Pirtûkxane li Rojavayê Kurdistanê

Pirtûkxane li Rojavayê Kurdistanê
Li Rojavayê Kurdistanê, xwendina bi kurdî di asteke herî nizm de ye. Sedemê vê yekê jî qedexekirina xwendina kurdî ji hêla rêjîma Sûriyê ye.

Herwiha heta beriya çend salan jî, vekirina pirtûkxaneyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê nebû, lê niha ku çend pirtûkxane hatine vekirin jî, kêm kes dizanin bi kurdî pirtûkan bixwînin.

Siyamend Îbrahîm rewşenbîrekî Rojavayê Kurdistanê ye. Siyamend bi armanca pêşxistina xwendina kurdî, li Qamişlo pirtûkxaneyeke kurdî vekiriye. Lê pirtûkên erebî jî tê de hene.

Siyamend ku xwediyê pirtûkxanê ye, dibêje: “Armanca vekirina vê pirtûkxanê pêşxistina xwendina kurdî û dewlemendkirina zimanê kurdî ye. Lê kêm kes tên û li vir dixwînin. Em hewl didin dîroka zimanê kurdî li rojava dirust bikin.”

Hejmarek ji rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê bi mebesta xwendin û nivîsandina babetên xwe serdana wê pirtûkxanê dikin. Çûna pirtûkxanê bê beramber e.  

Sidîq Şirnexî ku lêkolînvanekî Rojavayê Kurdistanê ye dibêje: “Ez mijûlî nivîsandina lêkolînekê me. Pêwistiya min bi çend pirtûkan heye. Dibe ku ez wan pirtûkan li vir peyda bikim û lêkolîna xwe jî li vir binivîsim.”