Fîçer - Zubeyda Mihemed: Dixwazim malbata min xweştir bijî

Fîçer - Zubeyda Mihemed: Dixwazim malbata min xweştir bijî
Zubeyda Mihemed keçeke ciwan a bajarê Mûsilê ye, bi hişkkirina fêkiyan û firotin û belavkirina wan li ser market û dikanên bajarê Mûsilê, alîkariya malbata xwe dike ji bo ku jiyaneke baştir bi dest bixin.

Mûsil yek ji wan bajaran e ku herî zêde kesên xizan û kêmdahat lê hene. Piştî rizgarkirina bajêr ji destê DAIŞê, xort û keçan li kêleka mezinên malên xwe dest bi kar kir.

Zubeyda Mihemed dibêje "Ez dixwazim jiyaneke xweştir ji bo malbata xwe misoger bikim."

Zubeyda her roj diçe sûkê û fêkiyên curbecur dikire, nemaze wan dikire ku ji aliyê kiryaran ve bêtir têne kirîn. Paşê li malê bi alîkariya xwişkeke xwe wan hişk dike. Zubeydayê dibilîne "Hemî cureyên sêvan, ananas û mango dilxwazên xelkê ne û berdewam daxwaz li ser wan heye."

Zubeyda zerfeke taybet bi xwe çêkiriye û fêkiyên wê yên hişkkirî li her market û dikaneke Mûsilê têne naskirin "Min zerfên kaxez ji bo fêkiyên xwe diyar kirine, ji ber ku ez naxwazim jîngeha bajarê xwe qirêj bikim."

Ev jiyana beşeke mezin a xort û keçên Mûsilê ye. Piştî vegera wan ji koçberiyê û rizgarkirina Mûsilê, bi vî awayî alîkariya malbatên xwe dikin ji bo jiyaneke xweştir û derketina ji wê rewşa ne xweş ku berê tê de wer bûbûn.