Fîçer - Piştî sê mehan ji zewacê hevjînê wê hat Enfalkirin

Fîçer - Piştî sê mehan ji zewacê hevjînê wê hat Enfalkirin
Ketan Tahir jineke ji Parêzgeha Dihokê ye. Sala 1988an, tenê sê meh bûn mêr kiribû lê piştî vê 14 endamên malbata wê tên Enfalkirin û yek ji wan hevjînê wê bû.

Ev 36 sal in Ketanê li benda vegera mêrê xwe ye. Her çend piraniya kesên din dest bi jiyaneke nû kirine, lê ew heta niha jî li benda vegera hevjînê xwe ye "Sê meh bûn ez zewicîbûm gava mêrê min hat Enfalkirin, lê ez heta niha bêhêvî nebûme û herdem dibêjim ew dê vegere. Belkî ji xêra Xwedê re rojekê xuya bike. Xweda dikare her tiştî bike."

Navê mêrê Ketanê Eşqî bû. Daweta xwe li gundê Zêweyê Şêx Pîramusê li dar xistin. Di roja 25.08.1988an de, di qonaxa heştan a Enfalê de hatin Enfalkirin û heta niha zilamê wê serwinda ye û kes nizane çi hatiye serê wî. Her wiha termê wî jê nehatiye vegerandin.