyem
Endamê berê yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Iraqê Celal Debax
di sala 1939an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Ew yek ji kadroyên
destpêkê yên Partiya Komunîst a Iraqê ye û heyameke dirêj pêşmerge bû.
Her wiha ew yek ji nivîskar û wergêrên navdar e. Gelek pirtûk
nivîsandine û wergerandine ser zimanê Kurdî.

Di beşa sêyem a Pencemorê de behsa bûyera sala 1959ê li Kerkûkê dike ku
tê de hejmarek kurd û tirkmen hatin kuştin û çend kadroyên Partiya
Komûnîst jî sala 1963yan hatin bidarvekirin. Rola Toraniyan di têkdana
rewşa Kerkûkê de. Herwisa dabaşa bûyerên Kanî Masî yên li Silêmaniyê di
salên 1960î de dike.

Çima Celal Dabex dibêje ku Keya Nûrî sekreterê Tudeya Îranê bi anîna
navê Dr.Qasimlo re dîn dibû?

Şahidî li ser van û li ser gelek mijarên dîrokî yên din di Pencemorê de
tê dayîn.