Fîçer - Çîroka Fadî Sebawî lîstikvanekî futbolê a Nivîşkan di Çavê Rudawê da

Fîçer - Çîroka Fadî Sebawî lîstikvanekî futbolê a Nivîşkan di Çavê Rudawê da
Fadî Sebawî yek ji qurbaniyên şerê DAIŞê li Mûsilê ye. Ji ber şer lingekî xwe ji dest daye, lê werzişvanekî jêhatî ye û her roj bi yek lingî û gopalekî bi futbolê dilîze.
Fadî Sebawî - Lîstikvanê Nivîşkan Dibêje "Tiştekî xweş e ku ez carinan dibînim, zarokek an kesek tê û şaş dimîne gava min bi gopal dibîne. Kêmendambûn mirov ranawestîne. Kesê xwedî îrade be, tiştek wî ranawestîne."
Fadî gelek caran li nav kolanên Mûsila kevn digere û li ser rojên rabirdûyê difikire. Gelek caran ew bîranîna ne xweş tê bîra wî, dema ku lingên xwe ji dest da.
Lê bi tevlîheviya bi xelkê û hevalan re dixwaze bîranînên ne xweş ji bîra xwe bibe. Loma gelek caran li kolanê bi zarokan re bi fûtbolê dilîze.
Li Mûsilê Yaneya Goga Lingan a Nivîşkanên Nînewayê heye. Ji bilî Fadî, bi dehan ciwanên din ên nivîşkan tê de dilîzin. Fadî hefteyê sê rojan li wê yaneyê rahênanê dike. Ji bo ku di siberojê de bibe yek ji lîstikvanên diyar li ser asta Îraqê.
Fadî Sebawî - Lîstikvanê Nivîşkan Dibêje "Berî ku ez birîndar bibim, ez werzişvan bûm. Li qonaxa amadeyî, ez lîstikvanê basketbol, voleybol û goga lingan bûm. Gava ez cara yekem hatim lîstikgehê, ez vegeriyam jiyanê. Min got tiştek nikare min rawestîne. Min karî berdewam bikim. Ez ji bo tîma xwedî pêdiviyên taybet lîstim. Ez werzişa voleybola rûniştî lîstim. Min werzişên cuda kirin. Tiştê ku werzişvan hest pê dike nayê wesifkirin."
Yaneya Futbolê ya Nînewayê ji bo Nivîşkanan sala 2020an hatiye damezrandin. Zêdetirî 30 lîstikvanên wê hene. Hemû endamên wê qurbaniyên şerê DAIŞê ne, piraniya wan lingên xwe ji dest dane. Lê heta niha jî lîstina xwe berdewam dikin.
Heysem Hazim – Serokê Komîteya Futbolê ya Nînewayê – Nivîşkan Dibêje "Gelek lîstikvanên min hene, wek hûn dizanin ku li Mûsilê birîndar bûne. Piraniya lîstikvanên ku birîndar bûne ji ber şer birîndar bûne. Lîstikvanên me birîndarên şerê Parêzgeha Nînewayê yan xeletiyên bijîşkî yan zikmakî ne, lê piraniya wan ji ber şer birîndar bûne."
Di sala 2014an de, ji ber peydabûna DAIŞê, Mûsil rastî şerekî bixwîn hat. Di heyama sê salan de, DAIŞê Mûsil kir paytexta xîlafeta xwe û ev yek bû sedema hejmareke zêde ya qurbaniyan.
Fadî ne nivîşkanê tenê yê Mûsilê ye. Gelek kesên din jî hene ku ji ber şer dest û ling û hinekan jî bînahiya xwe ji dest daye. Lê heta niha bi awayekî asayî her yek bi karekî mijûl e û xweşiyê ji jiyanê dibîne.