Fîçer - Jineke 70 salî cil û kincên zarokan çêdike

Fîçer - Jineke 70 salî cil û kincên zarokan çêdike
Kubra jineke 70 salî ya bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Li gundê Darelekî yê ser bi wî bajarî ve ji dayik bûye, lê piştî demekê mala xwe dibin Mehabadê û li wir bi cih dibin.

Di 13 saliya xwe de, Xud Kubrayê ji hêla dayika xwe ve fêrî karê rêstin û raçandinê dibe. Ji wê demê û heta niha jî karê xwe berdewam dike.

Kubra dibêje "Dayika min ez fêr kirim. Min jî gelek keçên Mehabadê fêr kirin. Lê keçên min ji vî karî hez nedikirin, lewra jî fêr nebûn."

Kubra belekpêç, blûz, gore, kum û cil û kincên zarokan bi sûf û hiriyê çêdike. Ew dayika çar kur û çar keçan e. Cil û kinc ji zarokên xwe re çêkirine. Her wisa bi dahata karên xwe alîkariya mêrê xwe ji bo jiyana rojane kiriye.

Kubra her hefte carekê berhemên xwe yên destçêkirî dibe bazarê û difiroşe û hinekan jî wekî diyarî dide heval, xizm û nasên xwe. Xud Kubra vêga bi kurê xwe Bîlal re dijî. Bîlal dibêje "Hemû zehmetiyên jiyana me li ser milên dayika min bûn, niha jî ez zehmetiyên wê dikişînim û heta sax bim dê xizmeta wê bikim."