Fîçer - Mala Muzîkê ya Zehawî muzîka Kurdî û cazê tev li hev dike

Fîçer - Mala Muzîkê ya Zehawî muzîka Kurdî û cazê tev li hev dike
Mala Muzîkê ya Zehawî yek ji malên muzîkê yên Kurdistanê ye. Mala Zehawî muzîkvanên cîhanî ji çar aliyên cîhanê vedixwîne û wan tev li muzîka Kurdî dike.

Vê carê Hejar Zehawiyê xwediyê Mala Muzîkê ya Zehawî heşt hunermendên Kurd, Brîtanî, Swîsrî, Fransî û Mecerî vexwendine û muzîka Kurdî û cazê tev li hev dikin.

Vîktor Hîge bi amûra suzefonê ji Swîsreyê hatiye, yekem car e tê Herêma Kurdistanê û muzîka Kurdî dewlemend dibîne û bi baweriya wî dikare bi caz û celebên din ên muzîkê re were tevlihevkirin "Bi rastî ez hinekî ditirsiyam ku muzîka Kurdî û cazê tev li hev bikim. Lê heya vêga pir baş û li ser rîtmeke pir guncaw dihere. Bi baweriya min, ev tevlihevkirina 
muzîka cazê û Kurdî pir girîng e û em dikarin bi rêya rêkxistinê hewl bidin şêwazên nû bibînin. Bi rastî ezmûneke pir xweş e."

Cana ji Bakurê Kurdistanê hatiye. Bi vê koma muzîkjenan re dixwaze stran û muzîka Kurdî û Bakurê Kurdistanê bi tevliheviya cazê bi guhdaran bide bihîstin.

Di seqayeke havînî ya germ de li Mêrgepanê amadekariyên konsera muzîka Kurdî û cazê dikin. Paşê jî wê ev tevlihevkirin ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve were belgekirin.