Pence Mor - Fuad Baban

14 August 2024
Pence Mor - Fuad Baban
Fûad Baban yek ji babaniyên Helebceyê ye, nizane çima malbata wî hatiye bajêr, lê xwe xelkê Helebceyê dibîne. Di sala 1953an de bi rêya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.
 
Dema Fûad Baban behsa bûyeran dike, tu dibêjî duh bû! Ez jê dipirsim ka kurdan ji şoreşê an jî wek hinek dibêjin darbeya 14ê Tîrmeha 1958an li Iraqê çi qezenc kir. Ew feydeyên û "Çawa nikare qezencê bike? Şêx Ehmedî Barzanî ji zindanê berdan, rê li ber Mela Mistefa Barzanî vekir ku piştî 12 salên sirgûnê ji Sovyetê vegere. Digotin Kurd û Ereb şirîkên vî welatî ne. Eger ev ne qazanc bin, çi qazanc e?”
 
 
Di vê beşa bernamê de behsa dîroka Helebce, rola cihûyên bajêr û nûnerên wî bajarî di parlementoya Iraqê de di heyama mîrîtiyê de dike. Çîrokên Fayeq Bekas, gotinên Rûmî û gelek mijarên siyasî û civakî yên salên 1950î şahidî ji wan re tê kirin.