Fîçer - Çîroka xweşnivîsekî li Şama paytexta Sûriyeyê

Fîçer - Çîroka xweşnivîsekî li Şama paytexta Sûriyeyê
Dema ku em zarok bûn, dê û bavên me digotin keç an kurê min dê bibe doktor. Endezyar an mamoste. Dê û bav hertim di hizra xwe de pîşeyekê ji me re diyar dikin, lê pir caran zarok karekî lap cuda hildibijêrin. 
Ev serpêhatiya Mihemed Hacî Qab e ku xweşnivîsekî Şama paytexta Sûriyeyê ye. Şam yek ji bajarên dîrokî yên welêt e û gelek şûnwar lê hene. Neqş û nivîsên li ser dîwarên mizgeftan hunereke kevn û darîçav a bajêr e. Mihemed yek ji wan xweşnivîs û hunermendan e ku wî karî dike û çîroka xwe û hunera xwe ji me re vedibêje.
Mihemed Hacî Qeb yek ji hunermendên diyar û navdar ên Şamê ye. Sala 1977an ji dayik bû. Di qonaxa xwendina seretayî de, meraqa wî diçe ser hunera xweşnivîsê. Lê qet lê nedifikirî ku ev kar bibe pîşeya wî ya sereke.
Hunermend û Xweşnivîs Mihemed Hacî Qab dibêje: Dema ez zarok bûm, xweşnivîsî wek karekî pir mezin û dijwar dihat ber çavê min. Min digot qey tenê kesê behremend dikare destê xwe biavêje vê pîşeya pir girîng. Min çavên xwe vekirin û min xwe di nava vê hemû hunera bedew de dît. Dê û bavê min digotin ku di zaroktiyê de meraqa min a guhdarîkirina muzîkê pir bû. Berî ku ez biçim dibistanê, ez hogirê muzîkê bûm. Dê û bavê min di wê baweriyê de bûn ku ez ê di paşerojê de bibim muzîkjen. Lê min ji hunera xweşnivîsa erebî zaf hez dikir. Ez ê heta roja dawî jî bibêjim ku ez bi çewtî ketim vî warî.