Fîçer - Şerare Ehmedînejad, qehremana bilindkirina giraniyê li Îranê

Fîçer - Şerare Ehmedînejad, qehremana bilindkirina giraniyê li Îranê
Ev keçeke Kurd a ji bajarê Nexedeyê ye, yek ji keçên werzişvan ên bilindkirina giraniyê yên herî naskirî yên Îranê ye.

Şerare Ehmedînejad keçeke Kurd a xelka bajarê Nexedeyê ye û di sala 2006an de li rojhilatê Kurdistanê li malbateke werzişî hatiye dinê. Niha Şerareyê 18 salî ye û yek ji keçên werzişvan ên bilindkirina giraniyê yên herî naskirî li tevahiya Îranê ye.

Bavê Şerare Taha Ehmedînejad û metika wê Şîrîn Ehmedînejad, her roj Şerareyê rahênan dikin. Şerareyê di 15 saliya xwe de dest bi rahênanê kiriye û di 16 saliya xwe de bi saya pileyên xwe yên bilind di qehremaniyan de li seranserê Îranê hat naskirin "Ez di ehremaniya xwe ya ewil de, bi kesên ji xwe mezintir re beşdarî pêşbirkê bûm û min ristika bronz wergirt. Tenê ev bronza min heye, yên piştî wê hemû zêr in."

Şerare niha xwendekara zanîngehê ye û beşa perwerdeya werzişî dixwîne "Ez xwendekara zanîngehê me û rahênana werzişî jî dikim. Ger tu xwedî armanc bî, tu dikarî karên baş bikî û bixwînî jî."

Bavê Şerare Taha Ehmedînejad dibêje "Ez dixwazim Şarareyê di şampiyoniyên cîhanî de bibînim."

Şerareyê niha li holên laşciwaniyê bi alîkariya metika xwe Şîrînê rahênanê dike, xwe amade dike da ku di qehremaniya bê de beşdar bibe û pileya yekem bi dest bixe.