Fîçer - Zêdeyî 142 salî ye kar li kenîseyekê tê kirin û kuta nebûye
Kenîseya Sagrada Familiayê yek ji kenîseyên mezin û dîrokî yên bajarê Barselonaya Katalonyayê li Spanyayê ye. Sala 1882yan dest bi avakirina vê kenîseyê hatiye kirin, lê hetanî vêga temam nebûye û hîn jî kar tê de tê kirin.
Ji hêla dîzaynê ve, Îsayê pêxember, dayika wî Meryemê û 12 hevalên wî îfade dike. Endezyarê yekem ku di vê kenîseyê de kar kir navê wî Francisco de Paula bû. Lê piştî salekê dest ji kar kişand û Antoni Gaudî li şûna wî dest bi kar kir.
Dema ku şerê navxweyî yê Spanyayê di sala 1936an de dest pê kir, ziyaneke mezin gihîşte kenîseyê. Lê piştî vê bi berdewamî kar tê de tê kirin. Li gorî nexşeya ku jê re hatiye danîn, dê di sala 2026an de kuta bibe. Lê bi hemî hûrguliyên xwe dê li dawiya 2034an biqede.

Belav bike li ser