Fîçer - Bajarê Dîrokî yê Nemrûdê: Ji Şanaziyê ber bi Wêranî û Hewlên Nûjenkirinê ve

Fîçer - Bajarê Dîrokî yê Nemrûdê: Ji Şanaziyê ber bi Wêranî û Hewlên Nûjenkirinê ve
Li 30 kîlometreyan li başûrê Mûsilê, bajarê dîrokî yê Nemrûdê heye ku yek ji şûnwarên dîrokî yên herî girîng ê navçeyê ye. Ev bajarê ku dîroka wî vedigere sedsala 14an a beriya zayînê, di serdema şanaziya xwe de paytexta Împeratoriya Aşûrî û navendeke girîng a şaristaniyê bû.
Lê çarenivîsa vî bajarê dîrokî tijî karesat bû. Di demên kevin de, Kildanî û Medî piştî sedsalan ji pêşketina wî, êrişî bajêr kir û wêran kirin.
Sala 2015an, rêxistina DAIŞê bi bibikaranîna 200 bermîlên tijî madeyên teqînê, beşeke mezin jê teqand û gelek parçeyên wê yên bihagiran jî hatin dizîn.
Hemîd Casim, xelkê Mûsilê ye û dibêje: "Ev der sembola parêzgeha Neynewayê ye. Berî çend salan geştyaran ji piraniya welatên cîhanê serdana vî bajarî dikir. Daxwaza me ew e ku dîsa bê nûjenkirin, ji ber ku sembola Îraq û Neynewayê ye."
Niha, di hewldaneke hevbeş de, Rêveberiya Şûnwarên Mûsilê bi hevkariya peymangeheke Amerîkî dest bi komkirina parçeyên peykerê Nemrûd kiriye. Dr. Ehmed Fekak El-Bedranî, Wezîrê Çandê yê Îraqê ragihand ku heta niha 35 hezar parçe hatine komkirin.
Elî Îsmaîl karmendê Şûnwarên Neynewayê ye, behsa girîngiya projeyê dike û dibêje: "Em pir bi baldarî kar li ser parçeyan kar dikin da ku em tûşî ti şaşiyan nebin. Astengiyên me yên zêde hene, ji ber ku berê hatiye teqandin, em ditirsin ku parçeyên din mabin û biteqin."
Depoyên taybet hatine amadekirin ji bo parasina parçeyên dîrokî ji serma û germê, û planên dirêjdem hene ji bo vegerandina bajêr li şanaziya wî ya berê û vekirina wî li ber geştyaran. Ev hewldanên berdewam hêviyekê didin ji bo parastina vî mîratê girîng ê mirovahiyê û vegerandina wî fena navendeke geştyarî ya cîhanî.