Fîçer - Zeyneb Erkewazî: Wênekêşa Jinên Xaneqînê
Li bajarê Xaneqînê, hunermendeke şêwekar hewl dide ku cihê jinê di civakê de bi rêya boyax û firçeyê bilind bike. Zeyneb Husên Mûsaxan, ku bi Zeyneb Erkewazî tê naskirin, mîratgira behreya bavekî şêwekar e ku kariye xwe wekî dengekî hunerî li navçeyê bipeyitîne.
Zeyneb, ku li gundê Erkewazî mezin bûye, heta niha xwediya neh pêşangehên taybet ên şêwekariyê ye û beşdarî gelek festîval û konferansên hunerî bûye, çi li Xaneqînê û çi li derveyî bajêr. Ew li kêleka karê mamostatiyê di beşa perwerdeyê de, hunera xwe ji bo gihandina dersên xwe bi xwendekarên xwe bi kar tîne.
"Ez dixwazim bi rêya hunerê pirsgirêkên civakê û derdora xwe nîşan bidim. Divê hunermend xwedî helwest be, nexasim di boneyên neteweyî de," Zeynebê dibêje.
Di tabloyên xwe de, Zeyneb ronahiyê dixe ser jinên bihêz û bibandor wek Şehîd Leyla Qasim û Ehlam Mensûr. Bi baweriya wê tenê behskirina tundûtîjî û kambaxiyên jinan têrê nake, lê divê aliyên xweşik û bihêz ên jinan jî bên nîşandan.
Li kêleka şêwekariyê, Zeyneb ji dîzayn û dirûtina cilên Kurdî jî hez dike û ji du-sê salan ve ye ew bi xwe cilên xwe bi xwe didirû. Bi nêrîna wê, huner dikare di her warî de bê bikaranîn.
"Ez dixwazim mînakeke xweşik bim ji bo nifşên paşerojê, ku bibêjin ev keçeke Xaneqînî ye kariye bi rêya wêneyên xwe nûnertiya bajarê xwe bike," Zeyneb dibêje, ku hîn jî hest bi serbilindiya bavê xwe yê koçkirî dike dema ku di rojname û televîzyonan de derdikeve.
Ev hunermenda Xaneqînî mînakeke berbiçav e ka çawa mirov dikare bi rêya hunerê peyama civakî û neteweyî ragihîne û di heman demê de rê ji bo nifşê nû yê jinan jî veke.