Fîçer - Navenda Kurdistanê belgeyên dîrokî diparêze

Fîçer - Navenda Kurdistanê belgeyên dîrokî diparêze
Navenda Kurdistanê ser bi Zanîngeha Silêmaniyê ve ye û di dawiya sala 2018an de hatiye damezrandin. 14 pirtûk çap kirine û çendîn civîn, konferans û semînar li ser dîroka destnivîs û belgeyan li dar xistine.

Li Navenda Kurdistanê ya Dokûment û Lêkolînên Stratejîk zêdeyî 6200 destnivîs û nêzî 300 hezar belgeyên orîjînal û dîjîtal ên girêdayî Kurdan hatine arşîvkirin ku dîroka hinekan ji wan vedigere berî nêzî 
hezar salî.

Li vê navendê, destnivîs û belgeyên dîrokî têne vedîtin, nasandin, nirxandin û lêkolînkirin, paşê wan bi dîjîtal û orîjînal arşîv dikin.

Ji sala 2022yan ve, zêdeyî 100 kesî ji bo bawernameya master û doktorayê û bi sedan xwendekarên zanîngehê mifa ji destnivîs û belgeyên vê navendê wergirtine.