Pence Mor - Fwad Baban 02

21 August 2024
Pence Mor - Fwad Baban 02
Fûad Baban yek ji babaniyên Helebceyê ye, nizane çima malbata wî hatiye bajêr, lê xwe xelkê Helebceyê dibîne. Di sala 1953an de bi rêya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.
 
Di vê beşa bernameyê de behsa dîroka siyasî ya salên 1950 û destpêka salên 1960î dike! Yek ji girîngtirîn kongreyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê, kongreya pêncemîn a sala 1959 bû. Di vê kongreyê de çarenivîsa PDKê hat diyarkirin û alîgirên Partiya Komunîst ji nav PDKê hatin derxistin. Dr Fuad Baban ku di kongreyê de amade bû, ragihand ku Îbrahîm Ehmed ji Mela Mistefa Barzanî re gotiye: “Tu bixwazî û nexwazî tu serokê me yî“.
 
Ciyawaziyên di navbera baskên Partiyê de, beşdarbûna welatên derdora Kurdistanê di bûyeran de, rûdana Şoreşa Îlonê û çend mijarên din ên dîrokî ji aliyê Fûad Baban ve tên şahidîkirin.