Fîçer - Meryem Tanya – Dayika Bêserperiîtên bajarê Mehabadê

Fîçer - Meryem Tanya – Dayika Bêserperiîtên bajarê Mehabadê
Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, em ê çîroka jineke stemdîtî ku vêga yek ji navdartirîn jinên bajêr e, ji we re vebêjin.

Meryem Abaryan jineke şarê Mehabadê ye. Li wê derê bi datika bêserperiştên Mehabadê tê hesibandin çunke ji 20 salan bêtir e li maleke bêserperiştan xizmet dike.

Meryem sala 1977an ji dayik bûye û di 18 saliya xwe de bêyî xwesteka xwe tê zewicandin, piştî 7 salan ji mêrê xwe cihê dibe û mala bavê wê jî wê qebûl nakin, ew heta vêga bi tenê dijî û li mala bêserperiştan a Kewîn xizmetê dike, loma hevalên wê wek Meryem Tenya bangî wê dikin.

Li nav mala Bêserperiîtên Kewîn bêtirî 54 zarok û mezin hebe. Hin ji wan hatine dayîn û hin jî bêserperişt in û dê û bavên wan ne diyar in.

Meryek şev û roj li nav wan zarokan derbas dike. Ew çîroka yek bi yek a wan kesan dizane ku li wê malê têne xwedîkirin.

Meryem çîroka yek ji wan daneran dibêje bi navê Îdrîs ku berê ji keçekê hez kiriye lê piştî ku nabe nesîbê wî derûna wî têk diçe û xwe li wê malê dibîne.

Meryem niha endama encûmena Mukriyan e li Mehabadê. Bi dehan şîîr û çîrok nivîsandine, berhevokeke helbestan bi navê (Birîskey Bilaw) di bergekê de çap kiriye û hatiye weşandin.

Meryem Abaryan şev û roj li nav mala Kewînê derbas dike. Her roj wek dêyekê jiyanê ligel 54 kurên Bêserperiît derbas dike ku ji hêla malbatên xwe ve nehatine xwedîkirin. Wek bi xwe dibêje çêjê ji wê jiyana zehmet werdigire.