Fîçer - Stranên kurdî û îtalî têne tevlihevkirin

Fîçer - Stranên kurdî û îtalî têne tevlihevkirin
Denîz Dîmarya hunermendeke îtalî ye, ligel hunermenda kurd Sema Xudayî stranên folklorî yên kurdî û îtalî tev li hev dikin û bi hev re dibêjin.
Du zimanên erd û esman dûrî hev, lê wan tevliheviyeke balkêş ji wan çêkiriye.
Denîz Dîmarya ku hunermendeke îtalî ye dibêje: Îtalya xwedî kevneşopiyeke muzîkê ya pir kûr e. Herwisa têkiliyeke xurt a dîroka wê bi welat û kevneşopiyên deştî re heye. Em tijî awaz û stranên têkildarî jiyana rojane û çandiniyê ne. Sema, awaz û stran bi hev re. Cara yekem li Kurdistanê min têbînî kir ku reh û kokên me yên hevpar hene.
Denîzê li ser daxwaza Mala Muzîkê ya Zehawî hat Kurdistanê. Sê rojan li ser muzîk û stranên kurdî perwerde dît û pir xweş digot. Alîkariya hunermenda kurd Sema Xudayî di vê yekê de hebû. Sema Xudayî dibêje: Hesteke min a zaf xweş heye ku ez ji bilî kurdî bi îtalî jî stranan dibêjim.
Ev sê sal in Mala Muzîkê ya Zehawî seba tevlihevkirina muzîk û stranên kurdî bi gelên din re kar dike. Ev huner di nav gelên cîhanê de berbelav e. Lê ev cara yekem e ku li Kurdistanê tê ceribandin.
Rêvebirê Mala Muzîkê ya Zehawî Hejar Zehawî dibêje: Ev ezmûneke nû ye di nav muzîka kurdî de. Kêm derketiye holê ku awazên kurdî, jenyarên Kurd û muzîka kurdî li kêleka muzîka miletên din bin.