Fîçer - Keçên gundê Zêweyê û xewna wan a bilindfirîna di voleybolê de
Li gundekî biçûk ê Rojhilatê Kurdistanê, keçeke ciwan dixebite ku kevneşopiyên kevn bişkîne û dîrokeke nû di warê werzişa keçan de çêbike.
Zeyneb Hatemî, ew keça 24 salî ya ku tevî kutakirina xwendina xwe di warê goga lingan de, biryar daye ku jiyana xwe ji bo pêşxistina voleybolê li herêmên gundewarî yên devera Mergewerê terxan bike.
Hatemî, ku yaneya xwe li gundê Zêweyê ava kiriye, di demeke kurt de karî hejmara yarîzanan ji şeş keçan bigihîne nêzîkî çil keçan.
Ev yarîzan, ku temenê wan di navbera 10 û 27 salan de ye, hefteyê du caran û her carê yek saet û nîvê rahênanê dikin.
"Nebûna piştgiriya darayî mezintirîn pirsgirêka me ye," Hatemî dibêje, ku vê yekê jî rê li ber beşdarîkirina wan di gelek pêşbirkeyan de girtiye.
Sogend Seyid Ehmed, yek ji yarîzanên sereke yên tîmê ye ku du sal in di bin serperiştiya Hatemî de rahênanê dike, daxwaza baştirkirina jêrxana sporê dike. Di heman demê de, Sama Îsazade, yarîzaneke 13 salî, xewnên wê yên mezin hene û dixwaze bibe endama tîma niştimanî ya voleybola Îranê.
Vê projeya ku yarîzanên xwe ji gundên cuda yên herêma Mergewerê kom kirine, mînakeke zindî ye ka çawa werziş dikare derfetên nû ji bo keçên gundewar berdest bike û pencereyeke nû ber bi cîhaneke berfirehtir veke.
Ev hewldana Hatemî, tevî hemû astengiyan, nîşan dide ku şiyan û behreyên mirov sînorên erdnîgarî nas nakin û dikare bibe destpêka guherîneke mezintir di paşeroja werzişa keçan de li deverên gundewar ên Kurdistanê.

Belav bike li ser