Fîçer - Leyla Marûfzade portreyên navdarên Kurd çêdike
Jineke wênekêş ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê bi çêkirina wêne û portreyên kesayetiyên navdar ên Kurd, li wî parçeyê Kurdistanê û tewra li Başûrê Kurdistanê jî bala gelek hezker û hunerdostan kişandiye ser xwe.
Leyla Marûfzade di sala 1990î de li bajarê Mehabadê hatiye ser rûyê dinyayê. Di 19 saliya xwe de bi xortekî ji bajarê Nexedeyê re dizewice û vêga li wê derê dijî.
Piştî zewacê, ji ber karûbarên malê û çimkî dibe dayik, Leylayê dev ji huera xwe berdide. Lê piştî zêdetirî 8 salan careke din dest bi wênekêşiyê dike. Leylayê dibêje ''Çavê min timî li ser hunera min bû lê heta kurên min mezin nebûn, min nikarîbû tu tablo û portreyan xêz bikim.''
Leylayê li tu dibistaneke hunerî nexwendiye û tu kurseke akademîk jî nedîtiye. Bi behreyeke Xwedayî û ked û hewldana xwe tenê hînî wênekêşiyê bûye.
Wahid Hesenzade yek ji palpişt û hevkarên hevjîna xwe Leylayê ye da ku berdewam bike û afirandinê di karê xwe de bike. Wahid dibêje "Ez bi karê hevjîna xwe serbilind im, hêvîdar im ku ew karibe portreyên hemû navdarên Kurd çêbike."
Leyla tevahiya tabloyên xwe tenê bi reş û spî xêz dike, wekî ku ew bi xwe dibêje ew rengên jiyanê di reş û spî de dibîne. Li hundirê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê beşdarî gelek pêşangehan bûye û li ser daxwaza kiryarên xwe jî gelek portre çêkirine.

Belav bike li ser