Fîçer - Hemedemîn Azeryûn 464 stran ji Mihemedê Mamlê re tomar kirine

Fîçer - Hemedemîn Azeryûn 464 stran ji Mihemedê Mamlê re tomar kirine
Hemedemîn Azeryûn ji bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Sala 1956an ji dayik bûye. Di 17 saliya xwe de, Mihemedê Mamlê nas dike û tomarkirina stranên wî li stûyê xwe digire.

Wê demê tomargeha Azeryûn li bazara Pîranşarê hebû. Her dema ku Mihemedê Mamlê têkilî bi wî re bikira, diçû stranên wî tomar dikirin.

Di dema jiyana wî de û hetanî koça dawî ya Mamlê, 58 kaset jê re tomar kirine ku 464 stran li ser wan hene. Tê gotin ku Mamlê 700 stran gotine. 600 stran li ba Mamlê parastî ne ku hin ji wan heta niha nehatine weşandin.