Next - Robotek di nav du rojan de bê karker û hosta xanî ava dike

22 January 2024
Next - Robotek di nav du rojan de bê karker û hosta xanî ava dike
Li Mein ku wîlayeteke Amerîkayê ye û daristanên zêde lê hene, dahênanek hat kirin ku tê çaverêkirin siberoja avakirina xaniyan biguhere. Bi rêya prîntereke 3 alî (an jî 3 D) ji madeyên giyayî xaniyek çêkir.

Mejiyê li pişt vê dahênanê mamosteyê Libnanî ye bi navê Dr. Hebîb Daxer e ku çenf xelat ji bo dahênanê wergirtine. Endezyarê koçber piştî lêkolîna bi salan ji bo avakirina xanîyan rêyeke erzantir, bileztir û jîngedost dît.